KOBANÊ – Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi sedan gelê Kobanê li Qada Jina Azad kom bû ji bo piştgiriya xwe ji berxwedana li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hemberî êrîşên hikûmeta HTŞ nîşan bide.
Dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd”, “Bijî berxwedana QSD”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana YPJ” hatin berzkirin û govend hat gerandin.
Çalakvanan diyar kirin ku ewê heya dawiyê li keleka şervanên QSD û axa xwe ji hemû dagirker û neyaran biparêzin.

