ROJAVA –
Hesekê
Li bajarê Hesekê, ji bo protesto kirina êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinen Ciwan gel daket kolanan. Li Helebê, di taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de nîşandana piştgiriya berxwedana ciwan û gel berdewam e.
REQQA
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin qadan. Ciwanan kolanen Reqqayê bi konvoya seyaran geriyan.
Piştî wê yekê ciwanan daxûtanîyek dan. Di daxûyaniyê de her wiha hat destnîşankirin, “Em hemû êrîşên faşist ên li herêmên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar û lanet dikin. Em, wekî Ciwanên Şoreşger ên bajarê Reqqayê, seferberiya giştî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Em ê nehêlin ku tu hêzên kirêt li herêmên me tevbigerin, û em ê nehêlin ku tu kirêt ciwanên me hedef bigirin û wan îstismar bikin.”


