QAMIŞLO –Jinên ciwan ên ji netewên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, naxwazin hikûmeta HTŞ’ê bibe xwedî Sûriyeyeke ku tê de jin lê nebe, azadî û demokrasî lê nebe, jin di nava çar dîwaran de girtî bin.
Hevseroka Meclisa Ciwanên Ermenî Losnak Fûriyan û Endamê Jinên Ciwan ên PYD’ê Sara Hisen têkildarî polîtîkayên rejîma HTŞ’ê yên li hemberî jinan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gel û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û diyar kirin ku tu êrîş nikare pêşiya têkoşîna jin û jinên ciwan bigire. Jinên ciwan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi rêxistin bûne û ew nirxên ku hatine afirandin bi biryarın ku heta dawî biparêzin.
Axaftina jinên ciwan bi vi rengî ye:
Di serî de navê min Sara Hisen, xebatê Jinên Ciwan ên PYD dikim. Li ser navê hemû ol û bawerî, hemû netew, li ser navê tevî Jinên Ciwan em silavên germ ji berxwedaniya Tişrînê re dişînin. Ji bo gel û şervanên ku îro li Bendava Tişrînê, ku weke bendava Qehremana tê naskirin, em silavên germ ji wan re rê dikin. Berxwedaniya wan pîroz dikin.
Armanca me ya yekêmîn ewe ku di Sûriyê nû de mohra Jinên Ciwan were diyarkirin
Weke gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em dibînin ku ev êrîş ku îro li ser me de tên, ne êrîşekê normale. Despêkê de dixwazin jin tune bikin. Ji ber vê me pêwistî dît ku em komxebatekê bi vî rengî çebikin, ji bo em karibin dengê Jinên Ciwan, helwesta Jinên Ciwan û rola Jinên Ciwan di Sûriyê nû de diyar bikin. Armanca me ya yekêmîn ewe ku di Sûriyê nû de mohra Jinên Ciwan were diyarkirin. Sûriyekê nû bê fikre jin, felsefeya jin ti car ava nabe. Ji ber ku îro jin helwesta xwe da diyarkirin ku kî dibe bila bibe êrîşê me bike, em ticar têk naçin. Em hertim zedêtir moral digrin. Bi taybet hêza YPJ ku di salên 2014-2015 de li Kobanê dawiya DAİŞ’ê anî, îro carekê din jî li bendava Tişrînê, bi berxwedana jinan carekê din emê dewleta Tirk a faşîst di bendava Tişrînê têk bibin.
Ti kes nikare me tune bike, îradeya me bişkîne ji ber ku em xwedî hêz in, xwedî felsefe ne
Îro felsefeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ ne tenê li seranserê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê belav bû, di tevahî cihanê de hatiyê belavkirin. Felsefeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ bû minaka cihanê, bû minaka jinên têkoşer, bû minaka her jinek ku bi vê felsefeyê xwe rizgar dike. Bi rastî jî em hertim behsa zihniyetê ku li ser me tê ferzkirin dikin, îro jî carekê din bi vê hiqumeta nû, dixwaze xwe demokratîk nişan bide, lê demokrasî hîç temsîl nake. Ji ber ku yê ku demokrasî temsîl bike hemû pêkhateyên ol, bawerî û taybet jin qebûl dike, lê ev hiqûmeta nû ku hatiye avakirin ne jin qebûl dike û ne wekê din qebûl dike. Em jî vê red dikin. Ti kes nikare me tune bike, îradeya me bişkîne ji ber ku em xwedî hêz in, xwedî felsefe ne. Me hêza xwe ji şervanên YPJ girtiye, ji şehîdan girtiye.
Ji bo her jinek xwe bi hêz bike û xwe di bin vê zihniyeta heyî de nehêle, em îro di vî komxebat de ev diyar dikin. Kes nikare jin di Sûriyekê nû de rabike ji ber ku em hertim hene û emê hertim hebin. Di Sûriyekê nû de weke Jinên Ciwan emê bibin yek, ji bo em dijminê xwe têk bibin yek bi yek.
