Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 Gerîlayên ku li Heftanînê Şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê bi daxuyaniyê nasnameya 4 gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên 14'ê Tîrmehê li Heftanînê di şer de şehîd bûn eşkere kir û ew bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/10/2020 - 13:41
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 Gerîlayên ku li Heftanînê Şehîd bûbûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku li qada Heftanînê di çalakiyan û şer de, hêzên me li qada Bektoryayê li mintiqeyên Tepê Kartal û Şehîd Bîrhat derbên giran li dagirkeran dan, dagirkeran bombardûman li qadê kirin û di şer de hevrêyên me Şoreş, Zeynep, Gever û Hozan ên bi lehengî şer kirin, tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şoreş Serkeft
Nav paşnav: Mûrat Akman
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Adûle-Kamil
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn
Nasnav: Zeynep Amanos
Nav paşnav: Zahîde Şîmşek
Cihê jidayikbûnê: Hatay
Dayik-Bav: Emîne-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn
Nasnav: Gever Hakkarî
Nav paşnav: Yilmaz Ozlu
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Aysel-Ferman
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn
Nasnav: Hozan Farqîn
Nav paşnav: Omer Eker
Cihê jidayikbûnê. Amed
Dayik-Bav: Emîne-Ebedîn
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

ŞOREŞ SERKEFT

Hevrêyê me Şopreş li navçeya Milazgirt a Mûşê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi dilsozî û hezkirina li welat, çand, gel û xaka xwe mezin bû. Ji ber polîtîkayên li dijî mirovahiyê yên rejîma dewleta Tirk a dagirker ên li Kurdistanê, piştî ku şewitandina gundan zêde bû neçar ma ku gundê xwe biterikîne. Dilsoziya bi gundê xwe re di dilê xwe de neqişand, xurt kir û her kêliya li wir jiya, li hiş û mejiyê xwe mayinde kir, bi vî rengî li dijî polîtîkaya bêhişhiştinê ya dijmin helwesteke bi rûmet nîşan da. Li dibistanên sîstemê jî ku ji navendên asîmîlekirina Kurdan e, cewhera xwe parast. Dema ku ji bo xwendina zanîngehê çû Qersê, rastiya dijmin û rastiya gelê Kurd a li dijî dijmin bi rengekî şênber dît û sala 2007’an biryar da ku bibe gerîlayê PKK’ê ku nav û çalakiya jiyana bi rûmet e.

Hevrê Şoreş hîn di mehên destpêkê yên tevlîbûna xwe de bi tevlîbûna xwe ya xwedîderketina li jiyana gerîla û bi hewldana fêhmkirina Rêber Apo hesteke mezin a baweriyê afirand. Di jiyana partiyê de ku bi gavên qewîn dest pê kir, bêteredût berpirsyarî û wezîfeyên stratejîk da ser milê xwe; dema ku pêwîstî pê hebû bû leşkerek, bû fermandarek, bû zanistek û bi vî rengî di têkoşîna me ya şerê rûmetê de bû xwedî kedeke mezin. Hevrê Şoreş ku jiyana wî li ser kedê bû, hevrêyekî me yê welê bû ku bi her hevalî re parvekirina xwe hebû, her kar bi kelecaneke mezin pêk dianî, bi xwestek tevlî dibû, dilnizm bû, bi kesayetiya xwe ya sade dihate naskirin, dilsozê pîvanên milîtaniyê yên Rêber Apo bû û timî hewl dida van pîvanan di kesayetiya xwe de bi cih bike. Hevrê Şoreş bi baweriya xwe ya bi têkoşîna azadiya jinê, bi hevrêtiya bi hevrêyên jin re, bi manewiyata xwe ya li ser bingeha nirx û hurmetê pîvanên Apoyî temsîl dikir.

Biryardariya Apoyîbûyîn û fedayîbûnê her tim nîşan da, her tim hewl da ku xwedî li jiyana Rêbertî derkeve, bi dilsoziya xwe ya bi hevalên şehîd re hêrs û hesta xwe ya tolhildanê ya li dijî dijmin her tim tûj kir û her tim pêşniyar dikir ku biçe herêmên herî zehmet. Li dijî êrişên dijmin ên li ser qadên gerîla û operasyona ji bo têkbirina hêviya gelan, li ser bingeha tevlîbûna li pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê li qada Heftanînê wezîfe da ser milê xwe. Li qada Heftanînê got ‘Ev der Heftanîn e’ û bi ruhê fedayî bû nav û çalakiya şerê lehengî yê ku dijmin têk bir.

