ŞENGAL – Pêşenga Tevgera Azadiya jin Berfîn Nûrhaq a ku di sala 2018 an de şehîd bû li Şengalê hat bîranîn. Merasîma bîranîna Şehîd Berfîn Nûrhaq bi girtina deqîqa yek rêzgirtinê destpêkir. Di bîranîne de Dayê Naem Elyas li ser navê Dayîkên Şengalê axivî. Piştî axaftina Dayê Naem, li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ Viyan Hebabî axivî. Axaftinan xwe de jî diyar kirin ku wê tola rêhevalên wekî Berfîn Nûrhak rakin. Bîranîn bi temaşekirina sînevizyona li ser serpêhatiya Şehîd Berfîn bi dawî bû.

