KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li bajarê Kobanê civîna xwe ya salane lidarxist. Bi dehan jinên ciwan ên herêmê tevlî civînê bûn.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpêkir. Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Kongra Star a Kobanê Xûnav Xelîl hat kirin. Xûnav da diyar kirin ku jinên ciwan divê rolekî bingehîn di pêşengtiya civakê de bilîzin.
Piştî wê, nirxandinên Rêber Apo li ser rola pêşeng a jinên ciwan û, her wiha, rapora xebatê sala 2025 a Yekîtiya Jinên Ciwan hatin xwendin.
Dîmenekî li ser kar û çalakiyên jinên ciwan a salekî hat pêşkêş kirin.
Piştre jinên ciwan nêrîna xwe li ser rewşa heyî ya xebatê YJC gotin û pêşniyarên xwe ji bo pêşxistina wê anîn ser ziman.


