Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK’ê banga tevlêbûna berxwedanê kir

"Em bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê xwe dikin ku bi tarzeke ku vê berxwedanê geş bike, bila tevlî pêvajoyê bibin, bi gerîlayan re bin û em bi hev re dagirkeriyê têk bibin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/06/2021 - 11:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK’ê banga tevlêbûna berxwedanê kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê wiha ye:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst ên li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gel û xaka Kurdistanê dewam dikin. Ne dewleta Tirk ne jî hêzên hevkarên wê pêwîstiyê pê nabînin ku van êrişên qirkirinê veşêrin. Di şexsê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de êrişî gel, xweza, ziman, çanda Kurdistanê û yekîtiya neteweyî dike. Hêzên me yên gerîla jî bi berxwedaneke fedayî, ji bo parastina rûmeta neteweyî û nirxên bingehîn ên gelê me şer dikin.

Dewleta Tirk ku li pêşberî berxwedana gerîla ji hev ketiye û nikare bi dilê xwe operasyona dagirkeriyê bimeşîne, 5’ê Hezîrana 2021’ê êriş bir ser kampa Mexmûrê ya ku di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye. Tevî ku dewleta Tirk berpirsyarê vê êrişê ye, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî jî ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî gef û êrişên dagirkeriyê yên Erdogan ê dîktator faşîst, ew jî ji van êrişan berpirsyar e. Gelo li gorî kîjan hiqûqê balafirên şer û SÎHA yên dewleta Tirk a qirker û faşîst li ser kampeke penaberan difirin ku ev kamp bin misogeriya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye. Her wiha li gorî kîjan hiqûqê, destûr tê dayin ku ji bo êrişên li dijî sivîlan qada hewayî bê bikaranîn? Nepêkane ku bêyî destûra van hêzan, dewleta Tirk qada hewayî bi kar bîne û êrişê bike. Armanca van êrişên li ser kampa Mexmûrê û şêniyên wê tê fêhmkirin. Nîşan didin, ku her Kurdekî bi bi çand, ziman û welatparêziyê bijî, sivîl jî be wê bibe hedef. Dixwazin helwesta têkoşer û berxwedêr a gelê me têk bibin. Xelkê Mexmûrê ji sala 1993’an û vir ve li dijî êrişên qirker ên dewleta Tİrk, ji Botanê heta Mexmûrê her roja xwe bi berxwedêrî û welatparêzî derbas kiriye. Lewma ev êriş parçeyek ji plana qirkirinê ya dewleta Tirk e û wê têk biçe. Bi binpêkirina nirxên mirovahiyê, wijdan û hiqûqa navneteweyî, êrişî xelkê me yê li Mexmûrê dikin. Ji bo rawestandina van êrişan berpirsyarî dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Iraq, hikumeta herêmî ya Kurdistanê û PDK’ê. Ev hêzên ku êrişên faşîst û qirker dipejirînin, bêdeng dimînin û destûrê didin; em bang li wan dikin ku xwedî li wezîfeya xwe derkevin. Mexmûr rûmet û keleha berxwedanê ya Kurdistanê ye. Bi vê wesîleyê, em vê êrişa ku li dijî xelkê me yê Mexmûrê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin.

NÛÇEYÊN LI SER ÊRIŞA LI DIJÎ HÊZÊN PDK’Ê DEREW IN; JI BO PÊŞÎGIRTINA LI TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK E

Her wiha nûçeyek bi zanebûn li nava raya giştî hate belavkirin ku tê de hate îdîakirin, ‘sibeha 5’ê Hezîrana 2021’ê li Metînayê hêzên me yên gerîla li komeke ser bi hêza Zerevanî ya PDK’ê xistine’. Her wiha PDK’ê bi zanebûn xwest ku bûyera kuştina pêşmergeyekî li Derkarê di 8’ê Hezîrana 2021’ê de bixe stuyê hêzên HPG’ê. Ev nûçe hemû nerast in, manîpulasyon e û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike. Her wiha ji bo pêşîgirtina li têkçûna dewleta Tirk e. Em van nûçe û daxuyaniyên bêbingeh û derew şermezar dikin ên ku di çarçoveya zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk de gerîla û tevgera me dike hedef. Ligel ku HPG’ê diyar kir tu eleqeya wê bi her du bûyeran re tune, PDK û çapemeniya wê bi israr van bûyeran dixe stûyê hêzên gerîla yên bi rûmet. Hêzên gerîla 46 roj in li dijî dewleta Tirk a dagirker bi qehremanî û serkeftî li ber xwe dide û artêşa Tirk aniye ber asta rûxandinê. Di vê serdemê de ya kuli dijî dagirkerî, talan, dizî û qetlîama dewleta Tirk a faşîst gelê me yê Başûrê Kurdistanê di serî de hemû Kurd û raya giştî ya dinyayê helwestê nîşan dide, PDK bi qestî nûçeyên wisa dide belavkirin. Bi van nûçeyên derew re dewleta Tirk a faşîst di rojên dawîn de li Hewlêrê bi PDK’ê re civînan dike û ev tişt jî têra xwe balkêş e. Hêzên me yên gerîla dewleta Tirk dike hedef ji ber ku dewleta Tirk dixwaze gav bi gav Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hêzên gerîla bi dehan salan berxwedaneke neteweyî ya dîrokî nîşan dide. Hêzên ku nikarin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin, dixwazin sûdê ji pozîsyona şer a gerîla werbigirin ji ber ku gerîla li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dide. Nayê qebûlkirin ku ev hêz qadên ku 25 sal in di destê gerîlayan de ye bixwaze bi dest bixe û provokasyonan bike. PDK him dagirkeriya dewleta Tirk meşrû dike û him jî pêşiya têkoşîna gel û hêzên siyasî ya li dijî dewleta Tirk digire û dixwaze êrîşkariya dewleta Tirk meşrû bike. Divê PDK him li Metîna û him jî li qadên Berbizina hêza xwe vekişîne.

Statuya Başûrê Kurdistanê û jiyana wê ya azad û demokratîk wê ne bi bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk lê bi piştgiriya hêzên li hemberî wê li ber xwe bidin wê pêk bê. Ev jî peywira Parlementoya Başûrê Kurdistanê ye. Parlementoya Başûrê Kurdistanê li hemberî bûyeran divê bi hestiyariya welatparêziya Kurd nêzik bibe, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk banga berxwedanê li hemû partiyên Başûrê Kurdistanê bike. Em bang dikin ku divê ev hêz dûrî vê hewldanê bin ku gavên wan pêşiya dagirkeran veke, divê dûrî hemû hewldanên li hemberî yekîtiya neteweyî bin.

Hêzên me yên gerîla li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên faşîst ji bo jiyaneke azad û bi rûmet şer dike. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê xwe dikin ku bi tarzeke ku vê berxwedanê geş bike, bila tevlî pêvajoyê bibin, bi gerîlayan re bin û em bi hev re dagirkeriyê têk bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Awazên Çiya li ser “Bazên Zagrosê” got

Nivîsa Pêş

Berxwedana Zindana di roja 195’an de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Zindana di roja 195’an de ye

Berxwedana Zindana di roja 195'an de ye

Hêzên Rusyayê li Şehbayê vedikişin

LEZGÎN - Dewriya Rusan de mayin teqiya: Leşkerekî Rus mir 3 jî birîndar!

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên welatparêz li Gewer û Silopî yê 14’ê Tîrmehê bi bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.