Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê 6 şehîdên Avaşînê bi bîr anî

"Malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman Ronahî, Nesrîn, Berfîn, Marya, Devran û Demhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku wê bîranîna van rêhevalên me yên qehreman her dem di têkoşîna me de bijî."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/06/2021 - 14:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
HPG’ê 6 şehîdên Avaşînê bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Li dijî konsepta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a dagirker ku li dijî rastiya Kurd û Kurdistanê bi rêk û pêk dimeşîne, gelê me bi berxwedana herî xurt a dîrokê bersiv daye. Xeta berxwedanê ku bi selfeya Rêber Apo diyar bûye, bi rengekî bênavger gihîştiye heta vê serdemê. Partiya me PKK ku bi vê xeta berxwedanê ava bûye, ji bo keda şehîdên me yên pîroz bi serketinê tacîdar bike, têkoşînê her roj mezin dike. Operasyona dagirkeriyê ku dewleta Tirk a mêtinger şeva 23’ê Nîsanê da destpêkirin, ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve bi xeta Berxwedanê ya Zindana AMedê hate pêşwazîkirin û daxwazên mêtingeran careke din di ber wan de hate hiştin. Bersiva ku li Mamreşo ji mêtingeran re hate dayin bû efsane û cihê xwe di dîroka bi rûmet a Kurdistanê de girt. Dagirkerên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê di her gavê de li bersiva gerîla rast tên, careke din bi têkçûnê re rû bi rû man. Hevrêyên me Ronahî, Nesrîn, Berfîn, Marya, Demhat û Devran ku hîn ji kêliya destpêkê ve cihê xwe li refên pêş girtin û derbên giran li dagirkeran dan, tevlî nava karwanê nemiran ê Kurdistanê bûn, veguherîn sembola nemiran a paşeroja azad a gelê me.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ronahî Axîn
Nav paşnav: Ayşe Atagoren
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Halîse-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2021 / Avaşîn

 

Nasnav: Nesrîn Gever
Nav paşnav: Bedîa Çakmakçi
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sîtî-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2021 / Avaşîn

 

Nasnav: Berfîn Xeyrî Botan
Nav paşnav: Nergîz Ertaş
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Şukran-Omer
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2021 / Avaşîn

 

Nasnav: Marya Aram
Nav paşnav: Nergîs Pîtek
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Kiymet-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2021 / Avaşîn

 

Nasnav: Devran Ekîn
Nav paşnav: Mazlûm Baran
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Medîne-Abdulselam
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2021 / Avaşîn

 

Nasnav: Demhat Bahoz
Nav paşnav: Rêbîn Omer
Cihê jidayikbûnê: Hewlêr
Dayik-Bav: Hasîbe-Omer
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2021 / Avaşîn

 

RONAHÎ AXÎN

Hevrêya me Ronahî li navçeya Licê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ji vê navçeyê bi sedan keç û xort ji bo azadiya Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn. Hevrêyê me Ronahî, ji ber ku malbata wê welatparêz bû zû Têkoşîna Azadiyê nas kir. Ji nêz ve polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk dît û gihîşt wê baweriyê ku li dijî vê yekê divê li nava refên gerîla têbikoşe. Hevrêya me Ronahî ku bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakariyê bi rengekî cewherî tevlî nava jiyana gerîla bû. Hevrêya me Ronahî zanîbû ku nirxên li nava PKK’ê hatine afirandin ku hemû bi ked û fedakariyeke mezin hatiye afirandin û bi baweriya ku nirxên nû bi vî rengî dikarin bên afirandin tevlî nava pratîkê bû. Hevrêya me Ronahî bi perwerdeya wergirtî Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo nas kir û ji bo jiyanek li gorî fikrên azadiyê bijî gelekî hewl da. Li ser vê bingehê li sîstema bi serweriya mêr pirsî û taybetmendiyên paşverû yên ku vê sîstemê dane jinê, ji ser xwe avêt. Hevrêya me Ronahî di wê baweriyê de bû ku jiyaneke azad tenê bi jineke azad dikare pêk were, bi vê armancê ji bo xwe weke wezîfeyeke şoreşgerî dît ku hevrêyên xwe perwerde bike. Ji Amedê heta Avaşînê bênavber têkoşiya, bi fedakarî, daxwaz û wêrekiya xwe ya li nava jiyan û têkoşînê, wê timî weke yek ji fermandarên jin ên pêşeng ên berxwedana Avaşînê bê bîranîn.

NESRÎN GEVER

Hevrêya me Nesrîn li nava malbateke welatparêz li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Ji ber derdora xwe ya welatparêz û dilsoziya bi Tevegera Azadiyê ya Kurdistanê re ji zarokatiyê ve rastiya PKK û gerîla nas kir. Hevrêya me Nesrîn ku bi destanên lehengiyê yên gerîla mezin bû, dema ku dora têkoşînê hate wê bêteredût dest bi têkoşînê kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetmendiya xwe ya jîr û hînbûnê, di demeke kurt de hînî ji yana gerîla û çiyê bû. Bi jiyana gerîla û çiyê re di hesayetiya xwe de guhertinên girîng kir û bandora sîstema kapîtalîst ji ser xwe avêt. Hevrêya me Nesrîn ku li herêma Avaşînê dest bi gerîlatiyê kir, li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê wezîfe kir û sala 2018’an vegeriya herêma Avaşînê ku lê dest bi jiyana azad kiribû. Vê carê di asta berpirsyarî û fermandariyê de tevlî karên şoreşê yên li Avaşînê bû. Hevrêya me Nesrîn tevlî gelek çalakiyan bû yên ku derbên giran li dewleta Tirk a qirker hate xistin û bi rola pêşengiyê rabû. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dema dawiyê jî weke fermandareke jin li ber rabû, tevlî çalak çalakiyan bû ku dijmin matmayî hişt û wezîfeyên şoreşgerî bêkêmasî bi cih anî.

