Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Gaziyên Şoreşa Rojava: ‘Bi berdêlên mezin Şoreş pêk hat, pêwîste ciwan van nirxan biparêzin’

Gaziyên Şoreşa Rojava Seqr Rimêlan, Qendîl Eweynd, Demhat Yusifî û Şoreş Tolhildan di 7’emîn salverga Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmehê de ji ajansa me re axivîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/07/2019 - 2:39
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Gaziyên Şoreşa Rojava: ‘Bi berdêlên mezin Şoreş pêk hat, pêwîste ciwan van nirxan biparêzin’
ParvekeTweet

ÇILAXA – Gaziyên Şoreşa Rojava Seqr Rimêlan, Qendîl Eweynd, Demhat Yusifî û Şoreş Tolhildan di 7’emîn salverga Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmehê de ji ajansa me re axivîn. Gaziyên Şoreşê der barê jiyana xwe di nava Şoreşê axivîn û destpêka Şoreşa Rojava û giringiya wê ji bo gelê herêmê nirxandin.

 

 

Seqr Rimêlan ku li Reqqayê di sala 2017’an bîrîndar bû, û destpêka Şoreşê jiyan kiriye, nêrînê xwe der barê Şoreşa Rojava anî ser ziman.

Rimêlan ji ajansa me re axivî û wiha got: “Navê min Seqr Rimêlan ez di dîroka 2013’an tevlîbûnî refên parastinê bûm. Dîroka birîndarbûnê 2016. Di destpêka Şoreşa Sûriyê di dawiya sala 2011’an de komên çete derbasî Sûriyê bûn, lê jibo parastina gel li herêma me Bakûrê Sûriyê de di sala 2012’an de Yekîneyên Parastina Gel hatin avakirin. Piştre ev hêz li hemû Sûriyê belav bû û gelek cihên stratejîk û sinoran girt. Di 2013’an de êrîşên çeteyan zêde bûn li ser herêmên wek Til Hemîs û Til Koçer û ev bajar ketin destê çeteyan. Ew dem li gundê me tabûreke hate avakirin û du hevalên me şehîd ketine. Piştî 2013’an hemleya Til Koçer, Cezaa û Til Hemîs destpê kir. Ez beşdarî van hemleyan bûm. Ez di 2017’an birîndar bûm. Li hemleya rizgarkirina Reqqayê ez ji lingê xwe bîrîndar bûm. Niha ez di nav xebatên gaziyan de me û li mala xwe me. Ez bîrîndarim lê rewşa min başe. Pêk anîna Şoreşê berdêl dixwaze, me jî ji bo gelê xwe ev da û di dawiyê de em bi serketin.”

Gaziyê Şoreşê Qendîl Eweynd jî cihê xwe di nav hamleya Holê de girtiye û wan rojana wiha anî ser ziman: “Di sala 2013’an li herêma Xezna tevlî kar û xebat bûm. Li hemla holê birîndar ji çavê xwe bîrîndar bûm. Piştre çûm Qamişlo ji bo dermankirina çavê xwe. Piştî rewşa min ya tendûristiyê baş bû, ez dîsa cûm cephê. Min di hemleya rizgarkirina Tebqa di sala 2016’an de cihê xwe girt. Tevlîbûna min a nava Şoreş li ser esasê ku me gelek zilm ji çeteyên Daiş dit. Mala me li ber çavê me şewitandin li Til Marûf. Ji ber wê ez tevlî Yekîneyên Parastina Gel bûm. Ez beşdarî gelek hemleyan bûm, ta ku ez bîrîndar bûm. Niha jî ez li mala bîrîndaran de li Çilaxa kar dimeşinim. Rewşa min ya tenduristî başe. Ez berxwedana Serok Apo li zindana silav dikim. Dibe ku Serok di zindanê de be, lê ji nav 4 dîwaran de Şoreşa gel avakir û felsefeya jiyan azad da gelê Sûriyê. Parastina jinê û parastina gelên bindest avakir. Îro pêşengê Şoreşê ciwanin. Ez wek gaziyekî Şoreşê hêviyên parastina serkeftina me di ciwanan de dibînin. Gerek ciwan şoreşê berdewam bikin. Di parastina Şoreşê de hêzên me QSD û YPG û YPJ rolek mezin lîstin û bi têkoşîna wan me karîbû Daiş bin bixe. Ev Şoreş bi saya xwîna şehîdan û têkoşîna hêzên me ên parastinê biserket. Ji ber vê ez hemû şehîdên Şoreşê bibîr tinim û berxwedana hevalên me yên li Efrînê pîroz dikim. Zaten vegerandina me ya Efrînê gaveke necare, ji bo parastina destkeftiyên Şoreşê em ê Efrînê ji çeteyan rizgar bikin.”

