Enter your email Address

Salı, Aralık 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Peyama KCK’ê ya li ser şewatan: Em ji ber êşa gelên Tirkiyeyê xemgîn in

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK: Em ji hemû gelên Tirkiyeyê re dibêjin derbasî be yên ku li bendê de şewat were tefandin. Em ji ber êşa wan xemgîn in.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/08/2021 - 17:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Peyama KCK’ê ya li ser şewatan: Em ji ber êşa gelên Tirkiyeyê xemgîn in
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata daristanên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê nerazîbûn vê fikrê da ku hin kes şewatê dixin stûyê PKK û Kurdan.

‘EM JI BER ÊŞA GELÊN TIRKIYEYÊ XEMGÎN IN’

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin

“Bi piranî li peravên Ege û Akdenîzê û li gelek derên Tirkiyeyê agir bi daristanan ketiye. Ev şewatên ku bûne sedema windakirina can û mal, hê jî didomin. Daristan çawa ku hêmana bingehîn a hevsenga ekolojîk in, pişika hemû zindiyan in. Ji aliyê din ve qadên esasî yên jiyana xwezayî ne. Ji ber vê jî ne bi tenê ji bo welatên ku agir bi daristanên wan ketine, ev şewat ji bo hemû mirovayetî û zindiyan jî bobelateke mezin e. Em ji hemû gelên Tirkiyeyê re dibêjin derbasî be yên ku li bendê de şewat were tefandin. Em ji ber êşa wan xemgîn in.

DAXUYANIYÊN PROVOKATÎF

Gelekî rexne lê hatiye girtin ku li Tirkiyeyê piştî şewatan di demê de xebatên tefandinê nayên kirin. Di raya giştî de hin îddîa hatine kirin ku ev şewat ji bo rantê hatine kirin. Hin dijminên Kurdan û kesên dixwazin di navbera gelan de dijminatiyê bikin, hin daxuyaniyên provokatîf dane ku Kurdan ev der şewitandine. Hinek kes dixin stûyê PKK’ê û dixwazin civakên ku bi şovenîzmê jehrî bûne êrişî Kurdan bikin. Li hin cihan ji bo lînç û kuştinê dest bi nêçîra Kurdan hatine kirin.

Belavkirina nûçeyên ku Kurdan û PKK’ê ev der şewitandine, karê hêzên şerê taybet ên li dijî Kurdan û ên li dijî hêzên demokrasiyê ne. Bi beralîkirina wan re hin nûçeyên wisa tê kirin, li Tirkiyeyê êrişî Kurdan tê kirin. Di demeke nêzik de li hemberî Kurdan lînc û qetlîam tê kirin û êriş bi vê armancê tên kirin. Dixwazin îradeya Kurdan bişkînin, wan ji Kurdbûnê dûr bixînin û Kurdan bînin asta ku nikaribin ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin.

WEŞANÊN ŞERÊ TAYBET DIXWAZIN ŞEWATÊ TÊXIN STÛYÊ PKK Û KURDAN

Hikumeta AKP û MHP’ê zêde teşhîr bûye, piştgiriya civakê ya ji bo wê kêm bûye. Bi taybetî civak kiriye du parçe, ji ber dijminatiya wê ya li hemberî azadî û demokrasiyê, nerazîbûnên li hemberî vê desthilatdariyê zêde bûye. Ji ber ku di demê de ev şewat nehatiye tefandin, di nav gel de li hemberî vê desthilatdariyê hêrs zêde bûye. Lê AKP, MHP û weşanên şerê taybet ji bo ku berê hêrsa gel bidin cihekî din, dixwazin vê şewatê têxin stûyê Kurdan û PKK’ê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê xwestiye bi vî awayî xwe ji hêrsa gel dûr bixe. Ev bêexlaqtiyeke mezin û polîtîkayeke gelekî qirêj e. Gelê me û raya giştî bawerî bi vê propagandayê naynin lê weşanên şerê taybet ji bo ku vê şewatê têxin stûyê Kurdan û PKK’ê, bi ser de civakên bi şovenîzmê jehrî bûne êrişî Kurdan bikin, gelekî hewl didin.

