NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Hevrêyên me Eşref, Agir û Yilmaz li bajarên cuda ên Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirin û mezin bûn. Ev hevrêyên me wekî zarokên bi rûmet û esîl ên gelê Kurd û Ereb, siyaseta înkar, îmha û qirkirinê ya li ser gelê me dîtin û bûn xwedî helwest. Xwe gihandin çiyayên Kurdistanê ku li dijî dijmin têkoşîna herî xurt lê tê dayîn û tevlî refên PKK’ê bûn. Bûn gerîla, tecrube girtin û bûn şervanên şareza. Hevrêyên me xwe di aliyê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de perwerde kirin û di rêya bûyîna mirovên azad de asteke girîng bi dest xistin û di gerîlatiyê de jî bûn pispor. Hevrêyên me Eşref, Agir û Yilmaz dilpakiyên bilid ên mirovî temsîl kirin, têkoşîna me bedew kirin û manewiyet li ser manewiyeta wê zêde kirin. Bi mezinkirina têkoşîna gerîla, bêyî dudilî hewldana bicihanîna berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi layiqî dan. Bi ruhê fedayî ya Apoyî li dijî êrîşên dijmin rabûn û li ser vê bingehê bi lehengiyane ber bi şehadetê ve meşiyan. Em careke din hevrêyên xwe yên şehîd ku li çiyayên Kurdistanê destaneke nimûne ya egidî û jiyana azad hiştin û navê xwe li dîrokê nivîsandin, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Em soz didin ku em ê têkoşîna qehremanên xwe yên egîd mezin bikin, armancên wan bi ser bixin û bîranîna wan timî bidin jiyîn. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên wan ên heja û welatparêz re û gelê me yê welatparêz ê Kurd û Ereb re dixwazin.
Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:
![]() |
Nasnav: Eşref Ferhat Sipkî Nav û paşnav: Okan Gul Cihê jidayikbûnê: Agirî Navê dayik û bav: Rahîme- Sabrî Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Kanûna 2023’an/Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Agir Serhed Nav û paşnav: Mehmet Balî Polat Cihê jidayikbûnê: Riha Navê dayik û bav: Melîha- Osman Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Kanûna 2023’an/Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Yilmaz Ereb Nav û paşnav: Hesen Îbrahîm Cihê jidayikbûnê: Reqa Navê dayik û bav: Suriye- Muhammed Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Mijdara 2023’an/Zap |
EŞREF FERHAT SIPRKÎ
Hevrêyê me Eşref li navçeya Panos a Agiriyê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Sipkî ya qedîm de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xwedî li kevneşopî û çanda bi kok a herêma Serhedê û nirxên Kurdîtiyê derket, hevrêyê me Eşref jî li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me yê ku demeke di dibîstanên dewleta Tirk de xwend, piştre li gundê ku lê ji dayik bû û mezin bû, li gel malbata xwe karên gund kir. Hevrêyê me Eşref ku aliyên wî yên kedkar û fedakar li pêş bû, ji bo ku tevkariyê li dabara malbata xwe bike, li metropên Tirkiyeyê dest bi kar kir. Hevrêyê me ku ciwanekî zîrek û dirust bû, bi saya van taybetmendiyên xwe her tim hem ji aliyê malbata xwe hem jî ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin û rêz jê re hat dayîn.
