HELEB – Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, derdora saet 18:00’an de, du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşeke milîsên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ciwanên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bersiv dane êrîşê. Heta niha, komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê her du taxan bi çekên makîneyî û wesayîtên keşfê yên hewayî bombebaran dikin. Êrîş hîn jî berdewam dikin.
Di encama van bombebaranan de zêdetirî 20 sivîl birîndar bûn û jinek jî hat kuştin.


