Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven: ‘Ne em Soylû bi axaftinên xwe ciwanan dişîne çiya’

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê qala malbatên li ber HDP'ê kir û wiha got: "Di rastiyê em zarokan naşînin serê çiya. Suleyman Soylû bi axaftinên xwe ciwanan dişîne serê çiya."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/09/2019 - 14:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven: ‘Ne em Soylû bi axaftinên xwe ciwanan dişîne çiya’
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven: ‘Ne em Soylû bi axaftinên xwe ciwanan dişîne çiya’
ParvekeTweet

MÊRDÎN – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê qala malbatên li ber HDP’ê kir û wiha got: “Di rastiyê em zarokan naşînin serê çiya. Suleyman Soylû bi axaftinên xwe ciwanan dişîne serê çiya.”

Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Mêrdînê di roja 32’emîn de berdewam kir. Polisan bi hinceta dirêjkirina qedexeya “çalakiyan” a Walîtiya Mêrdînê, avahiya HDP’ê ya bajar dorpêç kirin. Ji ber vê sedemê HDP’iyan çalakiya xwe li ber avahiya HDP’ê ya bajar li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven tevlî çalakiyê bû û axaftinek kir.

‘EV NE GEF RASTÎ YE’

Hevserok Guven diyar kir ku li her derê bi dorpêça polisan tê xwestin ku dengê HDP’ê birîn û wiha got: “Em dipirsin ev tirs çî ye? Tişta we ditirsîne çî ye? Çima dema ku HDP û kurd diaxivin hûn ditirsin? Hûn çima dora me dorpêç dikin? Hûn çi dikin bikin, em ê heqîqetê biqîrin. Em rastiya ku bi polîtîkayên ewlehiyê ev pirsgirêk çareser nabe biqîrin. Gelê kurd têkoşîna ku li dijî Dehaqê zalim daye dê li dijî we jî bide.” Guvev da zanîn ku ji ber ku gotiye HDP îtîat nake tê xwestin ku bê lînçkirin û ev tişt anî ziman: “Heta ku Pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê êş berdewam bikin. Em destûr nedin vê yekê. Em tev bi hev re li dijî vê yekê rawestin. Li her dera dinyayê rewşê wiha çêbûne û bi aklê hevpar û rêyên demokratîk çareser bûne. Dema em van tiştan tînin ziman dibêjin ku em gefan dixwin. Ev ne gef, rastî ye.”

‘ÊN CIWANAN DIŞÎNIN ÇIYA NE EM IN’

Di berdewamê de Guven qala tayînkirina qeyûman kir û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Pêşiyê bingehê amade dikin, dû re keviran datînin û paşê jî şaredariyan xesp dikin. Li dijî kurdan konseptên nû tên amadekirin. Ji serê sibehê heta êvarê kesên ku nayên zanîn kî ne li ser navê kurdan didin axaftin. Tê angaştkirin ku em bi ciwanan re diaxivin û wan dişînin çiya. Ev konsept ne ji bo yekitiya Tirkiyeyê ne. Di rastiyê de yên ku bi ciwanan re diaxivin û wan dşînin çiya ne em in. Kesê bi axaftinê vê yekê pêk tîne Suleyman Soylû bixwe ye. Zimanê cihêkirinê û televîzyonê êdî ciwanan ji canê wan dide acizkirin. Ji ber ku Bulent Arinç vê rastiyê destnîşan kir jê re gotin, ‘di wê de here’. Vana timik hewl didin ku ser rastiyan bigirin.”

‘PÊŞÎ DEMOKRATÎKBÛN’

Guven daxuyaniyên desthilatê yên têkildarî CHP’ê jî nirxand û axaftina xwe wiha domand: “CHP ne zelal e. Heta ku dengê xwe li dijî tundiyan bilind neke siûda wê ya ku bê ser desthilatê tuneye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwistiya lezgîn e. Dê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re Pirsgirêka Kurd di nav xwe de çareser bibe. Ji ber vê yekê tişta ku em dixwazin bikin jî demokratîkbûn e. Di rewşeke wiha de dê dayik ji bo çareseriyê neyên ber derê HDP’ê. Wê demê dayik neçar nemînin ku zarokên xwe winda bikin.”

‘TIRSA NE JI HESÎN HEBÛYA EM LI TRÊNÊ SIWAR NEDIBÛN’

Guven diyar ku kesên ji hesin bitirsin nikarin li trênê siwar bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em lê siwar bûne û ev trên niha gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Di dîrokê de kesên di polîtîkayên ewlehiyê de sirar kirine çûne ser sergoyên dîrokê. Lê gelan li cihên xwe jiyana xwe domandine. Heke darizandineke bê kirin divê kujerên Roboskî, Dayika Taybet û Şêrzemînên Cizîrê bên darizandin.”

Piştî axaftina Guven çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike

Nivîsa Pêş

Berxwedana Wanê li dijî qeyûmên dagirker di roja 32’yemîn de didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Wanê li dijî qeyûmên dagirker di roja 32’yemîn de didome

Berxwedana Wanê li dijî qeyûmên dagirker di roja 32’yemîn de didome

NIRXANDIN – Xiyanet Têk Diçe – 2

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.