ESSEN – Li Essenê (Almanya) bi pêşengiya ciwanan û bi beşdariya rêxistinên cûrbecûr, standek ji bo Meşa Mezin a Kolnê ya 8’ê Mijdarê hate danîn. Di standê de banga Meşa Azadiyê ya ji bo Rêber APO hat kirin. Di tevahiya rojê de, gelek kes ji bo agahdarkirina li ser meşê û belavkirina belavokan li standê rawestiyan.
Beşdaran girîngiya meşa 8’ê Mijdarê tekez kirin û peyamên hevgirtin û yekîtiyê pêşkêş kirin. Ev înîsiyatîfa bi pêşengiya ciwanan, bi beşdariya çalak a raya giştî, giyanek xurt a yekîtî û têkoşînê nîşan da.


