Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji KCK’ê peyama meha Muharremê

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê ji bo rojiya ku Elewî û Misilmanên Şiî ''berxwedana Kerbelayê'' bi bîr bînin, digirin û ji bo pariyê Aşûreyê ku ''par ve dikin'' peyamek da.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/09/2019 - 11:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji KCK’ê peyama meha Muharremê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê got, ”Elewî û Misilmanên Şiî, îsal jî bi rojiya ku girtin û pariyê Aşûreyê ku par ve kirin berxwedana Kerbalayê bi bîr anîn. Em yên ku bi îbadeta xwe berxwedana Kerbelayê didin jiyîn slav dikin. Em hêvî dikin rojiya ku girtin li deftera heq were nivîsîn, pariyên Aşûreyê ku par ve kirin qebûl bibe.”

Di peyamê de bi berdewamî hate gotin, ”Li Rojhilata Navîn li dijî zilmê yek ji têkoşîna girîng jî li Kerbelayê li dijî Yezît ji hêla Îmam Huseyîn û bi dehan hevrêyên wî hatiye dayin. Ev têkoşîn di rihê dadmendî, wekhevî û azadiyê ya gelan de û di hişê wan de bi rengekî pîroz cih girtiye. Berxwedana Kerbalayê bi rengekî ku bi îbadetê were bibîranîn mîraseke pîroz ji bo têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê ji gelên me re hiştiye. Ji ber vê Îmam Huseyîn di rêça Rojhilata Navîn de xetek e. Ên ku dev ji daxwaza heqî û dadmendiyê bernedane ev 1379 roj in bi girtina rojî û parvekirina pariyan giyanê nirxê mirovahiyê û hişmendiya wê ji nifşan bi nifşan vediguhezin.

Xeta berxwedanê ya Îmam Huseyîn bi qasî ku bi îbadetê were pîrozkirin, bi nirxekî mezin e. Ya ku vê pîrozbahiyê didiyê ew e ku rajêrî zalim nabe. Dev ji jiyana xwe diqere lê li dijî desteserkirinê, neheqiyê,  teslîmî wan kesên ketiyê qesrê û siltanatê nabe ku  rûmet û wijdana mirovahiyê binpê kirine. Ji ber heqbûna vê berxwedanê û temsîla rûmeta û exlaqê mirovahiyê dike bi sedan sal in tê bibîranîn. Ji ber vê jî, Huseyînîbûn, di nav eniya Îmam Huseyîn de cihgirtin tê wê maneyê ku ji kê were bila were, mirov li dijî neheqiyê, zilmê, li dijî xwediyên qesr û siltenetê ya ku rûmet û wijdanê mirovahiyê binpê kirine mirov têbikoşe.

Can Elewiyên Ezîz û hezkiriyên hêja yên Huseyîn,

Niha di serî de li Kurdistanê hema hema li her devera Rojhilata Navîn desthilatên ji Yezît zilmê li ser gelên me dikin. Hema hema li her welatî komeke berjewendiyê ji bo qesr û siltaniya xwe neheqiyên endîtî, dijûnan, zilmê li gelên me dikin. Weke ku me di êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê de dîtî, daxwazên herî sereke yên gelê Kurd jî dike sedema êrîşê. Ev faşîst ji bo berjeweniyên emperyal, daxwazên heqqiyê yên gelê Kurd dike hincet û dixwaze xakên Sûriyê û Iraqê dagir bike. Her roj bêyî ku bibêje ev jin e, ev zarok e, ev yixtiyar e mirovên bêsûc û bêguneh dikuje.  Eynî weke Yezît dibêjin an hûn ê pergala me qebûl bikin, an bibin ji me û rajêrî me bibin an jî em ê wer bikujin. Eynî weke Yezît pere, mal û milk û navdêriyê belav dikin û mirovan dikin hevkarê zilma xwe.  Êş û kulên hejar û çewisandiyan ji bo berjewendiya desthilatdariya xwe bi kar tînin. Weke ku tê zanîn zalim her demê li dijî kesên ku têkoşîna heq û heqiyê didin eniya xwe dijdînin, di nav xwe de dibin yek û bi hev re tevdigerin. Bi wesîleya rojê em dixwazin bibêjin, divê kesên ku berxwedana Kerbelayê bi bîr tînin, di têkoşîna dijî serwerên zalim de divê tişta herî girîng ku xwe dispêrin yekîtî be. Ji ber vê, di roja me ya niha de, dersa herî girîng ku mirov ji bîranîna Muharremê de bi bîr bîne ew e ku mirov rawest û vîna Kerbalayê bi qasî ku bi îbadetê were bibîranîn pîroz e û li dijî zilma serweran e, bi hişmendî û rêxistniyê ye ku serfirazî bi têkoşîna hevpar e.