Projeya me ya îro jiyanekî ser esasê Netewa Demokratîk de ye
Ez Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermeniya Demokratîk Losnak Fûriyan. Îro li ser van nakokiyên ku li derdora Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyan ve rû didin, jina ciwan sempozyûmeke diyalogê li dar xistin û tê de behsa çareseriyên avakirina Sûriyeya nû hat kirin. Her wiha hat behs kirin ku Sûriyeya nû ji jinên ciwan re tê çi wateyê.
Ev Sûriyeya nû, ku niha bi desthilatdariya sereke û ya ku jê re Îslama siyasî tê gotin, li ser hemû jinan ferz dike ku di bin yasayên îslamî de bin. Her wiha ji hemû netewan û olan re rêzgirtin nagirin. Wek Xiristiyan, Êzidî ,û mezhebên din… Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em cudahiyê naxin navbera Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî, Tirkmen, Çerkez û hemû pêkhateyan. Projeya me ya îro jiyanekî ser esasê Netewa Demokratîk de ye. Ew jî azadiya gelan bi xwe re tîne.
Îro em wek jinên ciwan li pêşberî vê hikûmeta nû ya Sûriyê disekinin û em diyar dikin ku ev hikûmeta ku ne demokatîke me temsîl nake. Em niha bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li ser esasÊ Netewa Demokratîk xwe rexistin dikin. Çawa ku Yekîneyên Parastina Jin ji hemû binpêkirinên li ser jinan û ji hemû êrîşên ku li ser jinan pêk hatin, hemberî rêxistina terorîst a mezin “DAIŞ”ê rawestiyan, îro jî li hemberî hemû êrîşan me diparêzin.
Îro jin xwedî zihniyeteke demokratîk û azadiya xwe ne
Em elên azadîxwaz ên demokrasî û azadiyê ne. Nabe ku aliyên din destêwerdana bawerî, ol, netew û nijadên me bikin, ji ber ku doza me yeke, lê dijminê jî yek e, êrîşên Tirkiyê li ser hemû gelan yek in. Yek ji berjewendiyên faşîzma dewleta Tirk ew ku hemû xwîna gelan birijîne û wan ji qirkirin û komkujiyan derbas bike.
Em wek jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kurtasî em vê siya û heqaretên li ser jinan bi giştî qebûl nakin. Eger Rêveberiya Sûriya nû ji zihniyeta mêran sûd werbigirin, me temsîl nake, ji ber ku îro jin xwedî zihniyeteke demokratîk û azadiya xwe ne. Li dijî hemû astengiyan ku li ser hemû jinên cîhanê ne.
Em weke jin ti hûkûmet qebûl nakin ji bilî hûkûmeteke demokratîk ku me bi rêve bibe
Di sala “2013”an de tiştên ku li herêman qewimîn em bûn şahîd. Ew dever û herêm hemû ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatin binpêkirin, ku şerê xwe bi taybetî li ser jinan kirin û hemû jinan di bin Îslama siyasî de bi cil û sergirtinên bi rengê reş kirin. Heya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û parastina Yekîneyên Jin hatin û vê tarîtiyê ji holê rakirin û ronîkirin. Baweriya me bi hêzên me tê. Em bi hêzên xwe û bi hemû gelê me yê ku li ser bendava Tişrînê disekinin re ne. Û em soz didin şehîdan ku em ê li ser şopa wan bin.
Em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komên çete re nehêlin. Tu êrîşek din nikare me tine bike û tu dewletek faşîst nikare ji her alî ve me bi rê ve bibe. Em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî girêdayî ne û kêfxweş in. Em weke jin ti hûkûmet qebûl nakin ji bilî hûkûmeteke demokratîk ku me bi rêve bibe. Ji ber ku jin azadî û demokrasî dixwazin.



