Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rêveberiya Xweser Newroz pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kir û bang kir ku berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker bê mezinkirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/03/2020 - 15:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Rêveberiya Xweser: Em dê sûcên Tirkiyê deynin pêşiya Dadgeha Navdewletî û Meclîsa Ewlehiyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Peyama Newrozê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Bi boneya hatina cejna Newrozê ku gelê Kurd û hemû gelên Mezepotamyayê ahengan ji bo wê li dar dixin, em hemû gelê xwe bi vê cejnê pîroz dikin. Eger em wateya Newrozê di berxwedan, jiyan û azadiyê de dibînin, em di heman demê de soza xwe bi şopandina li ser rêya dad, azadî û têkoşîna li dijî stemkarî û zordariyê ya ku vedigere hezar salan, nû dikin.

Gelê me yê ku ev cejn di dijwartirîn rewş û qonaxan de û di bin zordestiya rejîmên herî stemkar de li dar dixist û di hemû cureyên tirs û kuştinê re derbas dibû, îro ji ber rewşa awarte ku mirovahî hemû tê re derbas dibe, biryarê dide ku hemû rewşên ahengan ji bo Newrozê vê salê li dar nexe ta ku civînên mezin ên ademîzadan çênebin û êşa Korona li deverên me belav nebe. Gelê me yê ku li gorî berpirsyariyên xwe yên wekî beşeke ji civaka navdewletî ye, saxlemiyê ji gerdûnê re dixwaze ta ku kareseta vê êşê derbas bike û bi kêmtirîn ziyan û qurbanî jê xelas be.

Cejna Newrozê di demekê de ku gelê me li herêmên Rêveberiy Xweser a Demokratîk di ezmûneke azad û demokratîk re derbas dibe, bi ser me de tê, ezmûna ku bi xwîna keç û xortên xwe temîz kiriye û li ser esasê biratiya gelan, jiyana hevbeş, dad û wekheviya di erk û mafan de hatiye avakirin. Vê ezmûnê li ser dirêjahiya salên borî tekez kir ku bi bingeh e û li ser biratiya di nav hemû pêkhateyan de ava bûye ku hemû bi hev re ava dikin, berevaniyê dikin, û alîkariyê di kêf û şînê de bi hev re dikin. Projeya me wateya Newrozê di biratî, azadî, berevaniya dijmin, zordarî û hovîtiya mîna ‘DAIŞ’ û hêzên dagirker û kuştin û koçkirinê û di serî de dewleta Tirk û komên wê yên çete, werdigerîne.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi vê boneya dîrokî tekeziyê li ser pêwistiya diyaloga di navbera gelê Sûriyê xwe bi xwe de dikin, ta ku em sînorekî ji rijandina xwîna gelê Sûriyê re deynin, em bigihêjin dawiyekê ji vê qiranê re, welatê Sûriyê û pêşeroja wê biparêzin û awayekî nîştimanî ji çareseriyê re bibînin. Her wiha em rejîma Sûriyê vexwendî diyaloga biencam li ser esasê berjewendiyên Sûrî û gelê wê û destberdana ji nerînên bêkêr û kevn di dûrxistin û înkarê de dikin, ew nerînên ku sedema gihîştina Sûriyê bo vê rewşê ji windabûn û wêrankirinê bû.

Dema ku em ji civaka navdewletî dixwazin ku bi erkên xwe bo rawestana êrîşa Tirkiyê û dagirkirina wê ji deverên me re û rawestana kuştin û koçkirina miletê me ji hemû pêkhateyan rabe, di heman demê de em ji miletê xwe hêvî dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê hildin ji bo berevaniyê di ber jiyan, erd û rûmeta hemwelatiyan bikin û rê li pêş dagirkeriya Tirkiyê û teriyên wê ji bo pêkanîna armancên wê yên dagirkeriyê bigirin.

Li deverên Rêveberiya Xweser a Demokratîk wateyên Newrozê li ser me tekez dike ku em têkoşîna xwe xurttir bikin, li ser rêbaza berxwedanê bimînin û çareya berevaniya rewa bikin armanc, her wiha xak û deverên ku Tirkiyê û çeteyên xwe dagir kirine, rizgar bikin. Ji hemû miletê me bi hemû pêkhateyan tê xwestin ku xwedî li sazî û rêvebergehên rêveberiyê ku xwîna xwe di ber de dane, derkevin. Her wiha wek eniyek gelêrî bi bingeh di riwê faşîst, înkar, dûrxistin û hemû gefên hundirîn û derveyî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin.

Ji hemû kesî tê xwestin ku di riwê zîhniyeta faşîst û înkarê, nepejirandina projeyên xweradestkirin û xwarina mafan, berevaniya di ber maf û hebûnê de rawestin. Her wiha diyarkirina bêtirîn hezkirin û erêkirin ji bo projeya azadî û wekheviyê, projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk. Cejna Newrozê li we pîroz be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Ji HRE’ê çalakî: 11 çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Rewşa dawî ya vîrûsa koronayê li cîhanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rewşa dawî ya vîrûsa koronayê li cîhanê

Rewşa dawî ya vîrûsa koronayê li cîhanê

Li Wanê agirê Newrozê hate pêxistin

Li Wanê agirê Newrozê hate pêxistin

Manşet

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.