Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Heval Dilbihar: Ciwanên Kurd û Têkoşîna Zimanê Kurdî

Edîtor: Nucan Serdoz
28/08/2023 - 23:00
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Heval Dilbihar: Ciwanên Kurd û Têkoşîna Zimanê Kurdî
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN 

Zimanê kurdî laşê kurdan ê neteweyî ye û hemû nirxên kurdan di nava xwe de dihewîne, ku em kurd lê xwedî dernekevin û ew ji holê rabe em jî wek netewe dê di nava demê de ji holê rabin

Ciwanên Kurd û Têkoşîna Zimanê Kurdî Tirs û wêrekî Dîrokê gelek zelal nîşanî me daye ku têkoşîn û şoreşên neteweyî û civakî bêyî ciwanan nikarin pêk bên, berdewam bikin û bi ser bikevin. Gelek tevgerên şoreşger ên neteweyî û civakî ji aliyê ciwanan ve hatine avakirin û birêvebirin. Dîsa, meşandin û serketina gelek têkoşîn û şoreşên neteweyî û civakî yên li dijî her cureyê tunehesibandin, pişaftin, jiholêrakirin û komkujiyên pergalên hov ên dagirker, mêtinger û desthilatdar û li şûna wan avakirina pergalên civakî yên azadîrês û demokrasîsaz bi pêşengiya ciwanan pêk hatine. Bi taybetî jî dema ku em li van 50 salên Tevgera Azadiya Kurdistanê binihêrin em ê bi rengekî herî şênber bibînin ku avakar, rêber, pêşeng, têkoşer û lehengên wê ciwan in û gelek serketin û şoreşên dîrokî bi destê wan pêk hatine. Dagirkerên li Kurdistanê jî ji bo ku doz û têkoşîna azadiya kurd û Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî têk bibin û wan ji holê rakin her cureyê şerê taybet meşandine; bi taybetî jî li dijî ciwanên kurd ên şoreşger û azadîxwaz. Helbet, ciwanên kurd jî, di her şert û mercan de, hewl dane ku bi hişmendiya parastina hebûn û xwebûna xwe nirxên kurdewar di asta herî jor de biparêzin. Li ser bingeha vê rastiyê, ciwanên kurd çi di qada parastin û rizgarkirina fizîkî ya neteweya kurd û Kurdistanê de, çi jî di qada parastin û avakirina bîrmendî, hişmendî, raman, felsefe, bîrdozî, ziman, çand, huner, wêje, civak, jiyan û pergala xwe de, di hemû qadên nirxên xwebûnî/neteweyî yên kurd û Kurdistanî de têkoşîneke biheybet a bêhempa meşandine û hê jî dimeşînin.

Di vê têkoşînê de bi deh hezaran ciwanên kurd, bi awayekî lehengane û destanî can û jiyana xwe bexşandine, bi sed hezaran ji wan bi dehan salan di zindanên dagirkeran de li dijî êriş û kiryarên herî hovane li ber xwe dane û berdêlên giran dane. Têkoşîna ciwanan wek mîrateyekê ji nifşekê veguhestiye nifşekî din. Li dijî her cureyê şerê taybet, ciwanên kurd her dem û wext berxwedan, têkoşîn, serhildan û raperîneke biheybet bi pêş xistine, ku ev berxwedan, têkoşîn, serhildan û raperîn, li gel hemû êrişên hov ên li dijî kurdan tê meşandin hê jî bênavber didome. Helbet ciwanên kurd jî wek hemû qad û pêkhateyên Tevgera Azadiya Kurdistanê, rastiya rewşa giştî ya serdema ku tê de ye li ber çavan digirin û li gor şert û mercên piralî yên serdema xwe rê û rêbazên xwe yên têkoşînê bi awayekî herî afirîner û encamgir nûjen dikin û têkoşîna xwe li gor vê rastiyê dimeşînin.

Têkoşîna kurdî ne tenê ya zimên e Qadeke bingehîn a têkoşîna ciwanên kurd qada zimanê kurdî ye. Ciwanên kurd ên têkoşer û azadîxwaz baş dibînin û dizanin ku, zimanê kurdî yê ku hebûn, xwebûn, nasname, rûmet, nirx û hêmana herî bingehîn a neteweya kurd e ji hemû deman zêdetir li bin qedexe, pişaftin, dorpêçkirin, êriş û hewldanên helandin û jiholêrakirinê ye; kurdîkujî wek parçeyek kurdkujiyê bi rê û rêbazên nûjenkirî di asta herî jor de berdewam dike. Dîsa baş dibînin ku ligel têkoşîneke 50 salan a bêhempa, sed heyf û mixabin şerm û rûreşiyeke mezin e ku zimanê kurdî hê jî li bakurê Kurdistanê, li her qadê nebûye zimanê sereke yê jiyana rojane û têkoşînê, nebûye zimanê perwerdehiyê û nebûye xwedî statuyeke bingehîn. Berovajî, her roja ku diçe di nava kurdan de xetereya jiholêrabûna zimanê kurdî zêdetir dibe, herî zêde jî di nava zarok û ciwanên kurd de. Helbet ev yek ji bo ciwanên kurd û hemû ciwanên azadîxwaz, dadparêz, demokrat û şoreşger xal û mijareke bingehîn a xwelêpirsînkirin û rexnedayîneke herî bingehîn û radîkal e. Rexnedayîna herî rast jî, bi erkdarî û berpirsyariyeke mezin her kêliyê xwedîlêderketin û meşandina têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî ya li her qada jiyanê ye; bi riya axaftin, xwendin, nivîsandin, fikirîn û hînkirinê serwerkirina kurdî ya li her derê Kurdistanê û cihên ku kurd lê dijîn e.

