NAVENDA NÛÇEYAN- Çavkaniyekî xwecihî ragihand ku ji roja înê ve têkilî bi ciwan Hesen Semîr Osman ê Elewî yê ji Laziqiyê qut bûne.
Li gorî çavkaniyan, ev ciwan ji roja înê ve (19 Kanûn) ve winda ye. Têkiliya herî dawî bi Hesen re, dema hevalekî wî li Çerxerêya Ezherî ya Laziqiyê telefon wî kir ku pereyên xwe vegerîne, bû. Ji wê demê ve têkilî pê re qut bûne.
Malbata Hesen metirsiya ku tiştek bi kurê wê hatiye anî ziman. Lê îhtîmal hene ku ew ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve hatiye girtin an jî ji hêla komên çekdar ve hatiye revandin.
(ANHA)

