Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

Edîtor: Axin Mahir Dicle
21/12/2025 - 19:02
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER), 4’emîn kongreya xwe ya asayî li saloneke dawetê ya Okmeydanî ya Stenbolê li dar xist. Gelek kes tevlî kongreyê bûn. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajêr Arîfe Çinar û Çinar Altan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên Dayikên Aştiyê, , Komaleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re (MATUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de gelek caran dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Kongre piştî deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Meral Daniş Beştaş di kongreyê de axivî û diyar kir ku di pêvajoya pevçûnê de gelek êşên wan çêbûne û wiha got, “Em êdî naxwazin xwişk û birayên xwe winda bikin. Serê me bi şehîdên me bilind e, ew hemû nirxê vê gelî ne. Ger em îro dikarin qala demokrasî û azadiyê bikin û bi zimanê xwe biaxivin ev bi saya wan e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê di nava berxwedanê de ne. Hêviya me zêde ye! Her wiha em di nava pêvajoyeke krîtîk de ne. Ev pêvajo bi banga Birêz Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de destpê kir. Ez di wê baweriyê de me ku Rêbertî jî difikire ku berdêlên çawa hatin dayîn. Eger têkoşîna ku em di nav de ne bi ser bikeve, em ê bi hev re bikenin. Li aliyê din em îro nikarin bibêjin ku tecrîd rabûye. Hevdîtinên li Îmraliyê hîna jî bêyî erêkirina wezaretê nayê kirin. Lê li gorî duh îro hevdîtn rehettir çêdibin. Hizr û gotinên Birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn re dibe rênîşander. Girêdayî vê hêviyê, deklerasyon, hizir û pirtûkên wî cîhanê ronî dike. Em guh bidin Birêz Ocalan. Em ê vê pêvajoyê bêyî çek, bêyî xwîn rijandinê û bêyî ku tu mirovên xwe winda bikin bi rêya siyaseta demokratîk birêxistin bikin.”

PEYAMA RÊBER APO HATE XWENDIN

Piştre Kurdiya peyama Rêber Apo ji aliyê Mehmet Bulut ve û Tirkiya vê jî ji aliyê Dayika Aştiyê Rewşan Doner ve hate xwendin.

Temamiya peyamê bi vî rengî ye: “Girêdanbûna me ya bi bîranîna şehîdên me yên têkoşînê, avakirina civakekî demokratîk di nava aştiyê de ye. Ez hemû şehîdên têkoşînê ku di van xakan de ji bo azadî, rûmet û jiyana wekhev a gelan jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Fedakariya van di meşa azadiyê ya vî gelî de wekî hişmendî, îrade û daneheva dîrokî jiyan dike. Ew wîjdanê têkoşîna me û rastiyên dîrokî ne ku di bîra gelê me de şopên nayên jêbirin hiştine. Lê divê bi eşkerayî bê gotin ku di qonaxa niha de têkoşîna azadiyê, ne hunera zêdekirina mirinê ye, hunera birêxistinkirina jiyanê ye. Bîranîna şehîdên me, ne bi windahiyên nû, lê bi avakirina wê jiyana demokratîk, wekhev û birûmet a ku wan di oxira wê de li ber xwe daye, bi wate dibe. Her windahî, ji bo min çiqasî sedema têkoşînê be, ewqasî jî êşeke giran e ku ez di dilê xwe de hildigrim. Ez dixwazim rê li ber şehadeta xortekî bi tenê jî bigrim û nehêlim ku dayikek din jî li pey kurê xwe şînê bigre.

“Dilsoziya rastîn ne vekirina rêya windahiyên nû ye; berovajî wê, bi wêrekiya avakirina zemîna siyasî û civakî ya ji bo têkoşîneke aştiyane ye. Mîrasa ku wan ji me re hiştiye ne domandina şer e, nîşandana vîna çareseriya demokratîk e. Wan têkoşîn kir ji ber ku bawer dikirin ku pêşerojeke ku gel tê de bi hev re û bi azadî bijîn pêkan e. Erka ku îro dikeve ser milê me, tacîdarkirina vê keda dîrokî bi aştiyê ye û vekirina deriyê serdemeke nû ye ku li ser bingeha lihevkirina demokratîk hatibe avakirin. Rêzgirtina rastîn, rêgirtina li windahiyên nû ye. Bîranîna rastîn, birina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e. Dilsoziya bi şehîdan re, nîşandana wê wêrekiyê ye ku mirov ji cihê ku wan lê hiştiye, civakeke demokratîktir, azadtir û mirovîtir ava bike. Bi vê hest û berpirsiyariyê, ez li ber bîranîna hemû pakrewanên têkoşînê bi rêz bejna xwe ditewînim û xizmên wan bi rêz û hezkirineke bêdawî silav dikim.”

‘FELSEFEYA BIRÊZ OCALAN LI CÎHANÊ DENG VEDIDE’

Piştre Hevseroka Bajarê Stenbolê ya Partiya DEM’ê Arife Çınar wiha axivî: “Di encama şerê ku 52 sal in didome de berdêlên giran hatin dayîn û windahiyên mezin çêbûn. Hişmendiya dewleta Tirk her tim li ser girtina ser rastiyê û tinehesibandina wê bûye. Lê belê, ya ku rastiyê derdixe ronahiyê, têkoşîna wê dide û jiyanê bi wate dike, têkoşîna pakrewanên me ye. Birêz Ocalan bi banga aştiyê û civaka demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de kiribû, ji bo pêkanîna aştiyeke bilez li ser vê axê her cure nexşerêyekê datîne holê û ji bo vê yekê li Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Lê dema em lê dinêrin, aliyekî ku hebûna hişmendiya dewleta Tirk nîşan dide û gelê Kurd tine dihesibîne jî heye. Îro gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hebûna xwe nîşan daye û pergala xwe ava kiriye. Felsefeya kûr a Birêz Ocalan ne tenê li Bakur, li hemû cîhanê ye. Ronahiya felsefeya wî di vê cîhana tarî de diçirûse.”

Piştî axaftinan, di hilbijartinên hatin kirin de İlhami Kurt û Hulya İlbars wekî hevserokên ANKA-DER’ê hatin hilbijartin. Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.