Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Divê bargeh û navendên leşker û MÎT a Tirk bên bidawîkirin”

Meclîsa PJAK'ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê li ser şopa şoreşgeriya wî, ji bo Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk têkoşîna xwe xurt bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/06/2020 - 13:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
“Divê bargeh û navendên leşker û MÎT a Tirk bên bidawîkirin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji ber şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Di kesayeta şoreşgerê mezin hevrê Kasim Engîn de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û êrîşên li ser gelê Kurd, şervanên azadiyê ku bi destê rejîma dagirker ya Tirkiyê û hevkarên xayîn pêk tên, bi tundî şermezar dikin. Hesabê her cure tundî, talan, qirkirin û zilmê yek bi yek wê were pirsîn. Bi navê pJAK’ê em jî dilsoziya bi rêya şehîdên azadiyê, daxwaz û armancên wan dupat dikin.”

Meclîsa PJAK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên xayin û noker di salên dawî de êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî şoreşgerên azadiyê zêde kiriye, gundên Başûr bombe dike, kesên sivîl şehîd dixîne û xaka Kurdistanê talan dike, gel mexdûr dike.

‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK NE TENÊ LI DIJÎ PKK’Ê YE, ÊRIŞ LI DIJÎ KURDAN HEMÛYAN E’

PJAK’ê destnîşan kir ku ev yek beşek ji polîtîkaya qirker a dagirkeriyê ya faşîzma dewleta Tirk e û diyar kir, “Li Bakurê Kurdistanê dewleta faşîst ji ber berxwedan û têkoşîna mezin a gerîla rastê astengiyên cidî hatiye. Ji xwe sîstema siyasî û aborî ya Tirkiyê di nav krîz û qeyraneke kûr de ye. Di rewşeke wiha de, Tirkiyê li herêmê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê di hewldana dagirkeriyê de ye. Hêza ku li beramberî vê faşîzmê disekine gelê Kurd û pêşengên wê yên azadiyê ye. Ji hêlekê ve dixwaze şoreşa azadiyê ya gelan li Rojava bifetisîne, ji bo vê hevkariyên herî qirêj bi hêzên navneteweyî re dike û çeteyên hov ên bi xwe perwerde dike li herêmên Kurdan bi cîh dike û rojane qirkirinan dide kirin. Ji hêla din ve jî li Başûrê Kurdistanê destkeftî, mîras û danehevên bi xwîna hezaran şehîdan hatine afirandin, ji ber nêzîkatiyên hevkar û nokerî yên hêzên Kurd tune dike, dixwaze hêzên Kurdî bîne rûbirûyê hev û ger bibe şereke navxweyî jî pêş bixîne. Li herêma Asos a ser bi Mawet girêdayî Silêmaniyê di 26’ê Gulanê êrîşek ji hêla balafirên bêmirov pêk hat û di encamê de du hevrêyên me gerîlayên YRK’ê û 3ê welatparêz şehîd bibûn. Vê êrîşê jî nîşan da ku hedefa faşîzma Tirkiyê bi gerîlayên PKK’ê re sînordar nîne û hemû Kurdên azadîxwaz û têkoşer hedef dike.”

‘BI XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIVÊ BAREGEH Û NAVENDÊN LEŞKER Û MÎT A TIRK BÊN BIDAWÎKIRIN’

Daxuyaniya PJAK’ê wiha dewam kir:

“Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê çawa ku di pêvajoya êrîşên DAÎŞ’ê de xawendarî û parastina axa pîroz ya welat û gelê Kurd û herêmê kirin, bi heman bawerî, îsrar, coş û îmanê di nav berxwedaniyeke mezin de cîh digirin û ji bo bihostek axa welat di nav pençeyên qirêj ên dagirkeran de nemînin, wê têkoşînê heya serkeftinê bilind bikin. Tê dîtin ku gelê Başûrê Kurdistanê jî di ferqa nirxên xwe yên giranbuha gerîlayên azadiyê de ne, gerîla tezmîna ewlehîya xwe dibînin û li beramberî dewleta Tirk ya faşîst sekeneke birûmet ya berxwedêr raber dikin. Lê belê hewce dike ev têkoşînê bigihîje radeyekê ku dawî li baregeh û navendên leşkerî û MÎT’ê ya Tirkiyeya faşîst were.

