KOBANÊ – Desteya Ciwan û Werzîş û Encûmena Werzîşê ya Kantona Firatê Turnoveya Pîng Pong a Şehîd Azê Rojgirav di bin dirûşmeya “Bi fedkariya şehîdan, emê pêşerojekî layîqê navê wan ava bikin” li darxistin.
Bi dehan werzişvanên jin û xort tevlî turnove bûn yê ku li Navenda Desteya Ciwan û Werzîşê pêk hat. Her wiha, malbata şehîd Azê Rojgirav jî amade bû.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê birayê şehîd Azê, Şervan, axivî û diyar kir ku şehîd Azê di temenekî biçûk de tevlî tevgera azadiyê bû û bû pêşengekî ciwan.
Piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîş Avaşîn Misto axivî û diyar kir ku tekoşîna azadiyê ya şehîdên weke Azê Rojgirav divê pîvanê hemû werzîşvanên ciwan.
Lîstokên pîng pongê hatin lîstin û di dawiyê de lîstîkvanê serkeftî yê jin û lîstîkvanê xort li hemberî hev du lîstin.