Vê desthilatdariya ku ji bo serokkomarî û hikumetê bi dehan balefir û helîkopteran dikire, qesreke 1001 odeyî çêdike, bi sedan balefirên wan ên şer hene lê nikarin balefirên tefandina şewatê peyda bikin, wekî her carê ji bo ku desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêlin, çareseriyê di dijminatiya Kurdan de dibînin. Hikumet dixwaze van bobelatên ji ber polîtîkaya xwe berevajî bike û ser rastiyan bigire. Hemû êrişên li dijî Kurdan ji ber polîtîkayên faşîst ên nijadperest pêk tê lê dixwaze wekî lihevnekirinan diyar bike û van êrişan meşrû û normalîze bike. Kesên li Konyayê hatibûn kuştin, di meha Gulanê de jî êrişî wan hatibû kirin, piştî êrişa pêşîn êrişkaran ji wan re gotibûn ‘Em nijadperest in, em ê we ji holê rakin’ lê dîsa jî êrişkar nehatibûn girtin û tevdîr nehatibû stendin.

BI TEMAMÎ DEREW Û SENARYOYA ŞERÊ TAYBET E

Nûçeyên ku dibêjin şewat ji aliyê Kurdan û PKK’ê ve hatiye derxistin bi temamî derew in û senaryoyek yê şerê taybet e. Bi wan derewan hewl tê dayîn ku serê pêkanînên antî ekolojî yên hikumeta faşîst û sûcên di wê çarçoveyê de kirî binuximînin. Ji aliyê din desthilata AKP-MHP bi çêkirina nûçeyên bi vî rengî tê xwestin ku pêşî li hatina gel hevdu ya gelên Tirkiyê û gelê Kurd ya di têkoşîna demokrasî û azadiyê de asteng bikin. Desthilata AKP-MHP’ê di bi hevgihîştina gelê Kurd û gelê Tirkiyê de dawiya xwe dibînin. Ji ber vê bi provakasyonên cûr bi cûr dixwazin bûyerên 6-7’ê Îlonê yên sala 1955’an ku bi dest danîn ser kel û pelên kesên ne misilman rê li ber qewirandina wan ji Tirkiyê vekir, roja îro li ser Kurdan biceribînin.

Ku şewata daristanan jî li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vediguherînin amûreke şer, pir eşkere radixe berçavan bê ka ev desthilat li ser gelên Tirkiyê bûye bar. Alîgir û hevkarên vê dasthilata faşîst li hemberî gelên Tirkiyê veguherîne komikek ya tawanan. Em wan hawîrdorên faşîst ên dijminê Kurd ku hewl didin şewatên li Tirkiyeyê derketî yan jî ji bo berjevendiyên xwe derxistinî didin bixin stûyê Kurdan û PKK’ê û bi vî rengî gelên Tirkiyê li dijî Kurdan rakin hişyar dikin. Ajotina komên faşîst li ser gelê me sûcekî giran e ku wê bê ceza nemîne. Derxistina şer di navbera gelê Tirkiyê sûceke giran e. Kesên wan sûcan dikin wê bê ceza nemînin.

LI HEMBERÎ HÊZÊN FAŞÎST TÊKOŞÎNA MIL BI MIL

Gelê me û Tevgera Azadiya me xakên ku lê dijîn wek welatê hevbeş dibîne, li wê welatê hevbeş de jiyanek bi biratî, azad û demokratîk hêvî dike. Yên Tirkiyê û Kurdistanê wek welatê hevbeş nabîne û li hemberî vî welatî û gelan sûcan dike, wê ji aliyê gelên me ve teqez werin cezakirin.

Li hemberî van êrîşkar û hêzên faşîst yên hemû gelên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û Kurdan dijmin dibîne û dike armanc, bang dikin ku li gel gelê Kurd mil bi mil têbikoşin, ji desthilatdariya AKP-MHP rizgar bibin û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad biafirînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH’ê li Stenbolê 10 wesayîtê Faşîstan şewitand

Nivîsa Pêş

ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2021’AN

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2021’AN

ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2021’AN

Şoreşgeriya Kemal Pîr!

Ji Pênûsa Gerîla - Ji neynika Kemal Pîr ve mêzekirina rastiyê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Êrîşên Li Ser Helebê Berdewam Dike
  • Rêxistinên Ciwanan MESEM’ê Protesto Kir
  • Bi pêşengtiya ciwanan li Kobanê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

Herî zêde hatine xwendin

  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.