BERFÎN XEYRÎ BOTAN

Hevrêya me Berfîn li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker malbata wê neçar ma ku koçî Mersînê bike. Partiya me PKK ku nirxên gelê me temsîl dike, zû nas kir. Hevrêya me Berfîn ji zarokatiyê ve dixwest tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe û sala 2014’an hate herêma Botanê û tevlî nava refên gerîla bû. Bi armanc û kelecana avakirina jiyana azad li ser xeta nasnameya jin a azad, li her derê bi rengekî xurt tevlî kar bû. Li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê ku dixwest gelê me qir bike, çû Şengalê û tevlî nava refên berxwedanê bû. Temsîla Îdeolojiya Azadiya Jinê bi rengê herî xurt kir. Herî dawî li herêma Avaşînê di şerê dijî mêtingeriya dewleta Tirk de gelek kar kir ku derbên herî giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêya me Berfîn bi têkoşîna xwe ya li Avaşînê tevlî şehîdên nemir ên Kurdistanê bû.

MARYA ARAM

Hevrê Marya li Nisêbînê ya ku bajarê berxwedan û serhildanê ye ji dayik bûye û li gorî çand û welatparêziya malbatê mezin bûye. Ji ber ‘Plana çokdanînê’ ya ku dewleta Tirk a dagirker dabû destpêkirin, Nisêbîn di serî de li gelek bajarên Kurdistanê dest bi êrîşân kiribû û ji xeynî qirkirinê tu rê li ber gelê me nehiştibû, hêrsa hevrê Marya ya li hemberî dijmin zêde kiriye. Hevrê Marya rewşa qirkirina li ser gelê me baş dîtiye û ji ber vê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Marya piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye ji ber coş û heyecan xwe, hemû hevrêyan jê hez kiriye. Hevrê Marya li gelek qadên Başûrê Kurdistanê peywir stendiye û bi kesayetiya xwe ya çalak û jixwebawer di her qadê de serkeftî ye. Hevrê Marya ji bo ku layiqî şehîdan be, ketiye nav pratîkeke kûr. Dema ku dewleta Tirk a mêtinger êrişî qada Avaşînê kiriye, hevrê Marya ji bo tolhildana hevalên şehîd tevlî gelek çalakiyan bûye û derbên giran li dijmin xistiye.  Hevrê Marya bi hevrêtiya xwe ya samîmî û helwesta xwe ya li ser xeta jinên azad ji hemû hevrêyan re bûye mînak û di nav qehremanên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de cih girtiye.

DEVRAN EKÎN

Hevrê Devran li Çewlikê ya ku bajarê qedîm û berxwedêr ê Kurdistanê ji dayik bûye. Hevrêyê me meraqeke wî ya zêde li ser felsefeya partiyê û jiyana wê hebû û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Ekîn têgihiştiye ku guherandina kesayetiya ku pergalê ava kiriye û cewhera felsefeya Rêber Apo ye û li ser vî esasî xwe perwerde kiriye. Hevrêyê me di nava demeke kurt de geşedaneke mezin pêk aniye û li qada Avaşînê tevlêbûneke xurt kiriye û di dema operasyona dagirkeriyê de li herî pêş cihê xwe stendiye. Hevrê Devran di dema berxwedana Avaşînê de tevlî nav karwanên şehîdan bûye. Wê xeta wî ya şoreşger her dem di têkoşîna me de bijî.

DEMHAT BAHOZ

Hevrêyê me Demhat li Hewlêrê ji dayik bûye, li ser xeta berxwedêr û destûrê nade dagirkeriyê ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê mezin bûye. Di temenekî ciwan de tevlî nav xebatên ciwanan bûye û dema ku êrîşên dagirker zêde bûye, li ser felsefeya Rêber Apo ji bo parastina axa Kurdistanê ya pîroz tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrêyê me di dema operasyona ku dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsanê de dabû destpêkirin, bi cesaretekî mezin şer kir û di nav qehremanên Avaşînê de cihê xwe girt. Hevrê Demhat girêdana pîroz a di nav jiyana PKK’ê de ji xwe re wekî xeta sereke dîtiye û li ser vî esasî tevlî nav xebatan bûye.

Malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman Ronahî, Nesrîn, Berfîn, Marya, Devran û Demhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku wê bîranîna van rêhevalên me yên qehreman her dem di têkoşîna me de bijî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kurd li Stûttgartê dewleta Tirk û PDK şermezar kirin

Nivîsa Pêş

Xwendekar û Mamosteyên şehbayê li dijî êrişên Dewleta Tirk meşiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwendekar û Mamosteyên şehbayê li dijî êrişên Dewleta Tirk meşiyan

Xwendekar û Mamosteyên şehbayê li dijî êrişên Dewleta Tirk meşiyan

Artêşa Dewleta Tirk nikare gerîla, gundan bombebaran dike!

Artêşa Dewleta Tirk nikare gerîla, gundan bombebaran dike!

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.