Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – ‘Ciwanên Şoreşger wê dagirkeriyê birûxine, Jiyana Azad ava bike’

Koordînasyonên Ciwanên Şoreşger Hozan Çiya û Serhed Lewend bûn mêvanê bernameya taybet a Radyoya Ciwanan ya Dengê Cudî. Rewşa dawî ya li Bakûrê Kurdistanê armanca êrîşan dagirker li ser Xakurkê û Başûrê Kurdistan, kesên ku di van êrîşan de cih digrin, hêrs û bertekên ciwanan û gelek mijarên din di bernameyê de hatin nirxandin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/07/2019 - 0:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
TAYBET – ‘Ciwanên Şoreşger wê dagirkeriyê birûxine, Jiyana Azad ava bike’
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Koordînasyonên Ciwanên Şoreşger Hozan Çiya û Serhed Lewend bûn mêvanê bernameya taybet a Radyoya Ciwanan ya Dengê Cudî. Rewşa dawî ya li Bakûrê Kurdistanê armanca êrîşan dagirker li ser Xakurkê û Başûrê Kurdistan, kesên ku di van êrîşan de cih digrin, hêrs û bertekên ciwanan û gelek mijarên din di bernameyê de hatin nirxandin.

Di bernameya taybet a radyoya ciwanan ya Dengê Cudî Koordînasyonên Ciwanên Şoreşger ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hozan Çiya û Serhed Lewend bûn mêvan û rewşa dawî li Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê nirxandin.

Hozan Çiya di destpêka axaftina xwe de şehîdên Şoreşê di şexsê Fermandar Helmet de bi bîr anî û got: “Em şopdarê soz û pêk anîna armanê şehîdên Şoreşê ne û wê xeta ku şehîdan dewrî me kirin û şoreşa rojava û xeta ku dan avakirin di şoreşa rojava de di serî de li Rêber Apo û hemû şehîdan pîroz dikin. Hozan diyar kir ku şerê ku tê qewimandin ne tenê li parçeyekî an beşekî Kurdistanê tê meşandin, armanc û hedefa vî şerî hemû gelê ku li ser axa Kurdistanê jiyan dikine, di serî de wek xeteriya herî mezin dijminê herêma Rojhilata Navîn û herêma Kurdistanê dewleta faşîst ya tirk e, dewleta faşîst ya Tirk ji bo ku hedefên xwe yên dagirkerî pratîkên xwe yên osmanî pêk bînin di nav pîlanekî pir cûda da ne bi lihevkirinek konseptekî giştî êrîşî li ser Xakurkê dikin. Lê ev êrîş ne tene li ser Xakurkê li ser giştî Kurdistanê û bi taybet li ser Gerîllayê Azadiya Kurdistanê gelê Kurd û hemû têkoşerên Azadiyê Kurdistanê şerekî namerdane didin meşandin. Di êrîşa li ser Xakurkê tê kirin ne tenê Xakurke, berovajî hemû berxwedaniya ku li Kurdistanê tê meşandin bi bin bixin û hedefe wan hemû Kurdistanê têxin bin dagirkeriyê.”

DAGIRKERÎ LI KU BÊ, CIWANÊN ŞOREŞGER WÊ LI VIR BE Û LI DIJÎ WÊ TÊKOŞÎN BIKE

Hozan Çiya pilanên qirkirinê yê dewleta tirk a dagirker wiha nirxand: “Armanckirina Xakurkê pêwîste bê zanîn ku di vê çarçoveyê de armanckirina Çiyayên Azad û Gerîllayê Azadiya Kurdistanê ye, ji ber ku Çiyayên Kurdistanê navenda gerîllatiyê, navend ramanê azad, jiyana azade, fikira Rêber Apo ye û navenda hemû gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîne. Êdî fikira Azadiyê pêl bi pêl di nav Rojhilata Navîn bi pêş dikeve, cihê ku ev fikir lê pêş dikeve û lê tê rêxistinkirin jî Çiyayê Kurdistanê ye. Ji ber wê dewleta faşîst ya tirk dixwaze sed salên din jî gelê Kurdistanê di bin mêtingerî, dagirkerî û qirkirinan re derbas bike. Ji ber vê êrîşa ku li ser Xakurkê tê meşandin êrîşa li ser hemû gelên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyan dikine. Ev êrîş wê bi Şerê Gerîlla û berxwedaniya Şerê Gel yê Şoreşgerî bi bin bikeve. Bi taybet em wek Ciwanên Şoreşger bi fikir û ramanê Rêber Apo û bi têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî em xwe amade dikin, wek Ciwanên Şoreşger dagirkerî li ku derê be em ê li wir bin, amadekariyên me jî li ser vî esasî ne, ji bo ku ciwanên şoreşger yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin mertal.”