ZEYNEP AMANOS

Hevrêya me Zeynep ku ji malbateke Rihayî ye, li Hatayê ji dayik bû, tevî ku li nava malbateke ku di bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê de mezin bû, timî li derdora xwe pirsî û di encama vê lêpirsînê de jî kete nava nakokiyên kûr. Sala ku dest bi xwendina zanîngehê kir Tevgera Azadiyê nas kir û bersiva li nakokiyên xwe di felsefeya Rêber Apo de dît. Hevrêya me Zeynep ku kete bin bandora paradîgmaya jiyana azad a tevgera me, ji bo rastiya Kurdbûn û jinê baştir fêhm bike kete nava hewldaneke berfireh. Di encama van hewldanan de jî hevrêya me Zeynep firsend dît ku Tevgera me ji nêz ve nas bike, bi taybetî bi bandora têkiliyên hevrêtiyê, têkoşîna zayend û pêngava alternatîf a li dijî kapîtalîzmê, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Zeynep li nava refên gerîla hîn bêhtir rastiya xwe û nasnameya jinê nas kir, bi çiya û xwezaya Kurdistanê re bû yek û di demeke kurt de gavên girîng di kesayetiya xwe de avêt. Mîna ku bi salane li nava refên gerîla ye bi kelecan û coşeke mezin tevlî karên şoreşgerî bû. Bi moral, coş û kesayetiya xwe ya dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Hevrêya me Zeynep li qada Heftanînê ku cihê dawî yê wezîfeya wê bû ev moral û coşa xwe zêdetir kir, tevlî berxwedana dîrokî bû û di gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin de bi erka pêşengiyê rabû. Hevrêya me Zeynep bi van taybetmendiyên xwe bû mînakeke şênber ku nîşan dide jineke ku xwe bi felsefeya Apoyî xemilandiye dikare di kesayetiya xwe de çawa şoreşê bike, çawa dikare bibe ‘xwebûn’ û ji koletiya modern çawa dikare xwe bigihîne kesayetiya xwedawendiyê.

GEVER HAKKARÎ

Hevrêyê me Gever ku zarokê malbateke welatparêz a Botanî ye, ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek ewladên leheng pêşkêş kir, li Edeneyê ji dayik bû. Tevî polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê yên dijmin ên li metropolan li dijî gelê Kurd dimeşîne, ji cewhera xwe ya Kurdbûnê tiştek winda nekir û timî bi xewn û xeyalên azadiyê tevgeriya. Hevrêyê me Gever ji bo tavilê bigihêje van xeyalên azadiyê, ji temenê xwe yê ciwantiyê ve bi rengekî çalak tevlî karên partiyê bû. Lê belê gihîşt wê baweriyê ku siyaseta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê me tenê bi têkoşîna çekdarî dikare bê bidawîkirin. Bi bandora Şoreşa Rojava ku veguherî hêviyeke nû ya azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê, tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar bêrawestan bi tempoyeke bilind tevlî karê şoreşgerî bû, di demeke kurt de di hunera leşkerî de şareza bû û bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Gever ku zanîbû bêyî îdeolojiya Rêber Apo li Kurdistanê pel jî naheje, gihîşt wê baweriyê ku gerîlayek tenê xwe bi vê îdeolojiyê xemiland dikare bibe ‘Fermandarê Serketinê’. Hevrêyê me Gever li ser vê bingehê  hewl da felsefeya Rêber Apo fêhm bike û di kesayetiya xwe de guhertin û veguherînên girîng pêk anî.

Li gelek herêmên Kurdistanê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de tevî ku gelek caran birîndar bû, hevalê me Gever bi coş û daxwaza xwe ya têkoşînê, zanîbû ku serketin tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakurê Kurdistanê dibe. Lewma ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê têbikoşe kete nava hewldaneke berfireh. Di encamê de jî hevrêyê me Gever ji bo serketina Pêngava Cenga Heftanînê û têkbirina dijmin a li vê herêmê, bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Gever tevî ku demeke kurt li Heftanînê ma, bi taybetmendiyên xwe yên sade û xwezayî, bi rûkeniya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû çavkaniya moralê. Di Pêngava Cenga Heftanînê de tevlî karwanê lehengên nemir bû.

HOZAN FARQÎN

Hevrêyê me Hozan ku li nava malbateke welatparêz a Amedê ji dayik bû, ku kevneşopiya welatparêziya qewîn a Amedê ti carî serî li ber dewleta Tirk a dagirker netewandiye, bi sekneke ku li vê dîroka Amedê bê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Hozan, komkujiyên ku dewleta Tirk di Berxwedana Xwerêveberiyê de li gelê me kir ji nêz ve dît, ji bo hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rengekî encamgir bi kar bîne, berê xwe da Çiyayên Azadiyê. Ji roja ku tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û pê ve ji bo di rêbaz û taktîka gerîla de profesyonel bibe kete nava hewldanên girîng. Hevrêyê me Hozan bi perwerdeya ku dît, bi pratîka xwe nîşan da ku gerîlatiya dema nû divê çawa be. Di pêvajoya Pêngava Cenga heftanînê de li gelek deveran derbên girann li dijmin xist, bi taybetî li qada Bektoryayê di dema wezîfeya xwe de cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt û piştî ku artêşa Tirk a dagirker di van çalakiyan de derbên giran xwar, neçar ma xwe ji qadên dagirkirî vekişîne.

Hevrêyên me Şoreş, Zeynep, Gever û Hozan bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker mêtinger rawestandin. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di serî de malbatên hêja yên wan ên welatparêz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê armanca wan bi ser bixînin.”

 

 

1 Ji 32
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

24.

25.

26.

27.

28.

29.

30.

31. ANF Images

32.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Em destûrê nedin ku faşîzm dahatûya me reş bike. Hêza me heye ku em faşîzmê biavêjin ser sergo”

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Şîlan weşand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Şîlan weşand

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Şîlan weşand

Qendîl û Xakûrkê hatin bombekirin

HPG’ê li ser tevgera leşkerî daxuyaniyek da

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.