QAMİŞLO – Qamişlo Yekîtiya xwendekarên welatparêz di peymangehek Qamişlo semînerek derbare madeyên hişbîr û xeteriyên wan ji bo civakê çekirin.
Yekîtiya xwendekarên welatparêz û Asayîşa Qamişlo bi hev re derbare cûreyên cûda yên madeyên hişbîr û bandora wan ser hîşê însan danîn. Sed xwendekarên peymangehê di semînerê de hazirbûn û nîqaş derbare pêşîgirtina madeyên hişbîr hatin meşandin.
Asayîş di semînera xwe da diyarkirin ku madeyên hişbîr ji bo belavkirina fikrên ciwanan û ji bi ji şoreşê dûr dikevin tên bikaranîn. Xwendekar jî di nîqaşên xwe de madeyên hişbîr wek rêbazekê şerê taybet bi nav kirin.
Di dawiya semîner de xwendekar belavkirina vê zanabûnê û perwerdekirina civaka wek erka xwe bi nav kirine.