Têkoşîna azadiyê ya gelê me ku bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê destpê kir, weke li tevahiya Kurdistanê gelê me yê li Serhedê jî bandor kir. Ji ber ku herêma Serhedê xwedî li dîrokekî berxwedanê ya bi kok e û hêviyên azadiyê lê zindî ne, ev yek hişt ku gelê me li dora Rêber Apo û PKK’ê bicive. Hevrêyê me Eşref ku bi çîrokên lehengtiyê yên Serhildana Agiriyê ku bi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskiye Têlî pêş ket, mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve ji têkoşîna me ya azadiyê bandor bû. Ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve berdewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya li çiyayên mezin ên welatê me û berxwedana wan a li dijî dagirkeran, eleqe û sempatiya hevrêyê me Eşref a ji bo têkoşîna me mezintir kir. Dilsoziya zû û bêyî dudilî ya hevrêyê me Eşref ji bo têkoşîna me, bi naskirina rastiya dijmin re girêdayî ye. Hevrêyê me ku bi çîrokên komkujiyên ku Roma Reş li dijî gelê me pêk anî û koçberkirina gelê me mezin bû, dît ku waneyên di dibîstanê de berhema heman zîhniyetê ye. Li metropolên Tirkiyeyê ku ji bo xebitînê çûbû, rûbirûyê cudakariyê hat û ev yek bû sedema bingehîn a eleqeya wî ya ji bo têkoşîna me. Dema ku dewleta Tirk bi piştgirîdayîna çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, hewl da îradeya azadiyê ya li wir derket ji holê rake û gelê me li dijî vê ji heftê heta heftê salî li ber xwe da, ev yek pir bandor li ser hevrêyê me Eşref kir. Dîsa, berxwedana rûmetê ku gelê me li dijî êrîşên dewleta Tirk li Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Cizîrê tevî şervanên azadiyê meşandin û êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk li dijî vê yekê, eleqeya hevrêyê me ya ji bo têkoşînê zêdetir kir. Êdî bû xwedî wê baweriyê ku wekî ciwanekî Kurd ji bo bibe bersiva êrîşên dewleta Tirk û ji bo bi tevlîbûna ruhê azadiyê ya derketî azadiya gelê me pêk bîne, dema tevlîbûna wî ya ji bo refên têkoşînê hatiye. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de ku dewleta Tirk li dijî Bakurê Kurdistanê êrîşekî mezin dabû destpêkirin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû şervanê azadiyê ya gelê me.
Hevrêyê me Eşref ku perwerdeya şervanên nû li herêma Heftanînê dît, bi saya waneyên jiyanî di demeke kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêyê me ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîlayan, jiyana wan a komunal û ji xwezeya muhteşem a çiyayên Kurdistanê bandor bû û roj bi roj çalaktir tevlî jiyanê bû. Bi waneyên îdeolojîk, fêrî dîroka me ya gel û têkoşîna me bû û ji her beşa dîrokê dersên girîng derxist. Hevrêyê me ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û dahûrandinên wî yên kesî bandor bû, ji bo ku taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di xwe de jiyanî bike hewldaneke mezin da. Bi pêvajoya lêhûrbûnê re di kesayeta xwe de veguherandinên girîng çêkir û bi vê hewldana xwe rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrêyê me Eşref ku neçar ma di êrîşên dijwar ên dewleta Tirk de perwerdeyê bibîne, ji ber vê yekê girîngiyeke mezin da perwerdeyên leşkerî. Hevrêyê me di wê zanebûnê de bû ku divê xwe bi pêşxistina di hunera şer a gerîla de bersiva pêwîst bide dijmin, li ser vê bingehê nêzî hemû perwerdeyên leşkerî bû. Hevrêyê me ji xeynî tecrubeyên şer ku di têkoşîna me ya azadiyê xwe digihe bi dehan salan, perwerdeyên gerîlatiya bingehîn jî dît û fêrî gelek taktîkên gerîla bû. Hevrêyê me ku di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de xwedî helwesteke daxwazker û kedkar bû, perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî bi dawî kir û ji bo xebatên pratîkî amade bû.
Hevrêyê me Eşref ku dîsa li herêma Heftanînê tevlî xebatên pratîkî bû, bi saya helwesta xwe ya baweriyê dide û dilsoziya xwe ya bêdawî ya ji bo nirxên azadiyê, di xebatên girîng de cih girt. Hevrêyê me derfet dît ku fêrbûnên xwe yên di perwerdeya şervanên nû de bike pratîkê û di demeke kin de tecrubeyên girîng bi dest xist. Hevrêyê me ku êdî bû gerîlayeke HPG’ê yê şareza ji bo ku her xebata xwe bêyî kêmanî û serkeftî bi cih bîne, hewldaneke mezin da û bi ser jî ket. Piştre, dema ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berdewamî pêk hatin, hevrêyê me Eşref xwest derbasî eniyên pêş ku şer lê giran e, bibe. Hevrêyê me li ser vê bingehê derbasî herêmên Partîzan Bektorya bû û di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt. Bi saya wêrekî û afirîneriya xwe, kedeke girîng di serketina van çalakiyan de da. Hevrêyê me piştî ku erkên xwe yên li vir bi awayekî serkeftî temam kir û derbasî xebatekî cuda bû, di van xebatan de bi tevlîbûn û taybetmendiyên xwe yên lêgerînker û israrker derket pêş.
