Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berxwedana Amedê: Qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman û Çanda Kurd

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a li Amedê meha xwe tije kir. Hevserokê PEN Kurd Samî Tan anî ziman ku qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman, wêje û nasnameya Kurdan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/09/2019 - 17:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Berxwedana Amedê: Qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman û Çanda Kurd
Berxwedana Amedê: Qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman û Çanda Kurd
Berxwedana Amedê: Qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman û Çanda Kurd
ParvekeTweet

AMED – Nobeda Demokrasiyê ya li dijî dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya bi qeyûman hatibû destpêkirin, li ser Rêya Lîse ya pêşiya avahiya şaredariyê dewam dike.

Polîsan îro jî girseya beşdarî nobedê bûn dorpêç kir. Parlementerên HDP’ê û gelek welatî beşdarî nobedê bûn. Welatiyan bi dirûşm, çepik û stranan bertekên xwe nîşandan.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî kirine jî tevlî çalakiyê bû. Welatiyan bi dirûşmeyan ew pêşwazî kir.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Rewşenbîr û Nivîskarên Kurd, Dayikên Aşitiyê yên ji Cizîrê jî tevlî nobedê bûn û piştgirî dan çalakgeran. Dîsa Îttîfaka Partiyên Kurdistanî jî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan dirûşma “Pasûr ya me ye rûmeta me ye” berz kirin.

Nivîskar û rewşenbîr ji Lîseya Ziya Gokalp a li navçeya Yenîşehîrê heta cihê çalakiyê bi pankarta “Dest nede vîna min” meşiyan û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Amed ya me ye” berz kirin.

Desprêkê Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan destnîşan kir hişmendiya qeyûm ket nava hewildanên qirêj û wiha axivî: “Dixwaze li ser malbatên li pêş avahiya HDP’ê siyaseteke qirêj bidin meşandin. Em wê îstîsmarkirina dayikan şermezar dikin û em ê nehêlin si serbikeve.”

Piştre li ser navê rewşenbîr û nivîskarên Kurd Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan diyar kir ku êrîşa li dijî şaredaran di heman demê de êrîşa li dijî çand û zimanê Kurd e û got: “Êrîşa li ser şaredaran êrîşa li ser çand, wêje û nasnameya Kurdî ye. Ji bo vê yekê jî em vê êrîşê li dijî xwe dibînin û qebûl nakin. Bi vê bîr û baweriyê em tevlî vê têkoşînê dibin û girîng dibînin.”

Tan, xebatên qeyûman ên berê jî bibîr xist û wiha axivî: “Êrîş ewil li dijî ziman hatin kirin. Tabelayên Kurdî daxistin. Nivîsên kurdî, perwerdehiya Kurdî qedexe kirin. Hundirê saziyan vala kirin. Ev nîşan dide ku ev êrîş li dijî çand, ziman û nasnameya Kurdî ye. Lê em wekî gelê Kurd ti caran van êrîşan qebûl nakin. Em ê bi nasname, çand û zimanê xwe bijîn. Êm ê çand û berhemên xwedî derkevin. Di her qada jiyanê de em ê zimanê xwe serdest bikin.”

Li ser navê Îttîfaka Partiyên Kurd Sînan Çîftyurek jî got: “îro roja berxwedanê ye. Destdanîna ser vîna gelê me mesela partiyekê, mesela HDP’ê nîne. Vîna gelê me binpê kirin. Divê bi çavê gel em lê binêrin. Em bang li hemû Partiyên Kurdistanê, rêxistin, bawermend, oldar û siyasetmedaran dikin û dibêjin werin roj roja em li dijî qeyûm xwedî li vîna xwe derkevin.”

Herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî axivî ev tişt anî ziman: “Tevî hemû zext û zordariyên we em dîsa li virin û berxwe didin. Em ji vir dîsa ji we re dibêjin ev faşîzma ku hûn dimeşînin wê têk biçe, em ê têk bibin.” Koçyîgît diyar kir ku bi polêsan dikarin bikevin şaredariyên me, bi tank û topan hûn dikarin dorpêç bikin û wiha got: “Lê hûn nikarin destdanin ser vîna vî gelî û nikarin têkoşîna wan biqedînin.”

Koçyîgît bal kişand ser malbatên li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştî û wiha berdewam kir: “Binêrin hişmendiyeke çawa ya demokrasiyê heye. Îro dayikên me yên aşitiyê xwestin ku li pêş avahiya AKP’ê birûnin. Weke wan dayikên li pêş avahiya me rûniştî. Lê çi bû 5 dayikên bi lêdanê hatin destgîrkirin. Ka dayik pîroz bûn? Ka êşa dayikan ji bo we dert bû?” Ka li kû ma demokrasiya we?”

Koçyîgît herî dawî diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê ji bilî çek û çiya hemû rê li wan girtiye, lê ew ê di têkoşîna demokrasiyê de israr bikin.

Nobed bi rûniştina 10 deqîqeyan bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakurkê, Bagok û Bazîdê li dagirkeran da

Nivîsa Pêş

ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2019’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 2’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2019’AN

NIRXANDIN – Çanda Rojhilata Navîn û Hegemonya Modernîteya Kapîtalîst – 2

NIRXANDIN - Çanda Rojhilata Navîn û Hegemonya Modernîteya Kapîtalîst - 2

Manşet

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtîya Xwendekarên li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.