Îro weke ku em li Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê dibînin yek ji civaka ku yên ku ji Yezît hatin dixwazin wan qetil bikin Elewî ne. Elewiyên ku li Tirkiyê û Kurdistanê dijîn zext û zilmeke zêde ya rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî li ser wan heye. Êrîşên wiha dibin ser pîroziyên Elewiyan ku ev nayê qebûlkirin. Dibistanên mîna Îmam Xatîbê, bi rêxistinên îdeolojîk û sermiyanê yên mîna diyanetê bûne holdîng giyan, rêgez û dîroka baweriya Elewiyan dikin hedef û dixwazin tine bikin. Berê çeteyan didin dergahên Elewiyan û peyama qetilkirinê didin. Ji ber vê, rêya ku Eleqî bibin layiqî Îmam Huseyîn ew e ku li dijî vê Yezîtbûna hevçax bi hev re têbikoşin. Muharrem îro fermanê dide Elewiyan ku li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî di nav yekîtiye de, bi hêzên demokrasiyê re bi hevparî têbikoşin.

Mîna baweriya Elewiyan, Misilmanên Şiî ku berxwedana Kerbalayê bi bîr tînin, em bawer dikin fermana xeta vê berxwedanê ew e ku di serî de li dijî Yezîtbûna ku li Rojhilata Navîn faşîzma dewleta Tirk serkêşiya wê dike, mirov li dijî hemû polîtîkayên zordariyê rabe. Bila rehma Xwedê li ser wan Misilmanên Şiî be ku di bîranîna îsal a Kerbelayê de jiyana xwe ji dest dane. Di serî de Misilmanên Şiî em bang li hemû gelên ji hemû baweriyan dikin ku bawer dikin têkoşîna mirovahiyê ya Îmam Huseyîn didin, li dijî rejîmên zordar ên faşîst ên li Rojhilata Navîn li eniya hevpar têkoşîna demokrasiyê geş bikin.

Bi wesîleya rojiya Muharremê û roja Aşûreyê em careke dî ji dil hêvî dikin ên ku Îmam Huseyîn ji dil hîs dikin, rojiya wan a donzdeh îmaman û xizmeta wan li deftera heq were nivîsîn.

Em bang li hemû dildarên Huseyîn dikin Hz. Huseyîn û hemû canên ku şehîd bûne di têkoşîna dijî zilmê de bidin jiyîn. Bi wesîleya rojê em diyar dikin, bîranîna wan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de ya ku tevgereke hevçax a Huseyin-î ye tê jiyandin, em bang li her kesî dikin ku di nav eniya têkoşînê ya demokrasî û azadiyê de cihê xwe bigirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Nivîsa Pêş

LEZGîN – Li Mare û Efrînê 3 dagirker ên Tirk hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

LEZGîN - Li Mare û Efrînê 3 dagirker ên Tirk hatin kuştin

Çalakiya dayikên Mexmûrê ya dijî dorpêçê didome

Çalakiya dayikên Mexmûrê ya dijî dorpêçê didome

Manşet

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.