Hevrêyê me ji bo ev xebata ku di nav de cih digre, bi ser bikeve şev û roj bêyî bibêje xerî û baran ked da û bi ev tarzê xwe yê beşdarbûn û kesayeta xwe ya fedakar rêzgirtina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Eşref ku di sala 2019’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêma Heftanînê, cihê xwe di eniyên berxwedanê de girt, bû yek ji hevrêyên me yên ku ewil pêşwaziya êrîşan kir. Bi tîmên bi tevger a gerîla re, li dijî her êrîşa dagirkeriyê yên dijmin, çalakiyên bibandor pêk anîn û derbên giran li dijmin dan. Hevrêyê me ku rola xwe de di berxwedana destanî ya di sala 2020’an de jî lîst, rûmeta têkoşînkirina bi hevrêyên me Şehîd Bargiran Erkendî û Şehîd Hejar Zozan, jiyan kir. Di vê pêvajoyê de hinek hevrêyên wî yên têkoşînê bi fedayiyane şer kirin û şehîd bûn û ev yek bandor li hevrêyê me kir ku di zanebûna berdewamkirin û mezinkirina têkoşîna van hevrêyên xwe de bû. Hevrêyê me li ser vê bingehê ket pêvajoyeke kûr a lêhûrbûnê û pêşniyara tevlîbûna li nava Hêzên Taybet kir.
Hevrêyê me Eşref ku piştî pêşniyara wî hat qebûlkirin, tevlî Hêzên Taybet bû, bi perwerdeyên ku li vir wergirt, guhertinên girîng di kesayeta xwe de çêkir. Hevrêyê me ku tarzê xwe yê têkoşîna fedayî kûrtir kir, bi manewiyatên xurt tevlîbûneke çalaktir kir. Hevrêyê me ku di heman demê de di çêkirina tunelên şer de rol girt, bi hemû hebûna xwe bawer kir ku wê ev tunel di têkoşîna me de diyarker bin. Hevrêyê me yê ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ewil li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê pêşwazî kir, di berxwedana li vir de rolekî girîng lîst. Piştre derbasî Tunela Berxwedanê ya Şehîd Pîrdogan bû, li vê derê wekî yek ji hevrêyên me yên ku hemû êrîşên dijmin têk bir û derbên giran li dijmin da, navê xwe li dîrokê nivîsand.
Hevrêyê me Eşref piştî ku erka xwe ya di vê tunela şer de bi awayekî serkeftî temam kir, di serê sala 2023’an de derbasî Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz bû, derfet dît ku têkoşîna xwe ya heta wê demê careke din bîne li ber çavê xwe. Hevrêyê me kêmasiyên di nava pratîkê de dît û xwe di îdeolojiya Apoyî û tarzê têkoşîna serdema nû de kûrtir kir. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, cara dawî pêşniyara derbasbûna li herêma Heftanînê bû kir û ev pêşniyara hevrêyê me hat qebûlkirin.
Hevrêyê me Eşref ku ji ber derbasbûna herêma Heftanînê ku demeke dirêj lê têkoşîn kir û gelek hevrêyên heja nas kir, kêfxweş bû û bi pratîka xwe ya serkeftî ya li vir xwest bibe layiqê bîranîna şehîdan. Li ser vê bingehê, bi ruhê fedayî yê Apyî berpirsyarî girt ser xwe û wekî fermandar erk girt. Hevrêyê me Eşref ku bi zanebûna di qada têkoşînekî zehmet de fermandartiyê dike tevgeriya, ji bo ku xwe bigihîne serkeftinê bû xwediyê tarzekî israrker û encamgir. Hevrêyê me Eşref ku karî taybetmendiyên bingehîn ên milîtaniya Apoyî kedkar, fedakarî, dilnizmî, dirustbûn û jidilbûnê di kesayeta xwe de temsîl bike, di 5’ê Kanûna 2023’an de tevî hevrêyê me Agir di êrîşekî dijmin de şehîd bû. Em hevrêyên wî soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Eşref di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û têkoşîna wî bi ser bixin.
