Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla: Armanc diyar be sînorên heyî radibin

"Jin bi baweriya cewherî dikare pêşengtiya şerên herî mezin jî bike. Fermandariya jin ya ku di şer de pêş dikeve bala tevahiya cîhanê dikişîne. Sekna xurt û rêxistinbûna jinan wê bi xwe re hêviya jiyana azad hîn xurt bike."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/01/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ARMANC DİYAR BE SÎNORÊN HEYÎ RADİBİN
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

“Ji bo azadiya Rêber Apo pratîkeke têrker pêwîst dike ji ber vê yekê em weke milîtanên Rêbertî bi sekna Apoyî dikarin dijmin bi bin bixin û tola hezaran salan jê bigrin. Emê bi çalakiyên xwe ji tevahiya cîhanê re bidin nişandan ku em bê Rêbertî nikarin jiyan bikin û ji bo ewlehiya Rêbertî emê heta dawî berxwebidin.

Em pêşengên Şerê Gelê Şoreşgerî ne ji ber vê yekê pêwîste di hemû aliyan ve taybetî jî bi rêya xwe zane kirinê re dikarin rêxistinbûna gel pêşbixin. Armanca min ya herî mezin azad kirina Rêber Apo û ya gelê Kurd e. Dema ku armanca mirov diyar dibe û heta dawî zelal dibe wê demê ti sînor li pêşiya wê namîne.

Jin bi baweriya cewherî dikare pêşengtiya şerên herî mezin jî bike. Fermandariya jin ya ku di şer de pêş dikeve bala tevahiya cîhanê dikişîne. Sekna xurt û rêxistinbûna jinan wê bi xwe re hêviya jiyana azad hîn xurt bike.

Bi rastiya Serokatî re em dikarin rastiya xwe jî binasin. Her ku em xwe nas bikin bi qasî wê em dikarin bigihîjin sekna jinên şoreşger. Di kesayeta xwe de bi pêş xistina pîvanên milîtantiyê re ezê heta jiyaneke serkeftî têbikoşim. Bi qasî ku rastiya tevgera azadiyê di kesayeta xwe de pêk bînim ewqasî jî dikarim rast jiyan bikim. Ji ber ku xeyalên me mezin in. Hêviyên jiyana azad berê me da çiyayên bi heybet. A niha berê min bi felsefa Serkatî re ronî dibe. Her tim bi xwe re di nava şerekî mezin de me ger ku bikaribim bi serkeftineke mezin vê şerê berdewam bikim wê deme dikarim rêya azadiyê de bibim stêrkek. Bi kesayeta xwe re şer dikim û ji vê şerê natirsim. Ji ber ku cîhê ku tirs dest pê bike li wê derê mirov bi wenda kirine re rû bi rû dimîne.

Jin hêviya jiyana azad e

Her ku naskirina dîrokê pêş dikeve hîn zêdetir bersivên pirsên min jî zelal dibin. Weke jin armanca me pêş xistina jiyana azad e ji bo vê yekê bi qasî naskirina dîroka jin em xwe jî nas dikin. Ji bo ku ez di rêya hevalên şehîd de bimeşim pêwîste sekin û tevlîbûna wan, ji bo xwe esas bigrim. Dema ku jiyana şehîdên me yên weke; Berîtan, Zekiye Alkan, Berîvan û tevahiya hevalên jin yên şehîd gohdar dikim ji bo min dibe bingeh da ku xwe nas bikim. Dema ku rastiya heval Zîlan temaşe dikim wê deme dibêjim; “Pêwîste her jineke bibe weke Zîlan.” Ezê her tim ji bona xwe gotina heval Zîlan a; “Bûyîna xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin” bikim bingeha jiyana xwe. Îradeya heval Zîlan ya xwedî wate ji bona me jî bûye wateya jiyankirina rast. Bi çalaki û jiyana xwe re di dilê me hemû yan de bicîh bûye. Heval Berîvan bi şêwaza rêxistin kirina gel re îrade û bawerî pêş xistiye, bi vî awayî di raperîna gelan de di refên herî pêş de cîhê xwe girtiye. Bi sekna van hevalan re hate dîtin ku jina Kurd dikare tekoşîna jiyana azad bi awayekî serkeftî bide meşandin û ji herkesê re dibe mînak.

Bersiva razberên jiyanê Rêber Apo ye

Rêheval Kemal Pîr, Mazlum Doxan û tekoşîna hevalên li zindanan, asta berxwedanê hîn mezintir kiriye û dûvre jî xelekekî ji agir derdora vê berxwedanê pêçandiye da ku kesekî nikaribe nêz bibe. Tevgera Azadiyê heta roja îro bi berxwedanê hatiye ji ber vê baş bê zanîn ku tekoşîn û berxwedan ticarî bi dawî nabe berovajî geş dibe. Ti tarîtî nikare ronahiya bê dawî tine bike û ti zordarî nikare qehremantiya zarokên vê welatê bide sekinandin. Ji ber ku girêdanbûna bi hevalên şehîd û Serokatî re rêyên herî zehmet de hêza tekoşîn kirine dide. Wekî rêheval Egîd bûyîna fermandarên rast û serkeftî tê wateya tola hezaran sala ji dijmin girtin û jiyana azad diyariyê zarokan kirin.

Ezê ti carî ji bona xwe ne jiyaneke erzan û ne jî mirinekî erzan erê nekim. Bi sekneke rêxistinkirî dest pê kê xwe ava bikim û bi ava kirina xwe re dikarim ji bo pêşeroja gelên şerker têbikoşim. Ji bona azad kirina Rêber Apo sekna fedayî esas girtin sereke ye. Her tim di nava çalakiyan de pêş xistina şerê hebûnê wê me ber bi jiyana azad ve bibe.

Ger ku em jiyaneke azad dixwazin pêwîste em baş bizanibin ku ji bo me azadî; Serok Apo ye. Serokatî azad be wê demê em jî azad in, ne xwe em nikarin behsa azadiyê bikin. Nabe ku jiyaneke bê Serok werê fikirandin. Jiyan, hebûn, azadî, xweşikbûna gerdûnê û her tişt di Serokatî de veşartî ye. Tevahiya razberên jiyanê di rastiya Rêbertî de tê bersivandin. Ji bo dîtina van bersivan bi her awayî xwe dayîna vê dozê tê wateya gihîştina hêvî û xeyalan. Dilê gelekî li Îmraliyê lê dide. Weke milîtanên Rêber Apo xwe gihandina van rastiyan beriya her tiştî ye.

Di vê bingehê de ez bûm rêwiya vê dozê. Ezê bê navber rêwîtiya xwe bidomînim.

Slav û Rêzên Şoreşgerî”
Şehîd Axîn Viyan

Nasnav: Axin Viyan
Nav û Paşnav: Hicran Gersiyor
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dê û bav: Ayhan – Bekir
Cih û diroka şehadetê: 23 Mijdar 2012 / Akdağ Alanı, Genç, Bingöl 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Wanê helwesta 2021ʼê nîşan da

Nivîsa Pêş

Ciwanan li Amedê ‘Serê Salê’ pîroz kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanan li Amedê ‘Serê Salê’ pîroz kirin

Ciwanan li Amedê 'Serê Salê' pîroz kirin

Greva birçîbûnê ji aliyê ciwanan li Marîgnaneyê hate silavkirin

Greva birçîbûnê ji aliyê ciwanan li Marîgnaneyê hate silavkirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.