Rêzdar Abdullah Ocalan dibêje ku “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin.” Belê laş, hemû lebatên jiyanî yên mirovan di nava xwe de dihewîne. Zimanê kurdî jî laşê kurdan ê neteweyî ye û hemû nirxên kurdan ên neteweyî di nava xwe de dihewîne, ku em kurd lê xwedî dernekevin û ew ji holê rabe em jî wek netewe dê di nava demê de ji holê rabin. Ciwanên kurd ên têkoşer û hemû ciwanên demokrat, azadîxwaz û şoreşger bi vê bîr, bawerî, zanebûn û hişmendiyê baş dizanin ku, li ser bingeheke ramanî, felsefî, bîrdozî û polîtîk xwedîlêderketin û meşandina têkoşîna zimanê kurdî di heman demê de xwedîlêderketina hebûn û xwebûna neteweya kurd e, xwedîlêderketina nirxên kurdan ên dîrokî û rojane yên neteweyî û civakî ye; têkoşîn û raperîna ji bo zimanê kurdî, rasterast têkoşîn û raperîneke bingehîn û jêneger a sazkirin û pêkanîna hişmendiya neteweya demokratik e; şikandin û têkbirina pergala hov a dagirkerên Kurdistanê, kujerên kurdan û tunekerên nirxên kurdewar, şikandin û têkbirina tecrîd, dorpêçkirin, dortengkirin, hewldanên çokşikandin, radestgirtin û jiholêrakirina têkoşîna kurdan û neteweya kurd bi xwe ye.

Herwiha têkoşîn û raperîna ji bo zimanê kurdî di sazkirina yekîtiyeke azad û demokratik a neteweya kurd û avakirina pergaleke azad û yekbûyî ya xwebûnî de hêmaneke sereke û jêneger e. Têkoşîna hemû kurdan Ciwanên kurd bi hişmendî, zanebûn û armancên ku me li jor diyar kirine, bi giyan, bîr, bawerî û biryardariyeke xurt a serketin û serfiraziyê, li bakurê Kurdistanê kampanyayeke bi navê “Li Dijî Şerê Taybet Têkoşîneke Biheybet” dane destpêkirin. Bêguman ev têkoşîn, di rastiya xwe de têkoşîneke şoreşger û raperîner a li her qadê ye. Yek ji van qadan jî qada nirxên kurdan ên xwebûnî/ neteweyî ye. Li ser vê bingehê, têkoşîn û raperîneke biheybet a parastin û pêşxistina zimanê kurdî jî di rojeva ciwanên kurd ên têkoşer de ye. Em jî, dê bi bîr, bawerî, armanc, zanebûn û têgihiştineke yekparebûyî/ tevahî ya têkoşîna azadî û rizgariya neteweya kurd a xwebûnî û gerdûnî, bi hiş, dil, giyan, helwest û sekneke ciwantî, di çend beşên nîvîsên xwe yên cuda cuda lê ku hev temam dikin de ramanên xwe yên derbarê têkoşîna zimanê kurdî ya ciwanên kurd û hemû ciwanên têkoşer, azadîxwaz û şoreşger li bin navê ‘Stratejiya Têkoşîna Kurdî’, ‘Têkoşîna Kurdî ya Bi Heybet’ ‘Têkoşîna Hişmendiya Kurdî’, ‘Têkoşîna Hînbûn û Hînkirina Kurdî’, ‘Têkoşîna Rêxistinkirina Tevgera Kurdî’ bi we re parve bikin. Bêguman, herçiqas raman û nirxandinên ku em ê bi pêş bixin bi taybetî li ser têkoşîna zimanê kurdî ya ciwanan be jî bi armanc, bingeh, çarçove û naveroka xwe ve ji bo hemû kurdan, hemû gel û derdorên mirovahîparêz in jî. Lewra, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî erk, berpirsyar û peywireke sereke ya hemû kurdan û hemû mirovahiyê ye.

Hamîd Dilbihar

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Çelebiyê bi meşekê tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kirin

Nivîsa Pêş

Li navçeya Dirbesiyê ya Hesekê çalakiya bîranînê hate lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li navçeya Dirbesiyê ya Hesekê çalakiya bîranînê hate lidarxistin

Li navçeya Dirbesiyê ya Hesekê çalakiya bîranînê hate lidarxistin

ROJEVA 17’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

ROJEVA 29’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.