NAVENDA NÛÇEYAN – Faşîstan duh li Zanîngeha Hacettepe ya Enqerê bi kêran êrîşî xwendekarên çepgir ên sosyalîst kirin. Gelek xwendekar birîndar bûn, yek ji wan bi giranî.
Piştî êrîşê, xwendekaran û ciwanan li gelek bajaran wek Stenbol, Îzmîr û Enqerê ji bo ku êrîşên faşîstan protesto bikin, daketin kolanan. Di xwepêşandanên xwe de, xwendekaran tekezî li ser yekîtîya li dijî faşîzmê kirin û êrîşên faşîstan ên li ser xwendekaran protesto kirin.