‘JI BO ÊRIŞÊN BI VÎ RENGÎ DUBARE NEBIN DIVÊ DEWLETA TIRK JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ DERXISTIN’

Çawa ku di bûyerên beriya vê de, di bûyera şehadetên li Asosê jî rayedarên herêmê bêdeng mane, ji tu bangewaziyan re bersiv nedane û çavên xwe, guhên xwe li daxwaziyên gel û rêxistinên azadîxwaz girtine. Lê divê êdî berpirsyariya xwe raber bikin. Ger ji vir pê ve hêzên Herêma Başûrê Kurdistanê û Dewleta Iraqê li beramberî van êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bêdeng bimînin, wê ev bêndengî neyê qebûlkirin û di wateya hevkariyê de were hesibandin. Lewre di serî de hêzên li Başûrê Kurdistanê partî û rêxistin pêwîst dike xwedî helwest û bertek bin. Berpirsyariya xwe pêk bînin û ji bo bûyerên terorê li Başûrê Kurdistanê dubare nebin, dewleta Tirkiyê ji axa başûrê Kurdistanê bikin derê.

HELWEST Û NÊZÎKATIYA DEWLETA ÎRANÊ

Helwest û nêzîkatiya dewleta Îranê ne ji wan bûyeran qut e û di nav hemû konseptê li dijî Kurdan û tevgera azadiya Kurdan cîh digire. Ev kiryar di şexsê zîndaniyê siyasî yên Kurd jî xwe dide der. Di rojên dawî de belav bûna vîrûsa korona li zindanên Îranê, hovîtiya rejîma Îranê careke din eşkere kir. Piştî tebyîdkirina heval Zeynep Celaliyan li zindanaXoyê ji bo zîndana Qerçekêweramîn û bi nexweşya korona ketina zindaniyên siyasî yên Kurd û zindaniyên din li aliyê raya giştî nerazîbûn hate nîşandan. PJAK vê rewşê wek rewşek neînsanî dinirxîne û divê dewleta Îranê der hal ji bo tedawî û azad kirina wan hevalan tevbigere. Her wiha hemû rêxistinê mafê mirov û ray giştî ji bo azadiya zindaniyên siyasî ku di rewşek nalibare bikevin liv û tevgerê.

Herwiha hemû gelê me, gelê me li Rojhilatê Kurdistanê jî bi xwedî derketina li nirx, bîranîn, berxwedana girtiyan di her çar beşên Kurdistanê û armancên şehîdan, erka xwe ya welatparêzî pêk bînin. Hevrê Kasim Engîn di têkoşîna azadiya gelê Kurd de xwedî ked, enerjî û berhemeke pir mezin bû. Di her kêliya jiyana xwe de hezkirin û girêdan bi ax, kevneşopî, dîrok û heqîqeta welat anî ziman û jîya. Em ê jî li her qada têkoşînê bi şopdariya şoreşger, fermandar Kasim Engîn erka xwe ya pêkanîna Kurdistana Azad û yekîtiya neteweyî di Rojhilata Navîn ya demokratîk de bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan li Başûrê Kurdistanê dest bi karê hunerî dike

Nivîsa Pêş

Leşkerên Tirk ên dagirker êrîşî gorên li Licê kir!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Leşkerên Tirk ên dagirker êrîşî gorên li Licê kir!

Leşkerên Tirk ên dagirker êrîşî gorên li Licê kir!

‘Çiyayên azad fîlozof û fermandarê xwe yê mezin ji dest da’

'Çiyayên azad fîlozof û fermandarê xwe yê mezin ji dest da'

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.