Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kêliyên dawî yên faşîzmê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/06/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Kêliyên dawî yên faşîzmê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Aysel AVESTA nivîsand 

Gelê Kurd bi salan e li dijî pergala faşîst û qirker ji bo hembûna xwe têdikoşe. Ji bo hebûna xwe misoger bike gelek berdêlên giran dan û hîn jî dide, ji ber ku hêj hebûna wî nehatiye qebûlkirin. Serdest û desthilatên Kurdistanê jî ji bo Kurdan ji rûpelê dîrokê rakin serî li gelek rê û rêbazên qirêj dan û ev siyaseta wan hîn jî dewam dike. Ji Dêrsimê heta Meraşê, ji M0ehabadê heta Şengalê ji Geliyê Zîlan heta Kobanê li dijî dîrok, çand û baweriya Kurdan bi dehan komkujî çêbûn. Li gel van komkujiyên bi êş, bi dehan pêşengên vî gelî bûn hedef û hatin kuştin. Bi sedan pêşeng jî di zîndanan de dîl tên girtin.

Li hemberî civaka Kurd, rê hemû ji xwe re destûrdayî dîtin û êrişî nirxên Kurdan kirin. Ji destavêtinê, heta bi êşkence, lêdan û kuştinê. Bi polîtîkayên şerê teybet hewl dan hîmê civakê birîzinin. Xwezaya Kurdistanê talan û wêran kirin. Bi xirakirina deverên dîrokî xwestin civakê bê bîr û hafize bihêlin.

Li Bakûrê Kurdistanê bi dagirkeriya qeyûman, dest werdan vîna gel. Li Rojavayê Kurdistanê piştgirî dan komên çeteyan da ku gel li wir pergala xwe ya xweser ava nekin. Li Başûrê Kurdistanê bi destê nokeran xwestin serweriya xwe bi dagirkirina Şengal û valakirina Mexmûrê pêk bînin.

Dema ev hewldana wan li berxwedana gel qelibî, vê carê berê xwe dan Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li Garê xwe ceribandin lê hewildana wan neçû serî. Hesabê wan li Garê serûbinî hev bû. Piştî bibinketina li Garê, vê carê bi hêz û teknîka xwe hemûyî, li gel piştgiriya hêzên navneteweyî 23’yê Nîsanê li hêrêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişên dagirkeriyê kirin.

Ev zêdeyî du mehan e gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî artêşa NATO´yê bi vîneke ji pola li ber xwe didin. Artêşa Tirk ku li hemberî berxwedana gerîla bê mecal maye, qanûnên şer binpê dike û li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, lê dîsa nikare gavekê bi pêş ve were. Niha jî hewl dide bi piştgiriya xayin û nokeran, xaka Kurdistanê ku bi berdêlên giran hatî azadkirin, dagir bikin.

Mala Barzanî jî alî û kesayetên niştinmanperwer hemû jî lazim e di vî alî de hestyar û baldar bin. Divê em yek kêliyê ji birnekin ku dijmin sûnd xwariye ku qira me bîne. Ji bo me tine bike, ew ê her rêbazê, dûrî aqilan be jî bi kar bîne, ji xwe tişta niha dike jî ew e. Bila ti kes xwe nexapîne pêşiyên me belesdem negotine, “Dijmin nabe dost’. Dem ew dem e ku em li hemberî êrişan hemûyan bi helwêsta neteweyî tev bigerin da ku em faşîzmê têk bibin. Heta em nebin yek, wê rojane Deniz Poyraz û Zîlan (Zeynep Kinaci) ji nav me biçin.

Dayika Deniz Poyraz Fehîme Poyraz di kêliya xwe ya herî bi êş de çi got, “Tekane daxwaza min ji her kesî; em bibin yek. Heke ji destê wan bê Tayîb Erdogan û koma wî dê êrişî Kurdistanê hemûyî bike”. Dayika Fehîme ji nava dilê xwe yê bi êş sekna li dijî dagikeran divê çawa be, diyar kir. Bi ya min, divê aliyên siyaseta Kurd hemû vê bangê ji xwe re bikin esas. Ji ber ku panjehra zilm, faşîzîm û dagirkeriyê yekîtî ye. Di serî de jin û ciwan, divê bêşên civakê hemû bi vê hestyarî û berpirsyariyê rabin û helwêsta xwe raber bikin.

Ji bo jinan gelek sedem hene ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Ji ber ku herî zêde jiyana wan di bin metirsiyê de ye. Ew divê hem li dijî dagirkerî û faşîzmê, hem li dijî şidet, kuştin û destdirêjiyê, û hem jî li hemberî her cûre paşverûtiyên civakê têbikoşin. Di heman demê de ji ber ku ew avakarên jiyanê ne divê ji bo jiyaneke wekhev û azad ji herdemê bêhtir bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Sembola ciwanên her çar parçeyên Kurdîstanê

Nivîsa Pêş

Tûrnûvaya Ciwana ya li Amedê di roja çareemîn li pey xwe hîşt

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Tûrnûvaya Ciwana ya li Amedê di roja çareemîn li pey xwe hîşt

Tûrnûvaya Ciwana ya li Amedê di roja çareemîn li pey xwe hîşt

Çalakiya dagirkirinê ya ciwanên Kurd li Balafirgeha Parîs Charles de Gaulle

Çalakiya dagirkirinê ya ciwanên Kurd li Balafirgeha Parîs Charles de Gaulle

Manşet

  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.