AGIR SERHED
Hevrê Agir li navçeya Bêrecûk a bajarê dêrîn Rihayê di nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz de ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata wî nirxên me yên neteweyî li dijî hemû zext û polîtîkayên komkujiyê parastine hevrêyê me Agir jî girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Hevrêyê me 12 salan diçe dibistanê û di heman demê de ji bo alikariya debara malbata xwe di karên cuda de dixebite. Hevrêyê me xwedî kesateyeke kedkar û jêhatî ye û ji ber vê yekê ji aliyê malbat û derdora xwe ve tê hezkirin û dibe kesekî ku weke mînak tê nîşandan. Malbata hevrêyê me têkoşîna me ya azadiyê zû nas dike, tevlîbûna meta wî hevrêya me Hatîce Polat ya nava refên gerîlayan û piştre şehadeta wê ya li qada Tolhildanê û dîsa tevlîbûnên din ên ji derdora wî ya nêz ya ji bo nava refên gerîlayan dibin wesîle ku hevrêyê me Afir têkoşîna me ya azadiyê gelekî zû nas bike. Hevrêyê me li hemberî zext, tundî û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser daxwazên gelê me û têkoşîna gelê me ya li ser vê bingehê, li cem hêrseke mezin peyda dibe û dizanîbû ku divê vê hêrsa xwe veguherîne têkoşîneke birêxistinkirî. Hevrêyê me girêdayî vê yekê dest bi lêgerînan dike û weke pêngava yekem di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih digire. Li van xebatan derfeta naskina têkoşîna me ya azadiyê ya ji nêz ve bi dest dixe.
Hevrêyê me Agir li gel nîqaşên ku di dema xebatan de li gel hevrêyên me yên nas dike bi rê ve dibe felsefeya Rêber Apo baştir nas dike û di demeke kurt de di kesayeta xwe de guherînên mezin pêk tîne. Hevrêyê me yê ku êdî xwe bi temamî bexşî têkoşîna azadiyê dike, dixwaze tevlîbûna zêdetir û têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me li gel sekna xwe ya biprensîb baweriyê dide hemû hevrêyên xwe yên li gel wî kar dikin û piştre hevrêyên me yênli qadên Dêrsim û Amanosan nas dike. Hevrêyê me Agir ji têkiliya hevrêtî û fedekariyên gerîlayên ku dibîne bandor dibe û dest bi xebatên mîlîstiyê dike. Hevrêyê me demeke dirêj li her du qadan karê mîlîstiyê bi rê ve dibe û hemû temasên li gel gerîlayan dike zemîna xwepêşvebirinê. Hevrêyê me di gelek xebatên cuda de cih digire û hemû erk û berpirsiyariyên digire ser milên xwe bi awayê herî serkeftî bi cih tîne. Hevrêyê me di warê rêxistinî de tecrûbeyên diyar bi dest dixe û çavdêrî û pêşniyarên xwe yên têkildarî têkoşîna me li gel Tevgera me parve kirin. Êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dibin sedem ku hevrêyê me Agir terz û rêbaza têkoşîna xwe dubare li ber çavan derbas bike. Hevrêyê me digihîje wê baweriyê ku wê bes li gel têkoşîna gerîlayan bersivê bide van êrîşên dewleta Tirk û bêyî dudilî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.
Hevrêyê me Agir yekem perwerdeya xwe ya di nava refên gerîlayan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibîne û ji ber ku beriya niha jiyana gerîlayan û şert û mercên çiyayan dizane û di nava demeke kurt de adapteyî jiyanê dibe. Li gel perwerdeyên îdeolojîk ên dibîne felsefeya Rêber Apo ya azadiyê baştir fêm dike. Hevrêyê me xwediyê kesayeteke hevgirtî ye û di wê hişmendiyê de bû ku divê tiştên di perwerdeyê de hîn bûne di nava jiyanê de pêk bîne û wan bike perçeyekî kesayeta xwe. Hevrêyê me Agir di vê çarçoveyê de dikeve pêvajoyeke kûrbûneke mezin û weke encam tevlîbûna xwe ya nava refên gerîlayan û jiyana gerîlayan weke vejînê pênase kir. Ji ber vê yekê bi mereqeke zêde xwest ku hemû tiştên têkildarî gerîlatî û jiyana çiyayan hîn bîbe. Ji ber vê hewldana xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û jêre rêz hate girtin. Hevrêyê me demekê pratîkê dike û piştre digihîje wê baweriyê ku li gel rê û rêbazên gerîlatiya klasîk li hemberî dagirkeran serkeftin ne pêkan e û bes wê li gel gerîlatiya pispor û profesyonel dikare encam were bidestxistin. Hevrêyê me Agir girêdayî vê yekê daxilî perwerdeyên pisporiyê dibe û heqê perwerdeya ku distîne dide û dibe şoreşgerekî profesyonel.
