Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

BI DÎMEN – 14’ê Tîrmehê: Çalakiya Mezin a Rojiya Mirinê

“Êdî Bese”. Erê ez jî êdî dibêjim “Êdî Bese”, ji îro pê ve ez dikevim Rojiya Mirine!”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/07/2020 - 9:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
BI DÎMEN – 14’ê Tîrmehê: Çalakiya Mezin a Rojiya Mirinê
ParvekeTweet

Dirok 14’ê Tîrmeha 1982’an

Çîrûska yekem Kawayê Hemdem Mazlum Dogan di roja Newrozê de pêxist. Ev çîrûsk Ferhat, Necmî, Eşref û Mahmûd bi bedena xwe hin zêdetir pêşde birin. Çîrûska yên digot “Agir geş bikin” wek brûskekê li nava zindana Amedê ket. Dîsa di rojek germ a havîna Amedê de dema dirok 14’ê Tîrmehê nîşan dida, di kurahiyê de bahoz rabibûn. Destana dirokî a ew kesên ku berbi Stêrka ve diçûn destpê kiribû.

Ala berxwedana zindana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an ji aliyê Endamê Komiteya Navendî a PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmuş ve hate wergirtin û bi “Rojiya Mirinê” gihişt lûtkeyê.

Di roja 14’ê Tîrmehê li dadgehê Endamê Komiteya Navendî a PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmuş mafê axaftinê distine û wek şervanekî dirokê gotinên berxwedana Tevgera Azadiyê ku berbi serkeftinê ve dimeşiya ku pêwist bû di dirokê de bihat nivisandin bi vî awayî ji Dehaqên hemdem re got: “Îro li vir, di vê holê de ez ê daxuyaniyên giring ji bo pêşeroja me ragihînim.

Li zindanan hovîtî tê jiyîn. Bi dehan hevalên min hatin kuştin, bi sedan seqet man û hin cend kes wê bên kuştin ne diyar e. Mazlumê ku xwe feda kir, 4 hevalên ku xwe biqijeqijî xwe şewitandin vê nişanî me didin: “Êdî Bese”. Erê ez jî êdî dibêjim “Êdî Bese”, ji îro pê ve ez dikevim Rojiya Mirine!”

Heyta dadgehê ji bo Xeyrî Durmuş ji biryara xwe vegere tiştê ji destê wan hat kir, lê encam negirtin. Xeyrî bi îsrar û biryardar bû: “Na, ez bi biryarim. Ev ne çalakiyek ku min bi hêstiyarî daye destpê kirin, bi temamî ez li ser fikirime, bi kurahî min li ser dahurandin kir û di encama wê de ez gihiştim vê biryarê. PKK tevgerek ciddî ye, ez jî wek berpirsyarekî di asta yekem ji vê tevgerê, erkên xwe bi awayekî ciddî pêwiste pêk binîm…”

Li holê ku di nava bêdengiyek mezin, ku hema bêje hilma xwe dabûn sekinandin li Xeyrî gohdar dikirin, di nava wan girtiyan de Kemal Pîr û Alî Çîçek li pêy hev, piştre 3 girtiyên din tevlî çalakiya Rojiya Mirine a ku Xeyrî dabû destpê kirin dibin.
Kemal hema li vir dibêje “Beriya vê bi dehan çar min gotibû, ger yek kes Alê jinûve hilde, yê duyem ew ê ez bim.” Kemal ev lê zêde dike “Û niha li vir, li vê holê ku wûn bixwe dibin şahîd, di wan rojên dirokî de ez jî bi Xeyrî re dikevim Rojiya Mirine.” Û Kemal piştî wan gotinan berbi cihê girtiyan ve diçe.

Pêşengê Ciwanên Apoyî Alî Çîçek ji pêgeha bersûcan bi qîrînekê dikeve mejiyê faşîstan. Çiqas gotinên ku layîkî cewherê PKK’ê hebûn, hemiyan bi dengekî bilind anî ser ziman. Bê tirs, bêyî xwe şûnde bikşine û çavtirsî bibe “Wek mîlîtanekî PKK’ê ez natirsim, xwe şûnde nadim û vaye ez diqêrîn im. Wek ciwanekî Kurd, wek şoreşgerekî, wek mîlîtanê PKK’ê ez ê li hemberî we heta hilma xwe ya dawî Berxwedanê bimeşinim, û bibim layîkî Gelê Kurdistanê, ez li vir sozê didim Partiya xwe. Û wek hewcedariya vê sozê ez jî tevlî Rojiya Mirine a ku hevalê Xeyrî daye destpê kirin dibim.”

Akif Yilmaz ji ber ne li wê hola dadgehê bû, ku Xeyrî lê kedxwaran birîndar kiribû, piştre bi hevalekî xwe re tevlî karwana Rojiya Mirinê dibe.

Çerx zivirî bû, Tîr ji Kevanê firya bû, notên ku pêwist bû dikevin dirokê ketibûn, tişta pêwistbû bihat gotin, hatibû gotin, kesên ku heqîqetê darizandin ketin rewşa ku ew li pêgeha bersûcan bên darizandin. Êdî dirok diaxivî, jiyan gihiştîbû rengê xwe yê rastî, heqîqet li ser patîkayên rast rêya girtîbû û rewşa vê ya kurahî jiyan dikir.

Li dijî hovîtiya ku rastiyê û edaletê dipelçiqand, kesan berbi teslîmiyet û îxanetê dibir, gihiştîbû rastiya barîkata ku li ser heqîqetê hatibû avakirin. Ji rastiya “Xwe nas bike” riya rast a veşartî hatibû ditin.

Li ser esasê destnîşankirina Mazlum a “Berxwedan berbi Serkeftinê, Teslîmiyet berbi îxanetê ve dibe” Xeyrî, Kemal, Akif û Alî bi rastiya “Tu li çi digre, di xwe de lê bigre, tê çi bibe, dixwe de bibine” heqîqetê di xwe de jinûve ava kirin û rastiyê di jiyana xwe de bi şeweyî herî hêsan lêpirsin kirin.

Bi Alî Erek’an destpê kir, bi Mazlum’an domiya, bi Ferhat’an berdewam kir, berxwedana zindanan bi çalakiya 14’ê Tîrmehê ya Rojiya Mirinê a Mezin gihişt encamê, ku di avakirina rihê Berxwedana PKK’ê buye kevîrekî esasî, ku di 15’ê Tebaxê bi pêşengtiya Fermandarê efsanewî Egîd li Dihê (Eruh) û Şemzînan (Şemdinli) veguherî fîşek tolhildanê, ji bo meşa Têkoşîna Azadiyê ya berbi serkeftinê buye heqîqetek.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Ji Gerîla li Heftanînê ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê çalakî

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk a dagirker 22 herêmên li Şirnexê li gel qedexe kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Cihê ku leşkerên dagirker derbe xwarin: Li 16 gund û cîwaran de qedexeya derketina derve

Dewleta Tirk a dagirker 22 herêmên li Şirnexê li gel qedexe kir

LEZGÎN – Gerîlayan li Qersê li hêzên operasyonê dan

Gerîla li ser girê Kartal gelek leşkerên dagirker kuştin!

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.