HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Heseke bîranînekî ji bo şehîd Çiya Rizgar (Arjen Yavuz) li navenda PYD lidarxist. Bi dehan ciwanan, malbatên şehîdan û endamên tevgerên civakî beşdarî bîranînê bûn.
Îro şehadeta endamê Kordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar (di 25’ê Tebaxê de 2025’an de) hat ragihandin. Şehîd Çiya ji Bakurê Kurdistan heya Rojavayê Kurdistanê tekoşîn kir û ked da ji bo rêxistinkirina ciwanan û avakirina pergala xweseriya demokratîk.
Bîranîn bi deqayekî bêdengiyê ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî wê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Betûl Mihemed û Medya Ebdulrehman axivîn û qala kesayeta şoreşgerê apoyî ya şehîd Çiya Rizgar kirin.
Piştre, dîmenekî li ser jiyan û tekoşîna şehîd Çiya hat pêşkêş kirin.
Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.



