Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Meyl çi be, pratîk ew e

"Meyl bi gelemperî girêdayî gelek bandorên derdorê ku figurê kesayet ava dikin. Bê guman bandora herî girîng û mezin di vê lêkirina karîzmî de, mijarên derûnî ne. Di vê navberê de, ango di pêvajoya avakirina meyl de û encamên ku bi xwe re tîne, hêza mirov ya manedayînê jî tê pîvandin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/09/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Meyl çi be, pratîk ew e
ParvekeTweet

“Mirov di xwezaya xwe de li gorî hestên pozîtîv û negetîv meyl û berpêçûnên xwe diyar dikin. Meyl bi gelemperî girêdayî gelek bandorên derdorê ku figurê kesayet ava dikin. Bê guman bandora herî girîng û mezin di vê lêkirina karîzmî de, mijarên derûnî ne. Di vê navberê de, ango di pêvajoya avakirina meyl de û encamên ku bi xwe re tîne, hêza mirov ya manedayînê jî tê pîvandin. Kesên ku aliyê pozîtîv kesayeta xwe ava dikin de, dikarin bi awayekî gelek hêsan pratîka xwe bi wate û sûdwar bikin. Lê aliyê negetîv, herçendî avakirin be, nikarin tişta ku dikin bi wate bikin. Ji ber ku binyada pratîk xwe dispêre hinek mijarên negetîv ên bê vîn. Ji lew re di heyameke wisa de mirov nikare hezkirin û dijberiya vî alî ji hev derxîne û ne jî dikare bi wate bike. Çendîn em bixwazin manedanekê jî bidinê, dê şîlo û ne rast be. Di rastiya xwe de ew jî nikarin wê yekê bi derdorê re şîrove bikin. Ango hêza wan nîne ku bikin. Çima bi xwe nikarin bikin? Ew jî girêdayî neyêniyên ku bûne bingeha avakirina kesayeta negetîv a xwe dispêre hinek ezmûnên derûnî yên çors ên nixumandî.

Bi vî awayî meyla ku têye avakirin li gorî şêwe û piskolojiyek birêxistinkirî bi bandor dibe. Li ser esasê wê jî reaksyona mirovan ji mijarên cuda cuda re derdikeve. Ger em li vê yekê ezmûn, têkîlî û çalakiya kesayetî zêde bikin, wê şêwazê reftara ku reaksyona bi rê ve dibe yan distnîşan dike jî diyar bibe. Dêmekî meyla mirov; birêxistinkirina zanyariyên posîtîv û negetîv e. Destnîşankirina aliyê negetîv an posîtîv jî girêdayî ezmûn, dîrok û zanyariyên mirovan di derbarê mijarê de ye. Ji lew re jî meyl dibe du cure. Meylên navendî û yên aliyên derdor. Di meyla navendî de karakter, bawerî, hizir û nerîna mirov ji realîteyê re têne avakirin. Meyla derdor jî girêdayî buyer û rûdanên ne girîng ên biyanî ne. Ji ber vê jî kesayeta navber a bê helwest ava dibe. Bi gotineke din kesayeta kolekirî ya ku meyla navend bi ezmûn û zanyariyên xwe avakiriye derdikeve.

Ji ber ku kesayetiya Kurd di bin sihê kolonîzmê de hema hema gihabû keviyê tunebûnê, Rêber APO tekez kir ku pêwîste mijara avakirina kesayet ji hemû aliyan ve bi rêbazên şoreşwarî bête destgirtin. Heya ku kes an civak ku kesayeta xwe ji ber zilm, zordarî, dagirkerî û qirkirinê wenda kiriye û meylên xwe yên azadî û serxwebûnê ji dest daye bête rizgarkirin, pêwîstî bi şoreşek zihnî heye. Ango girînge zagon, heyam û rêzikên ku cewherê nasnameya rasteqîn a mirov dinixumîne, bi şoreşa zihnî re bêtên veguhertin. Li gorî wan prensîp û rêgezan jî kesayet û rêxistina şoreşger a posîtîv û pêşeng a dikare atmosfera erêniyan berfirehtir bike, were avakirin.

Aliyên li gorî meylên negetîv ên xwe dispêrin derûniya bindest xwe weke xilaskerê gelan dibînin, tenê dikarin bibin kurtêlxwar. Gelek vehesî xwe li ser pişta gelan dinepixînin û nasnameya gelan qir dikin. Ew kes xwedî meylên aliyên derdor in. Di kesayetiya wan de mêtingerî hakim û bi bandor e. Tu niyet an helwesteka wan a cidî ya têkoşîna azadiyê nîne. Tenê bi meylên xwe yên oto-kolemayînê re li ser pişta gelan dibin bar û bi derûniya xwe ya negetîv re riyên têkoşîna azadiya demokratîk a gelan dixetimînin. Bi niyet an bê niyet be, di encamê de li dijî eslê xwe ji ber neyaran ve têdikoşin.”


ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Idrîs HENAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Vîn û baweriya gerîla serket

Nivîsa Pêş

Di dîplomasiya Rojava de şerê psîkolojîk

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di dîplomasiya Rojava de şerê psîkolojîk

Di dîplomasiya Rojava de şerê psîkolojîk

Parastgeha Hemdem Ya Jinan (III)

Parastgeha Hemdem Ya Jinan (III)

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.