Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Çeteyên Idlibê ber bi Libya û Qeterê ve tên şandin

"Diyar dibe Idlib bûye çavkaniya terora cîhanî û bi destê Erdogan li gor berjewendiyê xwe bikar tîne. Ev demeke dewleta tirk û Qatar li ser Libyayê bi destê komên çeteyên li Idlibê şerê hêzên Hefter dikin. Dewleta tirka di bin sîwana Rûsyayê de û bi hevkariya Amerîka û Ewropayê li Idlibê hebûna xwe diparêze û bûye sîwana komên çeteyan."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/08/2019 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – Çeteyên Idlibê ber bi Libya û Qeterê ve tên şandin
ParvekeTweet

“Bazara li ser Idlibê berî niha jî min gotibû ne tenê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye, aliyekî ev bazara Dewletê Yekbûyî Amerîka û Yekitiye Ewropayê ye. Peymana di meha îlona 2018’an de di navbera Erdogan û Pûtîn de pêk hat li ser vê bû. Erdogan li Soçiyê nûnerê NATO’yê bû. Ne tenê Rûsya, DYA û YE’yê jî hinek erk dabû Erdogan. Çarçoveya Rûsyayê diyar bû. Herêmek bi qasî 20 km bêçek kirin, rêyên Latkiye-Helep, Şam- Helep vekirin û ya herî girîng komên çeteyên radîkal ji nav birin. Dewleta Yekbûyî Amerîka û Yekitiya Ewropayê jî ji Erdogan dixwest di nava wan koman de yekitiyek ava bike, heta çareseriyekî mayînde li Sûriyryê neyê avakirin rewşa Idlibê wek xwe bimîne û komên radîkal ji nava Idlibê neyên derxistin. Komên radîkal di nava Idlibê de bi sînorkirin ji bo Rûsya jî ji bo DYA û YE’yê jî pir girîng bû.

Erdogan ji bo çeteyên xwe biparêze hem soza da Rûsyayê hem jîsoza da Amerîka û Ewropayê. Lê soza ku dabû Rûsyayê pêk nanî lê yê da Amerîkayê pêk anî. Gelek kes pirs dike ku çima berî niha dema êrîşên rejîma Sûriyeyê li ser Idlibê pêş diketin, hem Amerîka û hem dewletên ewropî helwestek tund nîşan didan û pêşiya vê êrîşkariyê digirtin. Lê ev cara wiha nebû. Çend daxuyanî ji aliyê rayadarên ew dewletan hebin jî, lê li gorî berê helwestek pir nerm nîşan dan. Xuyaye bi polîtikayên dewleta tirk ve têkildar e.

Serokê Rûsyayê Pûtîn dema serdana xwe ya Îtalyayê derket pêşberî çapemeniyê û got komên çeteyên li Idlibê derbasî Lîbyayê dikin. Çapemeniya cîhanê zêde li ser vê ranewestiya lê xuyabû di hevdîtinên Rûsya û Îtalyayê de ev mijar gelek hatiye nîqaşkirin. Ji ber ku Îtalyayê jî hevkarê dewleta tirk û Qatarê yê Lîbyayê ye. Dema êrîşa rejîma Sûriyeyê li ser Xan Şixûn didomiya Pûtîn bi serokkomarê Fransayê re derket pêşberî çapemeniyê dîsa got komên radîkal ji Idlibê li cîhanê tên belavkirin. Mixatabê ev gotinan Erdogan bû. Di heman deme de Pûtîn ji dewletên ewropî û bi ser wan re jî ji Dewletê Yekbûyî Amerîkayê re digot, Erdogan li Idlibê li gor peymana we jî tevnagere. Û divê de jî bi ser ket.

Diyar dibe Idlib bûye çavkaniya terora cîhanî û bi destê Erdogan li gor berjewendiyê xwe bikar tîne. Ev demeke dewleta tirk û Qatar li ser Libyayê bi destê komên çeteyên li Idlibê şerê hêzên Hefter dikin. Dewleta tirka di bin sîwana Rûsyayê de û bi hevkariya Amerîka û Ewropayê li Idlibê hebûna xwe diparêze û bûye sîwana komên çeteyan. Ev demek bû komên çeteyên Cephet El Nusra, Ahrar Şam di bin sîwana dewleta tirk a dagirker de hem hejmara xwe zêde dikin û hem jî artêşa tirk wan perwerde dike. Şandina çeteyên li Idlibê, ji bo şerê li Libyayê ne tenê di Rûsyayê de, li welatên Fransa û DYA’yê jî nerazîbûnek cidî ava kir.

Ev pêşketinên dawî yên rejîma Sûriyeyê û hevkarê wê divê em hinek bi vî çavan jî bibînin. Destûra êrîşa li ser Idlibê heta asteyek ne tenê di çarçoveya nerazîbûnê Rûsyayê yên di çarçova siyaseta Sûriyeyê de bû. Ev destûr hem ji welatên ewropiyan hem jî ji DYA’yê hat. Êrîşa li ser Xan Şixûn û destûra hêzê Îranê jî beşdar bibe, encama siyaseta Erdogana çeteyan bû.

Niha tê gotin Erdogan çeteyên Idlibê derbasî Qeterê dike û li beregehên xwe bi cih dike. Ev jî di çarçoveya lihevhatina Qeter û Tirkiyeyê pêk hatiye. Niha ne diyar e ku çend çete derbasî Qeterê hatine kirin, wê wan çeteyan ji wir derbasî Yemenê bê kirin ji bo destekdayîna DAIŞ’ê. Niha ne diyar e. Diyar dibe herkes siyaseta dewleta tirk a dagirker neraziye û dê Idlibê wek xwe nemîne.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Yasa, desthilatdar û Erdogan

Nivîsa Pêş

TAYBET – Qeyûm nîşaneya kûrkirina dagirkerî û şer e

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Qeyûm nîşaneya kûrkirina dagirkerî û şer e

TAYBET – Qeyûm nîşaneya kûrkirina dagirkerî û şer e

Xwepêşandanên li Şirnexê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin

Xwepêşandanên li Şirnexê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.