Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

TAYBET – Panoramaya 2019’an a Ciwanên Başûrê Kurdistanê

Di vê beşa panoramayê de rola Ciwanên Başûrê Kurdistanê di nava bûyer û geşdanên di sala 2019'an hatin berhevkirin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê di nava gelek bûyer û geşdanên li tevahî Kurdistanê erk girte ser milê xwe û bi rola xwe ya pêşengtiyê re rabûn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/12/2019 - 0:20
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 12 mins read
A A
TAYBET – Panoramaya 2019’an a Ciwanên Başûrê Kurdistanê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2019’an de li herêma Başûrê Kurdistanê gelek bûyerên girîng rûdan. Bûyera herî girîng berxwedana Şêladizê bû. Şêladiziyan baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker şewitandin. Herwiha di vê salê de gelek kesayetên navdar, rewşenbîr û helbest van koça dawî kirin. Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser Herêma Kurdistanê, gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ciwan li seranserî herêma Başûrê Kurdistanê rabûn ser piyan. Li aliyê dinrêjeya bêkarî, bêhêvîbûn û hejariyê zêdetir bû û vê yekê rê vekir ku rêjeyek mezin a ciwanan ji welatê xwe koç bikin.


* Di 7’ê Çileya 2019’an de Asayîşa Silêmaniyê 3 endamên Komaleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê binçavkirin û dest danî li ser 500 pirtûkan

Di 7’ê Çileya 2019’an de Asayîşa Silêmaniyê 3 endamên Komaleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li ber derê Baxê Giştî a bajarê Silêmaniyê binçavkirin. Her 3 ciwanan pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û hinek pirtûkên din difirotin. Piştî çend rojan ciwan hatin berdan.


* Raperîna Şêladizê

Di 23’ê Çileyê de li navçeya Şêladiz a dikeve herêma Behdînanê, ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker 4 welatiyên sivîl şehîd bûn. Bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li ser herêmê rastî neraziya gel hat. Ji ber vê welatiyan di 26’ê Çileyê de li Şêladizê, dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker destbi xwepêşandanê kir. Xelkê Şêladizê bi ser baregehên artêşa Tirk a dagirker de girtin û şewitandin. Leşkerên Tirk raste rast bi guleyan êrîşê welatiyan kirin û di encamê de 2 welatî şehîd bûn.

Raperîna Şêladizê yek ji bûyera herî mezin û girîng ya sala 2019’an bû. Piştî raperînê carekdin hebûna metirsiya baregehên artêşa Tirk a dagirker kete rojevê. Piştî raperînê hêzên asayîşê pêla binçavkirina rewşenbîr, rojnameger û welatiyan da destpêkirin. Bi dehan kes hatin binçavkirin û zêdetirî mehekê di zindanê de hatin ragirtin.

Di 28’ê Çileyê de mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg li Elmanya ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Di 5’ê Sibatê de cenazeyê Tehsîn Beg li navçeya Şêxan a ser bi Dihokê hate veşartin.

 


* Çalakiyên dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan

Ciwanen Başûrê Kurdistanê li seranserî Başûr bi çalakiyen cûrbecûr piştgirî dan pêngava “Tecridê bişkine faşîzmê têk bibe, Kurdistanê azad bike” û herwiha rêxistina Jinên Gencanî Têkoşer li ser tora civakî kampanya imzeyan dane destpê kirin.


* Hakim Goran ji bo Yekîtiya Kurdan dawî li jiyana xwe anî

Di 1’ê Gulanê de ciwan bi navê Hakim Goran li ser malpera xwe ya civakî bi awayekî zindî li dijî parçebûn û neyekbûna navbera aliyên siyasî, gule berda bedena xwe. Ji ber giraniya birînê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.


