DÊRAZORÊ– Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê, bi beşdariya 18 jinên ciwan dewreyeke perwerdeyê ya tenduristiyê da organîze kir. Dewreya perwerdeya tenduristiyê û dermankirina lezgîn ku 30 rojan dom kir, bi dawî bû û bawername li Jinên Ciwan hatin belav kirin.
bi azmûnek nivîskî û pratîkî jinên ciwan mezûn bûn.
Armanca Yekitiya Jinên Ciwan bi vê dewreyê ew e ku jin di milê tenduristiyê de zana bibin û di rewşên awarte de xwe û yên derdora xwe biparêzin.