Dema ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn û veguherin hewldanên dagirkirinê, hevrêyê me Agir xwest derbasî deverên ku şer lê giran e. Hevrê Agir bi sekna xwe ya di nava jiyanê de, îdîayê derb li dijmin xistin û biryardariya xwe, karî hevrêyên xwe îqna bike. Li ser vê bingehê, hevrêyê me Agir derbasî herêma Heftanînê bû û tevlî xebatên pratîkê yên dijwar bû. Hevrê Agir li herêma Heftanînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û li ser esasê biryardariya xwe tevlî bû. Bi aqilê xwe yê jêhatî, taktîkên gerîla yên dema nû bi rengekî bi bandor pêkanî û pêş xist. Di dema mayîna xwe ya li Heftanînê de, wî hestên xwe yên xurt ên li ser çiya, hevalên xwe û têkoşîna azadiyê bi rêya helbestan anî ziman. Bi vî awayî, ji bilî ku şervanekî azadiyê yê jêhatî bû, ew di heman demê de karîbû bibe hunermendekî bibiryardar û siberoja wî ronî. Bi baweriya xwe, wêrekî û fedakariya xwe, di çalakiyên li dijî dijmin de hêz û moral da hevrêyên xwe. Bi kesayetiya xwe ya dirust û jidil, ew bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me Agir di 5’ê Kanûna 2023’yan de, di êrîşa dijmin de di navbera gundên Şîlanê û Banikê yên Heftanînê de gihîşt şehadetê. Çavên wî yên geş û baweriya wî ya bêdawî bi şoreşê re dê her tim ji bo me rêber be. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin da ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe Agir pêk bînin.
YILMAZ EREB
Hevrêyê me Yilmaz Ereb li Reqayê hate dinê dinê. Kokên wî yên malbatî digihije gelê Ermenî, lê belê ji ber ku bi gelê Ereb re jiyan dikirin, fêrî Erebî bû û bi çanda Erebî mezin bû. Hevrêyê me Yilmaz 9 salan dibistan xwend. Bi xebatkarî û zekaya xwe derket pêş. Bi saya çanda exlaqî û civaka polîtîk a ji malbata xwe girtî, armanc kir ku feyde bide gelê xwe. Ji ber ku weke ewladê malbateke kedkar mezin bû, ked zû nas kir. Ji bo tevkariyê li aboriya malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Sala 2011’an bihara gelan, serhildana gelê Sûriyeyê ya li dijî rejîma Baas û piştre rojên ku li Sûriyeyê çetetî zêde bû û daxwaza gel a azadiyê berevajî kir, dîtin. Ji nêz ve bû şahidê vê pêvajoyê. Bi taybetî jî dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bela xwe dan bajarê Reqayê û weke paytexta xwe îlan kirin, li kolanên Reqayê bû şahidê zilm û hovîtiya dermirovî. Hevrêyê me Yilmaz ê ku hovîtiya DAÎŞ’ê dît, li rêyên derketina ji vê tarîtiyê geriya. Hevrêyê me Yilmaz ê ku bi çanda welatparêziyê mezin bûye û derdora malbata wî, li dijî çeteyan li ber xwe dan û serî netewandin. Zarokên mam û meta wî tevlî nava refên şoreşê bûn û ji bo azadiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiyan. Kurmetê wî hevrê Elî Ferhan sala 2017’an li Reqayê şehîd bû. Vê şehadetê bandoreke kûr li ser hevrêyê me Yilmaz kir. Piştre rizgarkirina Reqayê ya ji DAÎŞ’ê û azadkirina wê, ji bo hevrê Yilmaz deriyê jiyaneke azad û nû vekir. Hevrê Yilmaz destpêkê Hêzên Azadiyê yên Rojava û piştre jî saziyên şoreşê nas kir. Bû heyranê şoreşa civakî ya ku bi pêşengiya fikrên Rêber Apo pêş ket. Hingî ku di nava şoreşê de jiya, dît ku xwişk-biratiya gelan, azadî û wekhevî ji dirûşme yan jî utopyayekê hîn wêdetir, çawa şênber bûye û veguheriye heqîqetê. Hevrêyê me Yilmaz ji hemû rastiyan bi rê ket, biryar da ku tevlî nava refên şoreşê bibe û sala 2021’an tevlî Hêzên Azadiyê yên Rojava bû.
