Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Îmraliyê qedexeya nû û serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn

Li Girtîgeha Îmraliyê ji bo 3 mehan hevdîtina malbatan hate qedexekirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê qedexeya ji bo 3 mehan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (DQB) dan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/09/2019 - 11:17
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
NIRXANDIN – Serhildana Yekem
ParvekeTweet

STENBOL – Li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtina malbatan a bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ji bo 3 mehan hate qedexe kirin.

HATE DIYAR KIRIN KU JI BO OCALAN DEMÊ ÎTIRAZÊ QEDIYA YE

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Bi biryara Desteya Dîsîplînê û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, xalên di “Qanûna Jimare 5275’an a Derbarê tevdîrên Ceza û Ewlehiyê” û “Tahdîtên derbarê hikumxwaran de” ji bo 3 mehan qedexeyek danî ber wan. Gava malbat di 16’ê Tebaxê de ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn û serlêdana wan hat redkirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê hay ji vê biryarê çê bûn û jibo îtirazê xwestin dosye ji wan re bê şandin. Lê belê dadgeriyê got, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema îtirazê derbas bûye û îtiraz ji bo sê girtiyên din jî hatiye redkirin. Dadgeriyê, diyar kir ku serlêdana ji bo her sê girtiyên din ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Bûrsayê hatiye kirin jî hatiye redkirin û got, biryar di 9’ê Tebaxê de diyar bûye.

Ji ber dosye nedane parêzeran, parêzeran di 4’ê Îlonê de ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Bûrsayê da. Dadgehê der barê serlêdanê de hîn tiştek negotiye. Lê belê parêzer ji ber dema serlêdanê derbas bûye, di 9’ê Îlonê de ji bo Aktaş, Konar û Yildirim serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.

‘HEMÛ MAFÊN WAN TÊ BINPÊKIRIN’

Parêzer Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût, got: “Ji bilî muwekîlê me Veysî Aktaş, muwekîlên me yên din Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim cezayê muebeta giran xwarine. Aktaş jî muebet xwariye. Ên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan ê du hefteyan carekê hevdîtina girtî pêk bînin û ê Aktaş jî heftê carekê ye. Her wiha mehê carekê jî mafê wan ê hevdîtina vekirî heye.” Tûrgût, bilêv kir ku lê belê li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke cuda pêk tê û got: “Mesela, gava malbatek biçe girtîgehê qeyda nifûsê berpêş bike hevdîtin pêk tê. Lê mixabin li Girtîgeha îmraliyê ev yek girêdayî destûrê ye. Loma malbat her hefte bi awayekî rêk û pêk serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin.”

Tûrgût, bal kişand ser mafên din ên muwekîlên wan û got: “Birêz Ocalan ji sala 1999’an ve nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. her wiha Aktaş, Yldirim û Konar jî ji roja çûne Girtîgeha Îmraliyê nikarin parêzerên xwe bibînin. Kesên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan e ku du hefteyan carekê 10 deqeyan bi telefonê bi malbatên xwe re biaxifin. Lê belê li Îmraliyê ev yek hatiye binpêkirin.”

‘BÊHIQÛQÎTÎ YE’

Tûrgût, piştî Ocalan Konar û Aktaş di 15’ê Adara 2015’an û Yildirim jî di 15’ê Tîrmeha 2015’an de sewqî Îmraliyê hatine kirin û got: “Ji Adara 2015’an heta 20’ê Tîrmeha 2016’an bi hinceta ‘keştî xerabeye’, ‘rewşa hewayê nebaş e’ hevdîtin dihatin astengkirin. Lê piştî Rewşa Awarte hat îlankirin, hicnet jî guherîn. Di 21’ê Tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte wekî hicnet hat nîşandan û hevdîtin hat astengkirin. Berî biryarnameyên Rewşa Awarte bên derxistin, tahdît danîn ber Îmraliyê. Bi vê re mafê pêwendîdanînê, mafê hevdîtina bi parêzeran hatin binpêkirin. Di 2’yê Adara 2018’an de jî qanûna jimare 5275’an wekî hincet hat nîşandan û 6 meh qedexe danîn ber wan. Piştî ev biryar bi qediya dîsa hincetên wekî ‘keştî xerabeye’ û ‘hewa nebaş e’ nîşan dan. Di serlêdana 10’ê Îlona 2018’an de gotin ‘keştî xerabeye’. Serlêdana piştî vê di 17’ê Îlona 2018’an de hat kirin. Ji bo serlêdanên piştî vê hemûyan hinceta cezayên dîsîplînê nîşan dan.”

Tûrgût, anî ziman ku naveroka biryarên tên girtin jî bi wan re nayên parvekirin û got: “Gava em dixwazin hay ji naveroka biryaran çê bibin, tim hincetên ewlehîparêziyê didin ber me. Dosyeya ji me direvînin. Ji bo vê me gilî kir. Mixabin bêyî em naveroka wê bibînin me îtiraz kir. Taliyê Dadgeha Cezayê Giran ji bo îtiraza me got biryar rast e. Yanî em tenê dikarin hay ji hejmara desteya dîsîplînê çê bibin. Lê gava em doza biruara desteya dîsplînê dikin, bersiveke neyînî didin û ji bo gelek serlêdanan em mecbûr dimînin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.”

SERÎ LI DQB’Ê DAN

Tûrgût, diyar kir ku malbat ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin di 16’ê Tebaxê de dîsa serlêdan pêk anîne û got: “Gotine, ji ber hikmên qanûna înfaz û dîsîplînê ye. Serlêdana malbatan hat redkirin. Behsa qedexeyeke ji bo sê mehan dikin. Ji bo vê me pêşî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Em naveroka wê nizanin lê me îtiraz li biryara desteya dîsîplînê kir. Her wiha me xwest nusxeyeke dosyeyê bidin me. Dadgeriya Înfazê got, ji bo Ocalan dem derbas bûye û dosye bi dawî bûye. Ji ber dem derbas bûye em nikarin ji bo muwekîlê xwe Ocalan serî li DQB’ê bidin. Lê ji bo muwekîlên din me serî li DQB’ê da.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: “Mîna wêneyê salên 90’î bû”

Nivîsa Pêş

HDP: Bi rêbazên rezîl dixwazin desteserkirinê rewa bikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HDP: Bi rêbazên rezîl dixwazin desteserkirinê rewa bikin

HDP: Bi rêbazên rezîl dixwazin desteserkirinê rewa bikin

Çalakiya Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja 27’an de didome

Çalakiya Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja 27'an de didome

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.