Demhat Yusifî ku beşdarî hamelya Dêra Zor bû û jibo Şoreşê ked da wiha nirxand: “Sala 2013’an de çeteyên Cebhet el-Nusra li gundê me bûn. Heval hatin gundê me rizgarkirin. Ez ji vê hêzê bandor bûm û tevlî berxwedaniya Şoreşê bûm. Sala 2017’an di hemleya rizgarkirina Dêra Zorê de ji dest û lingê xwe birîndar bûm. Ez tevlî Şoreşa Rojava bûm ji ber ev şoreş Şoreşa Gel bû. Komên din pir girêdayî ol bûn. Bi hatina Şoreşa Rojava em jî terora çeteyan xelas bûn. Ciwanên Şoreşger divê xwedî li destkeftiyên Şoreşê derkeve, ji ber ev Şoreş bi xwîn şehîdan û berdêlên mezin hatiye vê astê. Ciwan wê pêşeroja vê Şoreşê biafrînin. Di vê Şoreşê de tu cudahî di navbera Ereb, Kurd û pêkhateyên din naye kirin. Bi hevgirtina gelan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan rizgar bû, û jiyan demokratîk li vir hate avakirin. Ev jî bi saya fikir û ramanên azad yên Serok Apo pêk hat. Ciwan wek hêza pêşeng ya Şoreşê pêwîste rêxistinkirina xwe mezin bike, ji ber hêzek birêxistinkirî dikare Şoreşê biparêze.”

Şoreş Tolhildan yê eslê xwe ji Rojava ye, rola ciwanan di Şoreşê de nirxandin û got ev Şoreş bi ciwantî destpê kir, wê bi ciwanan jî bi serbikeve.

Di berdewamiya axaftina xwe de Tolhildan ev anî ser ziman: “Ez di sala 2014’an tevlî Şoreşê bûm, ji ber lawê apê min piştî şehîd ket bandorbûnek li ser min çêkir. Wek ciwanekî Şoreşger ez tevlî hamelyên Til Hemis, Cezaa, û hamleya Çiyayê Kizwana bûm. Di hamelya Holê de ez ji serê xwe giran bîrîndar bûm. Destekî min û lingekî min felç buye. Piştî tedawiyê min dîsa hereket kir, niha rewşa min başe. Bi vî awayî ez tevlî Şoreşê bûm. Niha min berpirsyartiya xebatên akademiya hevalên gazî girtiye ser xwe. Di Şoreşê de gelek şehîd hatin dayin, gelek heval bîrîndar bûn. Bi tevahî nêzî 11 hezar şehîd hate dayin û 24 hezar bîrîndar çêbûn di vê Şoreşê. Ev Şoreş bi saya kesên fedayî û felsefeya Rêber APO pêk hatiye. Ewqas berdêl ji bo Şoreşê hatiye dayin, kesên fedayî ji bo welatê xwe, ji bo axa xwe canê xwe dane. Ciwan pêwîste van nirxên Şoreşê biparêzin. Pêwîste ciwan wek ku Serokatî aniye ser ziman “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biserkevin” rola xwe bilîze û Şoreşê biparêzin. Ev Şoreş bi ciwanan destpê kir, em ê bi ciwanan jî bigehjin serkeftinê.”

Parve Bikin11TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – ‘Ciwanên Şoreşger wê dagirkeriyê birûxine, Jiyana Azad ava bike’

Nivîsa Pêş

Li Amedê serdegirtina malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Amedê serdegirtina malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Amedê serdegirtina malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê yên DGH li dijî dagirkeriya li ser Xakurkê çalakî pêk anîn

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê yên DGH li dijî dagirkeriya li ser Xakurkê çalakî pêk anîn

Manşet

  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.