ENQERE – Rêxistinên ciwanan li Taxa 100. Yil ya navçeya Çankaya ya Enqerê li hev civiyan û êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û daxuyaniyek nerazîbûnê weşandin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de hevgirtina xwe bi gelê Rojava re nîşan dan, diyar kirin ku parastina Rojava erkê wan e û tekez kirin ku ew ê bajar bi bajar, kolan bi kolan têkoşînê ava bikin û berfireh bikin.



