QAMIŞLO – Li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo komînekî ji bo ciwanan tê ava kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger hedef dike ku li wir ciwanan gelek cûreyên perwerdeyên çandî, hûnerî, zanistî û parastinê bibînin û aktîvîteyên civakî lidarbixin.
Ciwanan dan diyar kirin ku ev komîn wê nebe cihê belavkirina pêwîstiyên madî, lê belê wê bibe cihê perwerdekirin û rêxistinkirina gel. Her wiha, ciwanan destnîşankirin ku bi vê proje dixwazin perspektîfên Rêber Apo yên ji bo avakirina civakekî demokratîk û exlaqî pêk bînin.
Xaniya ku wê bibe cihê komînê bi alîkariya madî û destekdayîna gelê taxê tê ava kirin.



