Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Berdevkê HPG’ê: Em hazirin gelê Başûrê Kurdistanê biparêzin

"Ji ku derê êriş li dijî gelê me bê kirin, ji bo me erk û wezîfe ye ku bi rengê fedayî gelê xwe biparêzin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/12/2021 - 13:22
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji HPG daxuyanî: “PDK êrîşê komek gerîlayan kir, agahî ji hevalan nayê standin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş bal kişand ser zêdebûna liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê û destnîşan kir ku ew amade ne gelê Başûrê Kurdistanê biparêzin.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş bersiv da pirsên ANF’ê.

Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve ji bo dagirkirinê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Bi saya berxwedana gerîla, dewleta Tirk nekarî bi pêş ve biçe û li hin deveran neçar ma ku xwe vekişîne. Niha jî li herêma Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê êrişên DAÎŞ’ê rû dan. Hejmara qurbaniyan jî zêde dibe. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Rast e, li derdora Kerkûkê liv û tevgera DAÎŞ’ê heye. Ev liv û tevger niha veguheriye êrişên şênber. Mirovên me yên sivîl û pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbatên pêşmergeyan ên şehîd bûne û ji tevahiya gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê re dixwazin. DAÎŞ a ku ji aliyê şervanên azadiyê yên gelê Kurd ve hate têkbirin, jinûve dest bi êrişên li ser gelê me kiriye ku ev yek cihê fikaran e.

‘LIV Û TEVGERA DAÎŞ’Ê JI DEWLETA TIRK CIHÊ NÎNE’

DAÎŞ a ku li Sûriye û Iraqê têk çû, niha çima li derdora Kerkûkê ji nişka ve ketin nava liv û tevgerê?

Bi dîtina me ev yek ji hev cihê nîne. Liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li Kerkûkê encama planekê ye û ev rewş ji dewleta Tirk cihê nîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser daxuyanî û karên hin derdorên bi destê dewleta Tirk li van herêman hatine birêxistin, hingî rewş baştir tê fêhmkirin.

Sala 2014’an dema ku DAÎŞ’ê êriş bir ser vê herêmê, weke HPG we li kêleka pêşmergeyan li wê herêmê şer kirin, gel parastin û herêm ji DAÎŞ’ê paqij kirin. Eger niha êrişên DAÎŞ’ê zêde bibin û metirsî jî mezin bibe, hûn ê heman tiştî bikin?

Bêguman em ê bikin. Ji ku derê êriş li dijî gelê me bê kirin, ji bo me erk û wezîfe ye ku bi rengê fedayî gelê xwe biparêzin. Eger ji bo herêma ku we gotibin be, eger pêwîstî bi me hebe û bê xwestin, weke HPG em amade ne xelkê xwe yê li Kerkûkê biparêzin. Weke ku we jî got di sala 2014’an de em çawa bi erka xwe rabûn, niha jî ti astengî li pêşiya me nîne ku vê erka xwe nekin.

Di van êrişan de gelek ji gel û pêşmergeyan şehîd bûn. Di vê mijarê de lawaziya hêzên PDK’ê bûye mijara nîqaşê. Mîna ku di nava raya giştî de tê nîqaşkirin, PDK’ê bi giranî berê xwe daye qadên gerîla. Tê gotin, wesayitên zirxî û çekên ku hêzên navneteweyî ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê dane PDK’ê, niha bi wan çekan bi sedan girên li qadên gerîla dorpêç kiriye…

Agahiyên ku li nava raya giştî belav bû û xusûsên ku we qalê kirin mixabin rast in. Ewqas hêza leşkerî û derfet diviyabû ne li dijî gerîla, lê belê li dijî dijminên rasteqîn ên gelê Kurd bi cih kiribûna. Ji ber ku ev yek bi kêrî doza gelê Başûrê Kurdistanê, bi kêrî doza azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê nayê. Her wiha divê ev yek jî bê zanîn; bi hêzên welê qelebalix û wesayitên zirxî mîna xwepêşandanê derb nikare li DAÎŞ’ê bê xistin. Tenê bi yekîneyên biçûk derb dikare lê bê xistin. Ji xwe weke HPG’ê dema ku me rêbaz û taktîkên serdema nû ya gerîla diyar kir, yek ji xusûsên herî girîng ku me li ber çavan girt ev bû; bi vî rêbazî li dijî êrişên bi vî rengî encam tê wergirtin. HPG di vê mijarê de gelekî bi tecrûbe û şareza ye.

‘TI ELEQEYA ME BI BÛYERA BOMBEYÊ NÎNE’

Di hin nûçeyan de hate îdîakirin ku Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan dema hate Sêrtê bombeyek li wesayita polîsekî ve hatiye bicihkirin û pêşî li êrişek li dijî Erdogan hatiye girtin. Medya Tirk ev yek xiste stuyê gerîla û hewl da ku di rojeva Tirkiyeyê de bide nîqaşkirin. Gelo ev îdîa rast e?

Ti eleqeya bûyera bombeyê bi me nîne. Dibe ku ev yek senaryoyeyek ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin. Rejîmeke faşîst û şefê wê heye ku êdî ji rojevê, ji hal ketiye. Dibe ku ji bo AKP’ê bi rengekî cuda bixin rojevê û xwe weke mexdûr nîşan bide, ev yek kiribin. Tê gotin ku bombeya hatiye bidestxistin 1.5 kîlo ye. Her kes zane ku teqemeniyek di vê astê de qet bandorê liw esayiteke zirxî ya ji bo serokkomar nake. Ji ber vê yekê ya hatiye gotin nerast e, ji bo propagandayê ye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Faşîst dîsa ji bo îfadeyê bang li dayîka Emîne kir

Nivîsa Pêş

Li Atînayê protestoya ciwanan ya li dijî Faşîzma Hollandayê û tecrîdê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Atînayê protestoya ciwanan ya li dijî Faşîzma Hollandayê û tecrîdê

Li Atînayê protestoya ciwanan ya li dijî Faşîzma Hollandayê û tecrîdê

Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.