ŞENGALÊ – Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJCŞ) bi dirûşmeya “Her dem, her roj bi Rêbertî re” semînarek li ser esasê îdeolojî, fikir û ramanên Rêber APO organîze kirin. Bi taybetî, nirxandinên Rêber APO yên li dijî asîmîlekirina çandê, bi taybetî di derbarê çanda jinan, wekî mijara sereke ji bo bernameya semînare hatin hilbijartin.
Di Semînarê de, hat diyar kirin ku Jinên Ciwan ên Şengalê xwe bi kûrkirina bi felsefeya Rêber APO re, dikarin li diji “fermanên spî” yên ku niha li ser civaka Êzidî tên meşandin, bibin bersiv. (“Fermaneke spî” hewl dide civakê ji çand, jiyan, adet, kevneşopî û nirxên wê dûr bixe.)
Herwiha di semînarê de sinevîzyonek li ser jiyana Rêber APO hat pêşandan.
Bername bi stranên Koma Bêrîvan bi dawî bû.


