Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Em ê li ser xeta hevrê Zîlan û Helmet li ber xwe bidin!

PKK’ê şehîd Zîlan û şehîd Diyar Xerîb bi bîr anîn û got “Berxwedana me ya zêdetirî çil salan fedaiyên mîna hevrê Zîlan û Helmet afirandin. Ji niha û pê ve jî em ê ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/06/2021 - 12:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK: “Em piştevaniya partiyên ku di bin sîwana ICOR’ê de li hev kom bûne silav dikin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Zîlan û Helmet (Diyar Xerîb) di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn. Daxuyaniya PKK’ê wiha ye:

“Pêşenga me ya fedayî, xwedawenda me ya azadiyê, rûmeta jin û gelê Kurd hevrê Zîlan (Zeynpe Kinaci) di salvegera 25’an a şehadeta wê de bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Roja Fedayîtiyê ya 25’an di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, hêzên xwe yên gerîla yên leheng, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Her kesên ku li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker li ser xeta Zîlan ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin silav dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin. Weke tevger û gel, em ê di sala 26’an a fedayîtiyê de hîn bi xurtî şer bikin û bi rengekî mezin bi ser bikevin.

Beriya niha bi 25 salan di 30’ê Hezîrana 1996’an de hevrê Zîlan li navenda Dersimê bi çalakiya xwe ya fedayî derba herî giran a dîrokî li sîstema faşîst-qirker xist û bi hişmendiya xwe ya azadiyê çalakiya me gihand asta herî bilind. Bi wêrekî û fedakariya xwe, bi biryardarî û îradeya xwe, bi dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê û dilsoziya bi Rêbertî re xwe gihand jin, ciwan û tevahiya gelê me û kesayetên nû yên azad, civakeke demokratîk afirand. Bû sembola têkneçûyîn û afirîneriya taktîkê ya gerîla. Gerîlatiya jinê ya li ser xeta fedayî û pêşengiya jinê ya li têkoşîna azadiyê xurt kir. Xeta azadiya jinê û şoreşa jinê ya azad afirand ku li Kurdistanê ava bû û li cîhanê belav bû. Afirîneriya rastî ya jinên azadbûyî ya li ser xeta Apoyî û hêza wê ya serketinê nîşanî her kesî da. Xweparastin û gerîlatiya jinê ku şûrê azadiyê ye, afirand.

EM LI SER XETA FEDAYÎTIYÊ YA ZÎLAN ŞER DIKIN Û BI SER DIKEVIN

Bi navê gel û tevgerê, çaryek sedsal e ku em li ser xeta fedayîtiyê ya Zîlan şer dikin û bi ser dikevin ku vê yekê xeta Lehengî û Rûmeta Neteweyî ya 14’ê Tîrmehê ya li zindanan gihand nava gerîla û têkoşîna azadiyê ya jinê. Ya ku me têgihiştî dike, bi rêxistin dike, ruh û wêrekiyê dide, dike ku têk neçe û her tim bi me dide qezençkirin, ev xeta fedayîtiyê ye. Ya ku êrişên di asta komploya navneteweyî de hêzên mêtinger-qirker pûç kir, ev xeta fedayîtiyê ye. Ji bo me gel û tevgerê, çavkaniya me ya herî mezin a hêzê, ev xet e ku di rastiya Zîlan de şênber bûye.

Di serî de li Metîna, Zap û Avaşînê, li Heftanîn û Xakurkê, li tevahiya çiyayên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li her qadê ev şerê ji bo demokrasî û azadiyê li ser vê xetê tê meşandin. Ya ku her roj derbên giran lê dide û faşîzma AKP-MHP’ê li binê erdê dixe, ev xet e. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gel û dostên me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya pê re, li ser vê xetê çalakiyan dikin. Pêşengiya jinê ya li her qadê, asta wê ya têk naçe, bi vê xetê tê afirandin. Şervaniya HPG û YJA Starê ya bi Zîlanbûyî, dibe pêşengiya rasteqîn, nav û sonda serketinê. Hevrê Zîlan 25 sal in di nava têkoşîneke wiha ya lehengiyê de heye û ji niha û pê ve jî wê her tim bi vî rengî hebe!