* Çalakiya Mertalên Zindî Li Qendîl û Bradostê

Li dijî êrîş û bombebaranên artêşa Tirk a dagirker, li Binarê Qendîl û herêma Bradostê Ciwanên Başûrê Kurdistanê demdirêj çalakiya mertalên zindî pêk anî.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Gulanê de li dijî herêma Xakûrkê dest bi operasyonê kir, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komaleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê li dijî van êrîşan nêzî du mehane çalakiya mertalên zindî lidar xist. Ev çalaki berdewamiya çalakiyên sala 2018’an bûn. Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrîş kir ser xaka Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komaleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê wê demê jî li Binarê Qendîlê sê mehan çalakiya mertalên zindî berdewam kiribûn.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşan kir, carek din Ciwanên Welatparêz û Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin. Lê vê carê çalakiya xwe li du deveran berdewam kirin, çalakiya yekem a ciwanan di 14’ê Hezîranê de li Binarê Qendîlê destpêkir, çalakiya duyemîn jî di 24’ê Hezîranê de li Bradostê destpêkir bûn.

Ciwanan bi armanca ku pêşî li van êrîşan bigrin, ji Kerkûk, Silêmanî, Çemçemal û hinek deverên din ên Başûrê Kurdistanê kombûn û bere xwe dabûn Binarê Qendîl û Herêmên Parastina Medya yê.

Ji bilî ciwanên Başûr, ciwanên ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevî ciwanê Enternasyonalîst jî beşdarî çalakiyê bûne û di 15’ê Tebaxê de çalakiya bi dawi kirin.


* Asayîşa Sengeserê 2 endamên Komaleya Ciwanên Welatparêz binçav kir

Di êvara 1’ê Tîrmehê de ji aliyê asayîşa Sengeserê ya ser bi navçeya Qelaqizxê ya ser bi îradeya Raperîn du endamên Komaleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê hatin û pişti çend rojan hatin berdan.


 

* Ciwanan li Silêmaniyê ala dagirkeriya Tirkan daxistin

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê Ciwanên Silêmaniyê ala tirk daxistin û şewitandin. Alên tirkan ku wek nîşaneya dagirkeriyê li bajarê Silêmaniyê bi direkan ve hatibûn daliqandin ji aliyê Ciwanan ve hatin daxistin û şewitandin.

 

 

 


* Asayîşa PDK’ê çalakvanê mertalên zindî Eyûb Xelîl binçav kir!

Welatiyê Kerkûkê Eyûb Xelîl li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê beşdarî çalakiya mertalên zindî bibû û ji Kerkûkê ber bi navçeya Sîdekan a Balakayetî ve ketibû rê. Lê di ji aliyê asayîşa Sîdekan ve tê girtin. Eyûb Xelîl bi sûcê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk deketiye hatiye binçavkirin. Heta naha nehatiye berdan.

 


* 85 ciwan tevlî seferberiya ji bo Rojava bûn

Piştî dewleta Tirk a dagirker 9’ê Cotmehê tevgera dagirkerî û qirkirinê li dijî Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin, ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê da rabû ser piyan. Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jî ji bo xurtkirina çeperên berxwedanê seferberî ragihand. Piştî ragihandina seferberiyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bibin ref bi ref berê xwe dan Rojaya Kurdistanê.

Di nava hefteyekî de nêzî 50 ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ji Germiyan, Kerkûk, Xaneqîn, Çemçemal, Silêmanî, Hewlêr, Raperîn, Pêncwên, bajaroka Mexmûr, Zaxo û Duhokê li dijî komkujî û dagirkeriya Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê, beşdarê ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bûn.


* Li dijî dagirkeriyaser Rojavayê Kurdistanê ciwanan pêşengiya xwepêşandan kir

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê meşand, li Başûrê Kurdistanê beşa herî çalak a civakê ciwan bûn.

Bi pêşengtiya Ciwanan de li seranserî Başûrê Kurdistanê komplo û dagirkeriya tirk hate şermezarkirin.

Li gelek navendan Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin şermezar kirin. Di çalakiyan de hate destnîşan kirin ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamkirina komployê.

 


* Kampanyaya Boykotkirina berhemên tirkî

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêngava boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatibû destpê kirin. Li tevahî Başûrê Kurdistanê ciwanan afîş û belavokan derbarê kampanyaya boykotê belav kirin. Li zankoyan seminer hatin dayin.


