Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê 3’ê Tebaxê bibe roja Femînîsîd

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Fermana 74'an nîşan da ku li Rojhilata Navîn dema ku bi xweşbînî nêzîkatî li bawerî û etnîkên cuda neyê kirin wê qirkirin rû bide.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/08/2019 - 13:51
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Divê 3’ê Tebaxê bibe roja Femînîsîd
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Divê êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Êzidiyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî weke qirkirinê bê qebûlkirin. Ji ber êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinên Êzidî jî divê 3’ê Tebaxê weke Roja Femînîsîdê bê qebûlkirin, jin bantên reş bi xwe ve bikin û tevahiya mirovahî piştgiriyê bide vê yekê.”

Hevserokatiya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Em dikevin sala 6’an a Fermana 74’an ku çeteyên DAÎŞ’ê yên li derveyî mirovahiyê li dijî civaka me ya Êzidî kirin. Yên ku di êrîşa qirkirinê de hatin qetilkirin û êş kişandin bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku hesreta wan ê li Êzîdxana azad û xweser her bijî.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên rûreş beriya 5 salan êrîşî Şengalê kirin û xwestin Êzidiyan qir bikin. Hêzên leşkerî yên li herêmê jî bûn li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe neda, di encamê de jî bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, piraniya wan jin û zarok bi hezaran Êzidî hatin revandin; jin li bazaran mîna koleyan hatin firotin. Li dijî vê êrîşa qirkirinê 12 gerîlayên HPG’ê yên li herêmeke nêz bûn dest li rewşê werdan û bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Şervanên YPG û YPJ’ê di demeke kurt de xwe ji Rojava gihandin herêmê û destek dan vê berxwedana koma biçûk a gerîla û nehiştin ku Şengal bi temamî bikeve destê DAÎŞ’ê. Gerîla yek ji lehengiyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê nîşan dan û di serî de hêzên leşkerî û siyasî yên li herêmê mirovahî hemû ji şerma qirkirinê rizgar kirin.

DIVÊ ÊZÎDXAN AZAD Û XWESER BE, STATUYA WÊ DIVÊ BI DESTÛRA BINGEHÎN MISOGER BE

Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an nîşan da ku divê Êzidî yên baweriyeke herî kevn a dîrokê ye xwedî statuyeke xweser be. Civaka Êzidî di serî de li Şengalê li her devera ku lê ye divê di çarçoveya jiyaneke azad û xweser de karibe xwe bi rê ve bibe û biparêze. Di serî de Iraq berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî hemûyan e ku bikin ku xwedî xweseriyeke bi vî rengî bin. Êzidî ji bo hêzên siyasî, gelan û rêxistinên mafên mirovan mîrateyeke. Ev mîrate jî divê bi rengekî azad û xweser bê parastin. Şerma mirovahiyê ye ku heta niha Êzidî nebûne xwedî jiyaneke azad û xweser. Berpirsyariya hemû mirovahiyê ye ku piştî êrîşa qirkirinê ya 3’ê Tebaxa 2014’an Êzîdxan bibe xweser û azad. Divê dewleta Iraqê beriya ku dereng bikeve statuya xweser û azad a Êzîdxanê bi destûra bingehîn ewle bike. Di serî de PDK, YNK, Goran, Yekgirtû, PKK, PYD hemû partî û rêxistinên Kurd xwedî wê berpirsyariyê ne, ku ji bo azadî û xweseriya Êzîdxanê bi berpirsyarî tevbigerin.

Fermana 74’an nîşan da ku li Rojhilata Navîn dema ku bi xweşbînî nêzîkatî li bawerî û etnîkên cuda neyê kirin wê qirkirin rû bide. Ji ber vê yekê feraseta ‘Neteweya demokratîk’ ku bi rengekî wekhev û azad nêzî hemû bawerî û etnîk û çandan dibe, dermanê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Naxwe wê Rojhilata Navîn nikaribe ji şerma qirkirinê rizgar bibe. Xweseriya Şengalê di serî de ji bo Iraqê wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe modela mînak a netewebûna demokratîk.

Divê êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Êzidiyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî weke qirkirinê bê qebûlkirin. Ji ber êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinên Êzidî jî divê 3’ê Tebaxê weke Roja Femînîsîdê bê qebûlkirin, jin bantên reş bi xwe ve bikin û tevahiya mirovahî piştgiriyê bide vê yekê. Bi mehkûmkirina êrîşên dijî jinên Êzidî divê zîhniyeta serdestiya mêr li cografyaya ku derkete holê ji holê bê rakirin. Li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê ku rûreşiya gelên Rojhilata Navîn e, bi sekna azadîparêziya jinê divê Rojhilata Navîn veguhere cografyayeke ku ruhê azadiya jinê lê serdest e û li dîrokê tê.

Rêber Apo bi dehan sal in ji bo Êzidî bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk û karibin bi rengekî azad bi baweriya xwe bijîn têdikoşe. Hem sala 2007’an hem jî beriya êrîşa 2014’an xwest Êzidî bên parastin. Ji ber vê yekê beriya êrîşa 2014’an gerîla li devereke nêzî Şengalê bi cih bû û dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir wan jî dest li rewşê werdan. Lewma hem Tevgera Azadiyê hem jî mirovahî bi temamî gelek tiştan deyndarê Rêber Apo ne. Eger Rêber Apo beriya êrîşê nexwestibûya ku Êzidî bên parastin û hişyar nekiribûya, wê ev qirkirin nehatibûya astengkirin. Divê mirovahî bi vê rastiyê zanibe û bibîne ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo mirovahiyê aştî, demokrasî û azadî ye.

Di sala 6’an a fermana 74’an de ji bo pêkanîna hesreta jinên Êzidî û yên di fermanê de jiyana xwe ji dest dan û êş kişandin, em soza xwe ya ji bo têkoşîna Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk di bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk de dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Balafirên keşfê yê dagirkeran li ser Mexmûrê digerin

Nivîsa Pêş

Çalakvanên Mertalên Zindî komkujiya Zergelê şermezar kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çalakvanên Mertalên Zindî komkujiya Zergelê şermezar kirin

Çalakvanên Mertalên Zindî komkujiya Zergelê şermezar kirin

Li Patnosê polîsên dagirker 6 kes binçav kir

Li Patnosê polîsên dagirker 6 kes binçav kir

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.