Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Doza Pirsûsê hate taloqkirin

Rûniştina 12’an a Doza Qetlîama Pirsûsê pêk hat. Di rûniştinê de daxwaz hate kirin ku li Ahmet Dawûtoglû bê guhdarkirin. Heyetê daxwaz red kir, doz taloq kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/11/2019 - 16:32
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Doza Pirsûsê hate taloqkirin
ParvekeTweet

RIHA – 12’emîn danişîna doza komkujiya 33 ciwanên sosyalîst ên li Navenda Çandê ya Amara ya Rihayê ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya di Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de, hat dîtin. Malbatên kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dan, gaziyên Pirsûsê, Înîsîyatîfa Malbatên Pirsûsê, Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, nûnerên HDP’ê, ESP û SGDF, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û ji baroyên Dîlok, Enqere û Amedê parêzeran danişîn şopandin.

DERDORA SALONÊ GIRTIN

Tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn, ji girtîgeha lê dima bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Leşkeran berî danişînê derdora salona dadgehê û girtîgehê girtin.

Danişînê piştî tespîtên nasnameyan dest pê kir. Bi dest pê kirina danişînê re, hat hîn bûn ku derbarê Abdullah Omer Aslan ê wê demê li Xelfetî melatî dikir û roja teqînê li Pirsûsê, wêneyên birîndar û kesên derdorê digirtin de serlêdana sûc hatiye kirin. Bal kêş bû ku bûyera ku piştî bi salan ket dosyeyê, hîna jî dîmenên wê demê teslîmî dadgehê nehatine kirin.

‘DIVÊ HÛN DAVÛTOGLÛ BÎNIN VÊ DERÊ’

Dayikê Mûrat Yûrtgul ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Şemsî Yûrtgul, parastin kir û wiha got: “Davûtolû yê gotibû ‘Ger ez biaxivim wê nekaribin li rûyê kesekê mêze bikin.’ Em dixwazin hûn wî bînin vê derê û çi dizane bila bêje.”

Bavê Ûgûr Ozkan Mehmet Ozkan jî, xwest Mele Abdullah Omer Aslan bê girtin û wiha bertek nîşan da: “ We jî fêm kiriye ku Abdullah Omer Aslan berpirsiyarê bûyerê ye, lê hûn hîna jî, nikarin wî bînin vê derê.”

Bavê Abdulah Akhamûr Mehmet Şerîf Akhamûr jî, wiha parastin kir: “Ev 12 danişînin em li vê derê edaletê dixwazin. Me zarokên xwe winda kirin, lê em naxwazin ku wijdanê xwe winda bikin. Ji ber vê em carek din daxwaza edaletê dikin.”

‘DI GUMLEKÊ BAVÊ MIN Ê BIXWÎN DE XAR DERKETIN’

Keça Îsmet Şener ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Şener jî, da zanîn ku ew dixwazin kursiyên bersûcan bên tijekirin û wiha parastin kir: “Ger we xwestiba hûn karê xwe bikin, wê demê ev kursî vale ne diman. Di hefteya derbas bûyî de, min gumlekê bavê xwe yê bixwîn di kîsekê de girt. Di hûndirê kîste tije xar hebûn. Qatilê bavê min derbixin. Ez dixwazin li rûyê bersûc Yakûp Şahîn bikim.”

Hevjîna Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz jî, xwest Mele Abdûllah Omer Aslan bê girtin. Çaglan Seven a di teqînê de birîndar bû jî, dest nîşan kir ku di warê DAIŞ’ê de yek ji welatên pê nayê bawerkirin Tirkiye û wiha got: “Di virde em hemû berpirsiyarin. Ji ber ku darizandinek rast di van dozan de nayê kirin, hûn jî berpirsiyarin.”

GIRTINA ASLAN HAT XWESTIN

Piştî malbatan, ji parêzerên dozê Sevda Çelîk Ozbîngol, Gulhan Kaya Can Tombûl, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, daxwaz kirin ku Mele Abdûllah Omer Aslan bê girtin, îdîayên hevdîtina Îlhamî Balî yên bi rayedarên dewletê re bên lêkolînkirin û Serokwezîrê serdemê Ahmet Davûtoglû di kursiyê bersûc de rûne û rastiyê vebêje.

DAXWAZ HAT REDKIRIN

Şandeya dadgehê, daxwazên Serokwezîrê serdemê Ahmet Davûtoglû di dadgehê de weke şahid bê guhdarkirin û girtina Abdullah Omer Aslan red kirin. Dadgehê dûre biyar da ku dîmenên kêm dîsa bên xwestin û malhebûna Yakûp Şahîn, Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî bên lêkolînkirin. Şandeya dadgehê dûre danişîn taloqî 31’ê Çileya 2020’an kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Polat pişt 2 salan nû dan malbatê

Nivîsa Pêş

YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê

YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê

MSD: Li dijî gefên dagirkeriyê em bibin yek

MSD'ê nerazîbûn nîşanî gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Kobanê da

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2017’an şehîd bûn eşkerê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • EMÊ KARIBIN DEV JI 3 HEZAR ŞEHÎDAN BERDIN?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.