Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Edîtor: Nucan Serdoz
10/12/2025 - 11:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêber Apo di hevdîtina dawiyê balê dikişîne ser bûyerên di salên dawiyê de di nav civakê de zêde bûne û dixwaze ku pirsgirêkên civakî ne bi riya şiddetê riya aqil û nesîhetê bên çareser kirin. Rêber Apo ji bo pêşiya van bûyeran bê girtin dixwaze hemû kesên bi hestiyar di vî warî de rol bigirin.

Şer û pevçûnên di nav malbat, bajar û eşîran de derdikevin hindî diçe vedigere pirsgirêkek giştî ya civakê. Demên dawî bi taybetî li Wan û gelek bajarên din pirsgirêkên herî biçûk jî vedigerin pêlek tundiyê û ev yek bandorek neyînî li ser têkilî, aştî û aramiya civakî dike. Li gorî agahiyên ji Lijneya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê hatin girtin vê pirsgirêka civakî bala Rêber Apo  jî kişandiye. Rêber Apo bal kişandiye ser xeteriya vê pirsgirêkê û banga hestiyariya civakî kiriye.

‘Ez di ferqa tundiya di nav civakê de me’

Li gorî agahiyên Lijneya DEM Partiyê dayîn Rêber Apo bi rêya çapemeniyê geşedanên civakî dişopîne û zêdebûna bûyerên di navbera kes, malbat û eşîran de bala wî kişandiye. Rêber Apo di hevdîtinê de derbarê van mijaran de agahî ji Lijneyê xwestiye û bal kişandiye ser van mijaran: “Ez ferq dikim tundiya di nav civakê de di rewşek awarte de zêde dibe. Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di astek bilind de ye. Ez ji vê yekê gelek xemgîn dibim.”

‘Ez ê dest biavêjim van meseleyan’

Rêber Apo di hevdîtinê de diyar kiriye ku yek ji mijara herî zêde li ser bisekine jî ev tundiya di nav civakê de zêdebûyî ye û ev yek wiha nirxandiye: “Sedemek min a ku ez zêde li ser pêvajoya çareseriyê disekinim jî ew e ku ez bikaribim dest biavêjm van pirsgirêkan û li ser çareseriya wan rawestim. Ku em merheleya yekemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas bibin dê dor bê van mijaran jî. Ez soz dikim ku di demek kin de qasî deh wezaretan kar bikim. Mijara ez pêşiyê li ser bisekinim jî dê tundiya di nav civakê de be. Divê li hemberî vê mijarê tedbîrên zagonî, civakî, exlaqî û çandî bên girtin.”

‘Divê gotineke mirov biêşîne jî neyê kirin’

Têkildarî tiştên demildest bên kirin jî Rêber Apo ewilî bang li hemû kesên wî guhdar dikin, kiriye û wiha gotiye: “Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdu bi awayek exlaqî dest ji çekan berdin. Divê gotineke ku hevdu biêşînin jî nebêjin hev. Pirsgirêkan bi aqil û axaftinê çareser bikin. Ez tundiya di nav malbatê de, di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajar de red dikim, derveyî exlaq dibînim.”

‘Li hemberî tundiya nav civakê berpirsyarî bigirin’

Rêber Apo bang li hemû kesên hestiyar dike ku li hemberî vê tundiyê rol bigirin ser milê xwe û li hemberî vê pirsgirêkê têbikoşin. Rêber Apo di vî warî de jî ev peyam dane: “Hemû kes û hevalên di vê mijarê de dixwazin berpirsyariyê bigirin jî divê meseleyê mîna berpirsyariyek exlaqî bibînin û di asta herî jor de rol bilîzin. Ez vê yekê ji hemû welatparêz, heval û rêhevalan dixwazim. Min berê digot ku em destûr nedin, tenê kesek jî di vê pêvajoyê de jiyana xwe jî dest nede, em serkeftî ne. Ji bo wê divê dawî li vê tundiya civaka me perçe dike bê berdan û tundî li aliyekê divê gotineke xirab, mirov diêşîne jî neyê gotin.”

‘Têkoşina demokrasiyê rêxistinbûn e’

Li ser berpirsyariya siyasetê ya di vê mijarê de jî Rêber Apo xwestiye ku pêwist e têkoşînek xurt bê meşandin. Rêber Apo sedema vê tundiyê wekî bêrêxistinbûyîn destnîşan kiriye û bal kişandiye ser van xalan: “Min çend caran hişyarî kirin. Divê civak bê rêxistinkirin. Rêxistinbûyîn pêwist e heta yekîneya herî biçûk a civakê bê berfirehkirin. Ev civak ne civakeke bê îhmalkirin e. Têkoşîna herî mezin a demokrasiyê rêxistinkirina gel e.”

‘Potansiyela DEM Partiyê li derdora ji sedî 20an e’

Rêber Apo di hevdîtinê de balê dikişîne ser rola DEM Partiyê ya di siyaset û rêxistinkirina civakê de û wiha didomîne: “Di merhaleya duyemîn a pêvajoyê de ez ê bi vê mijarê re mijûl bibim. Potansiyeleke mezin a DEM Partiyê heye. Pêwist e ji xwe bawer be. Partiyeke diyarker e. Dixwazî bila tifaqa Cûmhûr dixwazî bila ya Milet bê ser kar bêyî DEM Partiyê nabe. Ji bo vê divê civakê rêxistin bike û ji xwe bawer be. Potansiyela wê li derdora ji sedî 20an e.”

Li gorî agahiyên Lijneya DEM Partiyê parvekirin Rêber Apo di hevdîtina dawî de herî zêde li ser zagona ji bo entegrasyonê bê derxistin rawestiya ye û ji hemû kes û derdorên demokratîk xwestiye ku berpirsyariyê bigirin û ked bidin.

(Ajansa Welat)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

Nivîsa Pêş

SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Manşet

  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên welatparêz li Gewer û Silopî yê 14’ê Tîrmehê bi bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik: Em dikevin zivistana dawîn a hikumeta AKP û MHP’ê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.