* PDK’ê li deriyê Sêmalka 14 ciwan destgîr kir

Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo seferberiyê hatibû Rojava piştî ku xwestin vegerin Başûr li deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin destgîrkirin. Piştî çend rojan ciwan hatin berdan.


* Rêxistinên ciwanên 4 perçeyên Kurdistanê ‘Tevna Hevbeş’ ava kir

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê rêxistinên ciwanan ên ji 4 perçeyên Kurdistanê jî xebatên têkoşîna hevbeş dimeşînin. Komaleya Gencanî Welatparêzên Kurdistan ku li Başûrê Kurdistanê ye, nêzî mehek di çarçoveya têkoşîna hevbeş a dijî êrîşan û avakirina yekrêziya Kurdî de, dest bi rêzehevdîtinan kir. Li gorî plansaziya hatiye derxistin, serdanên rêxistinên ciwanan ên partî û aliyên siyasî yên ji çar perçeyên Kurdistanê hatin kirin.

Piştî serdanan civînên hevbeş ên rêxistinên ciwan hatin çêkirin. Civîna yekem di 12’ê cotmeha 2019’an de li Silêmaniyê hat çêkirin û biryara berdewama hevdîtinan hat dayîn. Di nava mehê de nûnerên rêxistinên ciwanan careke din hatin cem hev û îro jî cara sêyem civiyan.
Civîn li Mekteba Rêxistinên Demokratîk a YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin. Di civînê de Rêxistina Azadiya Lawanî Kurdistan, Senterî Geşepêdanî Çalakiya Lawan, Komaleya Gencanî Welatparêzên Kurdistan, Ciwanên HDP, PYD, Navenda Xwendekarên Yekgirtû Îslamî, Xwendekar û Ciwanên Rêxistinên Sivîl Jibo Felsefeya Zerdeştî, Navenda Zerdeştiyên Kurdistan amade bûn.

Biryarên hatine girtin

1- Ji bo piştgiriya pêkanîna kongreya netewî, nirxên netewî û destekdayîna KNK’ê xebat bê meşandin.
2- Li İraqê daxwaza guhertina destura bingehîn tê kirin, lê ger ku ev guhertin li dijî berjewendiyên gelê Kurd û destkeftiyên wan be, emê qebûl nekin.
3- Ji bo pêşxistina ciwanên Kurdistanê di aliyê exlaq, çand û perwerdeyê de xebat bê meşandin.
4- Ji bo parastina çanda herçar perçeyên Kurdistanê û bi taybet jî Başûrê Kurdistan têkoşîn bê meşandin.
5- Li ser bazirganan zext bê kirin ku fabrîqeyan çêbikin û berhemên xemalî zêde bibin û li Başûrê Kurdistanê ciwan bêkar nemînîn


* Du Ciwanên ku tevlî seferbertiyê û Berxwedana Cenga Rojava bûn şehîd ketin

Ciwanên ku tevlî Berxwedana Cenga Rojava bûn û cihê xwe nava refên QSD’ê de girtin ji wan Bekir Îbrahîm Ezîz (Zerdeşt Germiya) û Mihemed Mihemed (Navdar Kerkûk) di encama berxwedaniyek mezin tevlî nava karwanên şehîd bûn.


NC/Bahoz Cudî

 

 

1 Ji 85
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

24.

25.

26.

27.

28.

29.

30.

31.

32.

33.

34.

35.

36.

37.

38.

39.

40.

41.

42.

43.

44.

45.

46.

47.

48.

49.

50.

51.

52.

53.

54.

55.

56.

57.

58.

59.

60.

61.

62.

63.

64.

65.

66.

67.

68.

69.

70.

71.

72.

73.

74.

75.

76.

77.

78.

79.

80.

81.

82.

83.

84.

85.

Parve Bikin12TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çima Parastina Rewa?

Nivîsa Pêş

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Berxwedana gelê Kurd ji bo her kesî bû hêvî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Berxwedana gelê Kurd ji bo her kesî bû hêvî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Berxwedana gelê Kurd ji bo her kesî bû hêvî

Hevşaredara Gimgimê û 9 girtî hatin sirgûnkirin

Hevşaredara Gimgimê û 9 girtî hatin sirgûnkirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.