Hevrêyê me bi hemû hebûna xwe tevlî nava refên şoreşê bû, bi ronahiya îdeolojiya Apoyî bi lez bû şoreşger. Xwend, fêr bû, lêkolîn kir, perwerde dît û xwe pêş xist. Piştî ku perwerdeyên xwe yên ewilî bi serketî temam kir, dest bi pratîkê kir. Sala 2022’yan di akademiya leşkerî de perwerde dît û esas girt ku di leşkeriyê de kûr bibe. Li ser bingehê perwerdeya ku li ser fuzeyê dîtî, bû pispor û bû milîtanekî xurt ê di şer de bi rola xwe rabe. Di bihara sala 2023’yan de li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb perwerdeya îdeolojîk dît û aliyê zanebûnê yê formasyona xwe ya leşkerî temam kir. Hevrêyê me Yilmaz asteke girîng qezenc kir. Heya mehên ewilî yên sala 2023’yan di nava Hêzên Azadiyê yên Rojava de têkoşiya. Lê belê berê hevrêyê me Yilmaz timî li gerîlatiya çiyayên Kurdistanê bû. Dizanî ku li vir hêzeke mezin, moral, taktîk, ruhê leşkerî û xwesteka têkoşînê heye. Gerîlatiya çiyê pir xweşa wî diçû. Lewma her çendî ku pêş ketibe jî, timî hîs dikir ku tiştek kêm e û dixwest temam bike. Lêgerîna hevrêyê me Yilmaz her ku çû zêdetir bû, sala 2023’yan biryara xwe da, hat çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên HPG’ê bû. Di nava refên HPG’ê de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelên Ermenî, Ereb, Kurd û gelên din ên bindest, hewl da bibe milîtanekî berxwedanê.
Hevrê Yilmaz xwedî dîsîplînek leşkerî ya bihêz, cidîbûn û jêhatîbûnek bilind bû. Ji ber vê yekê, ew bêyî zehmetî hînê jiyana çiya bû. Piştî ku demekê li herêma Garê ma û hînê pratîkê bû, dûv re pêşniyarên xurt kir ku biçe deverên berxwedanê. Hevrê Yilmaz, diyar kir ku ew dixwaze zanîn û tecrûbeyên xwe ya bi dest xistî li deverên berxwedanê bixe pratîkê da ku derbên bi bandor li dijmin bide. Hevrê Yilmaz, ku bi bawerî û biryardariyek mezin tevlî Tevgera Apoyî bû, fêm kir ku ji bo xurt bersiv bide, divê bi rengekî fedaî tevlî bibe. Ji ber vê yekê ji bo asta tevlîbûna xwe bigihîne lûtkeyê, pêşniyar kir ku tevlî Hêzên Taybet bibe. Hevrê Yilmaz ji bo ku li qadên berxwedanê bi rengekî fedaî şer bike, helwest û biryardariyek xurt raber kir. Amadekarî, xwestek û biryardariya hevrê Yilmaz ji aliyê hevalên wî ve guncav hat dîtin û li ser vê bingehê ew tevlî berxwedana herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Ev berxwedana efsanewî, ku di dîroka Kurdan de cih girt, bi tevkariya hevrê Yilmaz hîn bêtir xurt bû. Hevrêyê me yê ku pisporê taktîkên çekên giran bû, bi rêbazên ku pêşxistî di vê pêvajoyê de roleke girîng lîst. Di tîmên gerîla yên pispor û bitevger de cih girt û tevlîbûneke mezin di amadekirina gelek çalakiyan de kir. Hevrê Yilmaz ê ku bi wêrekiye xwe ya mezin, têkoşîna xwe ya bi biryar, bêtirsî, sekna xwe ya fedaî û jîrbûna xwe ya taktîkî hate nasîn, wekî şoreşgerekî ku peywirên xwe bi cih anî, navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand.
Hevrêyê me Yilmaz, di 30’yê Mijdara 2023’yan de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dema li ser peywirê xwe bû û hewl dida derb li dijmin bixe, di encama êrîşa dimin de tevlî komek hevrêyên xwe şehîd bû. Em şehîdê xwe yê enternasyonal hevrê Yilmaz ku bingeha manewî ya yekîtiya azad û demokratîk a gelan temsîl dike, bi hurmetî bi bîr tînin. Em soz didin ku bi pêkanîna armanc û xeyalên wî, bîranîna wî nemir bikin.”