RASTIYA HEVRÊ HELMET MAF, EDALET Û HEQÎQETÊ TEMSÎL DIKE

Bi navê gel û tevgerê, em di salvegera duyemîn a şehadeta lehengê xelkê me yê Başûrê Kurdistanê, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Helmet (Diyar Xerîb) de ne. Di salvegera duyemîn a şehadeta wî de, em hevrê Helmet ê ku her timî ronakbîr bû bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku armanca wî bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wî derkevin. Di serî de xelkê me yê Başûrê Kurdistanê em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan dikin ku rastiya hevrê Helmet rast fêhm bike û xwedî lê derkevin.

Rastiya hevrê Helmet bi rastî jî ronakbîriyeke mezin e; maf, edalet û heqîqetê temsîl dike. Nîşanî me didin ku welatparêziya Kurd, demokratbûn û şoreşgeriya rasteqîn divê çawa be. Nîşanî me da ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger-qirker divê her mirovekî Kurd çawa helwestê nîşan bide. Raxist pêş çavan ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê divê helwesteke çawa bê nîşandan, divê çi bê kirin.

Li dijî her cûre helwestên nokerî û xiyanetê yên xumamîkirin û berevajîkirinê, rastiya hevrê Helmet timî me ronî dike; datîne pêşiya me ku helwesta demokratîk û neteweyî ya rastî divê çawa be. Bi rastiya xwe, ku parçebûna Kurdistanê qebûl nedikir, dagirkerî û mêtingerî nas nedikir, li dijî qirkirina li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn ji xwe re dikir esas û yekitiya neteweyî-demokratîk di ser her tiştî re didît, rêya me timî ronî dike.

Em di wê baweriyê de ne ku di salvegera duyemîn a şehadeta wî de rastiya hevrê Helmet wê li Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir bê nîqaşkirin, bê fêhmkirin û xwedî lê bê derketin. Di serî de jin û ciwan, wê tevahiya gelê me vê rastiyê ji xwe re bike esas. Di vê çarçoveyê de wê helwestên hevkariyê re bêhtir bê teşhîrkirin, li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê helwesteke hîn zelal û eşkere bê nîşandan, li dijî her cûre dagirkerî û hevkariyê wê hîn bêhtir bibe yek û têkoşîneke xurtir bê meşandin. Helwesta ku bi kêrî gelê me û mirovahiyê tê, ev helwest e. Ev helwest û têkoşîn wê hebûna me ya neteweyî, wê paşeroja me ya azad misoger bike.

Li ser vê bingehê di serî de PDK em bang li partî û rêxistinan hemûyan dikin ku li dijî dagirkerî û qirkeriyê, helwesta xwe ji bo yekitiya neteweyî û têkoşîna azadiyê deynin. Di serî de DYE û Elmanya em hêzên derve hemûyan vedixwînin ku dest ji helwesta xwe ya parçekirina yekitiya Kurdan berdin û ji bo yekitiya neteweyî û azadiyê helwestê diyar bikin. Di serî de gelên cîran em bang li gelan hemûyan û mirovahiyê dikin, ku cîhaneke demokratîk biafirînin.

Bi navê tevgera PKK’ê û gelê Kurd em her tim alîgirê yekitiya demokratîk-neteweyî ya Kurdan e, di pirsgirêka Kurd de alîgirê çareseriya demokratîk a biratiya gelan e. Em bang li hêzên siyasî hemûyan dikin ku vê rastiyê bibînin û hurmetê nîşanî vê yekê bidin. Li ser vê bingehê zêdeyî çil salan me li ber xwe da, bi deh hezaran şehîd dan û fedayiyên mîna hevrê Zîlan û Helmet afirand. Ji niha û pê ve jî em ê ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em bang li jin û ciwanan, gel û dostên xwe dikin ku li dora pêngavên serkeftinê yên gerîlayên me yên leheng bicivin, pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ bi ser bixin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Fermandarê QSD Mazlûm Ebdî daxuyaniyek ji civîna koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê re

Nivîsa Pêş

HPG nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir: “em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin”

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir: “em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin”

HPG nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir: "em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin"

LEZGÎN – Gerîla TV, dîmenê çalakiya Xantûrê weşand

LEZGÎN - Gerîla TV, dîmenê çalakiya Xantûrê weşand

Manşet

  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayikên Şemiyê rastî êrîşên polîsan hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Perspektîfa ku Rêber Apo ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.