Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Zerîn Rûken: Dema parastina civaka azad û jin a azad e

"Sîstema mêr a hegemon, ku bûye belayê serê mirovahiyê, polîtîkaya tundî, destavêtin, destdirêjiyê her roj dimeşîne. Em dikarin bêjin ku hesabpirsîna ji vî mêrê zordar qirêj dîrokî ye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/11/2021 - 14:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Zerîn Rûken: Dema parastina civaka azad û jin a azad e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

‘JINÊN KURD PÊŞENGIYÊ JI ŞOREŞA LI ROJHILATA NAVÎN RE DIKIN’

Zerîn Rûken têkildarî 25’ê Mijdarê got, “Di vê demê de li dijî her cûre tundiya desthilatdariya bi serweriya mêr, jin bi her awayî li ser piyan e. ji destpêka sala 2021’ê û vir ve bi hişyarbûn û pêşengiya jinê li her devera cîhanê guhertinek bi rengê jinê pêk tê. Ev hişyarbûn nîşan dide ku jin bi gaveke din nêzî azadiyê bûne. Jin di azadkirina Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê de bi roleke girîng radibin. Jin li her devera Kurdistanê bi ruhê raperînê yê mezin pêl bi pêl pêşengiyê ji şoreşa Rojhilata Navîn re dikin.”

‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’

Zerîn Rûken diyar kir ku pêngava ‘Dema parastina civaka azad û jin a azad e’ ku ji aliyê jinên Kurdistanî li Şengalê, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê li dijî faşîzma mêr û dewletê hate destpêkirin, her wiha çalakiyên ‘dema azadiyê ye’ bi xwedîderketineke mezin li cîhanê tê pêşwazîkirin. Zerîn Rûken got, “Her wiha berxwedana gerîlayên azadiyê û çalakiyên jinên Kurd ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, piştgiriyeke xurt ji jinên cîhanê werdigirin. Ez di wê baweriyê de me ku 25’ê Mijdarê ya îsal wê ji aliyê çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya jinê li gorî salên derbasbûyî hîn bi xurtî derbas bibe. Ji ber ku di nava jinan de ‘ruhê hevpar, hest, mejî û daxwaza ji bo cîhaneke azad xurt dibe’. Ji ber ku jinan di nava tevahiya salê de bi rêxistiniya xwe li ber qirkirina jinê rabûn.”

Zerîn Rûken destnîşan kir ku xeta azadiyê ya jinê êdî tê dîtin û got, “Em di serdema şoreşan de ne. Em dibînin ku rengê grî ji ser cîhanê diçe. Di serdema azadiyê ya jinan de wê gelek şoreş pêk werin. Ev serdem serdema azadiyê ye.”

‘EV DESTHILATDARIYÊN QIRÊJ WÊ BÊN GUHERTIN’

Zerîn Rûken bal kişand ser girîngiya xurtkirina rêxistinî û xweparastina jinê û got, “Em jin divê çareseriyê li derveyî dewletê bibînin û berê xwe bidin têkoşînê. Rastiyeke jinê ya di asta global de xwe bi rêxistin kiriye, wê van desthilatdariyên qirêj û avaniyên wan biguherîne. Sîstema mêr a hegemon, ku bûye belayê serê mirovahiyê, polîtîkaya tundî, destavêtin, destdirêjiyê her roj dimeşîne. Em dikarin bêjin ku hesabpirsîna ji vî mêrê zordar qirêj dîrokî ye.”

‘DIVÊ TÊKOŞÎNEKE HÎN XURTIR A JINÊ BÊ MEŞANDIN’

Zerîn Rûken anî ziman ku netewe dewlet û hemû dewletên ku rûyê serwer ê mêr û faşîst e, ji komkujiya bi milyonan mirovî û jinan berpirsyar in û got, “Desthilatdariya dîktatoriyan hemû fdaşîst e, dagirker e, komkujer e. Di polîtîkayên dijminatiya li civakê, azadiyê û jinê de mîna hev tevdigerin. Lewma yê ku serkêşiyê ji polîtîkayên şer, tundî û zexta desthilatdarî û dewletên li Rojhilata Navîn re dike, dewleta Tirk e û desthilatdariya wê ya AKP-MHP’ê ye.

Li tevahiya cîhanê, li dijî van polîtîkayên dijminê jinê, divê em li her cihî, li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê, li Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê tevgerên jinê têkoşîna hevpar û yekîtiya xwe xurtir bikin.”

‘TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ YA JINAN WÊ FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNE’

Bi dewamî Zerîn Rûken got, “Dem hatiye ku li nava civakeke azad, weke jinên azad şert û mercên jiyana demokratîk ava bikin. Em xwedî wê huner û hêzê ne ku bi her zindî, bi her kesî, bi her jinê re bijîn.  Em jin ew civak in ku zîhniyeta neteweya demokratîk jiyane. Lewma jî em dibêjin, ‘Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad û civaka azad e’. Têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan wê faşîzmê hilweşîne.”

‘TÊKOŞÎNA ME HER ROJÊ YE, HER KÊLIYÊ YE’

Zerîn Rûken diyar kir ku cîhan ji jiyaneke bêtundiyê re amade ye û got, “Ya pêwîst ew e ku em jin; bi rêxistiniya xwe, bi îrade û fikrên xwe yên azad nîşan bidin ku ji pêşengiya vê yekê re amade ne. Divê em zanin ku wê ‘enkî, şaman û mêrên bi fikra dewletê’ timî derkevin pêşiya me, li gorî vê têgihiştinê em rêxistinî û parastina xwe xurt bikin û bêrawestan têkoşîna xwe dewam bikin. Jin a şer dike jin a bedew e, jin a bedew jî jin a azad e. Weke jinên xwedî îrade û wêrek, em şer bikin, bedew bibin û azad bibin. Ber bi civakeke bêşer û bêtundiyê ve em bêjin JIN, JIYAN AZADÎ.”

Zerîn Rûken destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê bi bername, polîtîka û stratejiyên berfireh, demkurt û demdirêj ji holê dikare bê rakirin û got, “Ji ber vê yekê têkoşîna me her rojê ye, her kêliyê ye.”

‘EM DI KÊLIYA AZADIYÊ DE NE’

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Ev yek weke êrişeke qirkirinê ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP’ê ve li ser tevahiya Kurdistanê weke şerê dagirkeriyê tê meşandin.”

Zerîn Rûken destnîşan kir ku gelên cîhanê îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan e û got, “Dibêjin ku divê azad bibe. Jin li ser piyan e. Têkoşînê mezin dikin. Di sedsala 21’ê de dem ew dem e ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Ev yek teqez rast e. Em di kêliya azadiyê de ne.”

Zerîn Rûken di dawiya axaftina xwe de got, “Em di mehên dawî yên sala 2021’ê de ne. Jinên Kurd, li dijî qirkirina civakê û jinê, li hemberî sîstem û zîhniyet faşîst a serwer di nava hesabpirsîneke kûr de ne. Gerîlayên jin jî dîrokê li gorî vê rastiyê jinûve dinivîsînin û tolê ji şaristaniya faşîst a bi serweriya mêr hiltînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayê Îngilîz ê HPG’ê Mazlûm ATAKAN: Min cewherî buyina rêhevaltî û tekoşîna PKK’ê dît

Nivîsa Pêş

Malbata Şenyaşar: Dozger sûc dikin, dibin hevparê sûc

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin

Malbata Şenyaşar: Dozger sûc dikin, dibin hevparê sûc

Li Başûr Polîsan êrîşên xwendekaran kir

Li Başûr Polîsan êrîşên xwendekaran kir

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.