Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya hevrêyên xwe Ronahî û Sara yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşekre kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/11/2019 - 16:35
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Gitşî ya Hêzên Parastin Jinê (YPJ) nasnameya hevrêyên xwe Ronahî û Sara yên 11-13’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê û Girê Spî şehîd bûbûn, eşkere kir.

Fermandariyê li ser hevêryên xwe ev gahî da:

‘BÛN SEMBOLA DILPAKÎ Û HEVALTIYÊ’

“Em di kesayeta rêheval Ronahî û Sara de ku bûn sembola dilpakiya hevaltiyê û bûn evîndarê tekoşîna gelan, şehîdên şoreşa mirovahiyê û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi minetdarî bi bîrtînin. Em di şexsê malbatên herdu hevalên xweyî hêja de sarsaxî ji tevahî gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê û tevahî jinên tekoşînvan re dixwezin. Em careke din li hemberî mezinbûn û berxwedaniya herdu rêhevalan soza domandina tekoşînê didin.

Berxwedana Rûmetê, ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, çeteyên wê El Nûsra û DAÎŞ’ê bi fedekarî, ked û biryardariya şervanên vê xaka pîroz berdewam dike. Li hemberî hovîtiya herî mezin ya vê serdemê ku dewleta Tirk pêşengiya wê dike. Îro jinên di parastina nirxên mirovahiyê de bi îsrar in duh li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, îro li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe didin. Hevrê Ronahî û Sara bi ruhê pêşengiya demê bûn sermbolên Berxwedana Rûmetê. Ew bi vîn û biryardariyeke xurt li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk sekinînin.

‘HEVRÊ KEDKAREKE MEZIN BÛ’

Hevrê Ronahî, di temenê xwe yê ciwan de ji bo bibe ferdeke dilpak ya doza gelê xwe berê xwe da nav şoreşa gelan. Di nav malbateke welatparêz û xwedî berdêlên giranbiha de mezin dibe. Bi hişmendiya, jiyana azad diyarî jinan û gelan bike têkoşiya. Di nav salên dirêj yê tekoşînê de, bi dilpakî, girêdana hevaltiyê timî di jiyana xwe de bû mînak ji rêhevalên dorhêla xwe re. Gelek taybetmendiyên jinên şoreşger û tekoşînvan di kesayeta xwe de ava kiribû. Bi vê sekna xwe bû kedkara mezin, li ser xaka kevnar ya xwedawandan lê jiyan kiribû, Til halex.

‘BI CESARET Û FEDEKARIYA XWE BÛ MÎNAKA RUHÊ BERXWEDANÊ’

Hevrê Sara, xwedî heman serpêhatî bû. Hevrê Sara li ser xaka bi bereket ya ku bihust bi bihust bi keda jinan hatibû xweşik kirin li Bajarê Efrînê mezin dibe. Di nav malbateke kedkar û welatparêz de jiyan dike. Ew di şopa hevrê û birayê xwe yê şehîd de bû pêşeng û tekoşînvan gelê xwe. Ji salên destpêkê yê şoreşê de beşdarî nav refên me bû. Di hemû şer û pêngavan de cihê xwe girt. Di pêngav û şerê li dijî DAÎŞ’ê de cihê xwe girt. Di şerê li Efrîn û Şehbayê de cih girt, bi cesaret û fedekariya xwe bû mînaka ruhê berxwedêr. Tevî ku di şerê li Şehba, yê li dijî Cephet-El Nusra de çavekî xwe winda kir lê qet rojek ji bo xwe nekir asteng li pêşiya tekoşînê. Îro li hemberî heman çeteyan li Girê Spî di çeperên pêş yê berxwedanê de cih girt tevlî nav karwanê şehîdan bû.

‘SOZA ME TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BI SERKETINÊ TACÎDARKIRINE’

Ev ezmûna jiyana azad û biryardariya herdu hevrêyên me di tekoşîna xwe de nîşan daye ji bo me çavkaniya domandina tekoşîna azadiyê ye. Em li hemberî şehadeta van herdu hevrêyên xwe careke din dibêjin wê keda şehîdan ji bo me her tim bibe hêvî û baweriya bi serkeftinê. Ji bo em bîr û baweriya şehîdên xwe bi cih bînin, çi ked û fedekarî ji niha û pêve were xwestin em amade ne pê rabikin. Soza me dabû Arîn, Rêvana, Sozdaran, Barîn û Avêstayan em îro di şexsê hevrê Ronahî, Sara û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê nû dikin û dibêjîn wê tekoşîna şehîdên me daye bi serkeftinê bê tacîdar kirin.

Li ser wê bingehê em careke din di şexsê herdu hevrêyan de, şehîdên tekoşîna azadiyê û şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîrtînin. Ji tevahî gelê me, mirovahî û malbata herdu hevalan re sersaxî dixwezin.”

Nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav:Ronahî Gewda
Nav û Paşnav: Ceylan Aşkan
Navê Dayîk: Remziye
Navê Bav: İslam
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê- 11.10.2019

***

Nasnav:  Sara Tîrej
Nav û Paşnav: Sakîne Mihemd
Navê Dayîk: Henîfe
Navê Bav: Xalid
Cih û Dîroka Şehadetê: Girê Spî/13.10.2019

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Doza Pirsûsê hate taloqkirin

Nivîsa Pêş

MSD’ê nerazîbûn nîşanî gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Kobanê da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
MSD: Li dijî gefên dagirkeriyê em bibin yek

MSD'ê nerazîbûn nîşanî gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Kobanê da

Şervanan êrîşên dagirkeriya tirk li ser Serêkaniyê têk bir!

QSD: Di 24 saetan de 58 çete hatin kuştin û 10 wesayît hatin teqandin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.