ÇAWA KU CIWANÊN KURD BI XWÎNÊ Û KEDEK MEZIN VÊ ŞOREŞÊ AVAKIRIN, WÊ PARASTINA WÊ JÎ BIKE

Serhed Lewend di destpêka axaftina xwe de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelê Rojava û hemû şehîdan pîroz kir û got: “Roja 19’ê Tîrmehê rojekî pîrozbahiye, lê mixabin em di vê rojê de êrîşên li ser Kurdistanê nîqaş dikin, êrîşên ku dewleta tirk pêk tîne bi hevkariya hikumeta herêmê de pêk tîne. Ev êrîşana bi tena serê xwe pêk nine, di serî de bi alîkariya îxaneta navxweyî, hemû hêzên li ser rûyê erde heya astekê di nav van êrîşan cihê xwe digrin. Pêwîste gel bizanibe ku hêzên li ser axa Sûriyê helbete destên wan di nav van êrîşan de hene, bêdengiya van hêzan piştgiriyê gotin ne gotina van hêzan hevkariyê vê sûcê ne. Li Xakurkê,0, Rojava, Başûr heman hêzin, heman îxanetkarin û heman hişmendiya dewleta tirk e. Bi taybet jî serokê dewletê yê faşîst Erdogan bila baş bizane, çawa ku Ciwanên Kurd bi ked û xwînekî mezin vê Şoreşê ava kirin wê zanibin biparêzin jî. Her mirovek ku di dilê wî de welatparêzî hebe, namûs û şeref hebe wê li hemberî van êrîşan jî li berxwe bide û şer bike.”

EM WEK CIWANÊN ŞOREŞGER DIXWAZIN LI SER AXA WELATÊ XWE AZAD BIJÎN

Hozan Çiya di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser têkoşîna Ciwanên Şoreşger û got: “Em wek Ciwanên Şoreşger dixwazin li ser axa welatê xwe azad bijîn, em dixwazin bi Rêberê xwe re gelê ku li ser vê axê jiyan dikin wekhev bijîn, ji ber vê jî em şer dikin û têkoşîn dimeşînin. Rêber Apo ji me re derfetê azadiyê da ye avakirin. Şoreşa Rojava jî temsîliyeta vê felsefê ye, ev Şoreş ne tene ji bo gelê Rojava û Ciwanên Rojava ye, bi hezaran ciwanên ku ji Ewrûpa, Tirkiye û hwd hatin tevlî vê Şoreşê bûn. Ji ber vê jî em dibêjin Şoreşa Rojava Şoreşa Gelan e. Em tu carî heviya xwe bi hêzên mêtinger û faşîst naynin, me bi hêza xwe ya cewherî li vê derê me Şoreş pêk anî. Dema ku me gav ber bi Şoreşê ve avêtin, ev hêzana hemû di nav cepehyên çeteyan de cihê xwe digirtin, lê hemû bi binketin. Gelê ku li ser vê axê jiyan dikin bixwe xwe birêve dibin û bixwe xwe diparêzin. Jiyana xwe bixwe didin avakirin, ji aliye madî, manewî û çandinî ve. Ji ber vê êdî ev wek welatê Şoreşgeran hatiye pênase kirin em wek Ciwan jî pêşengtiya vê Şoreşê em li xwe bar dikin. Nasnameya me ya ciwantî destpêkê erk û berpirsiyartiyê welata li ser me bar dike. Em destur nadin ku hêzên faşîst yê Akp-Mhp bên li ser axa Kurdistanê pilanên xwe pêk binin.”

GELÊ KURD XWEDÎ HÊZ, XWEDÎ FELSEFE Û XWEDÎ ÎDEOLOJIYA JIYANÊ YE

Serhed Lewnd jî bi gotinên xwe yê dawî bal kişand li ser rojên zor û zehmet ê Şoreşê û derfet îro yên hêz û berxwedaniya mezin nirxand: “Îro derfetên berxwedaniya mezin ava buye, em vê rast bikar bînin û van êrîşan têk bibin. Bila her kes bizanibe însan hêza wî hebe di vê cîhanê de tê naskirin, dengê wî hebe tê bihîstin. Gele Kurd xwedî hêz, xwedî felsefe û xwedî îdeolojiya jiyanê ye. Dewleta tirk ev bû 40 sale têk çuye, nikare vê hêzê bi balafiran tune bike, nikare bi tank û topan vê hêzê têk bibe. Cizîr, Nisêbîn jî xerabkirin lê Tevgera Azdiyê dîsa li ser linga ye. Mirov dikare bêje ku dewleta tirk him xeteriyek mezine û him jî lawaztiyek mezin jiyan dike. Ji ber vê têk birina dewleta tirk a dagirker tê wateya pêşiya Şoreşa Kurdistanê giştî vekirinê. Dibe ku ji ber vê yeke ewqas êrîşek mezin xistibin rojevê, ya girîng gelê me û ciwanên me ji xwe bawer bin.”

Parve Bikin8TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Konsepta şerê psîkolojîk a Komara Tirkiyeyê

Nivîsa Pêş

TAYBET – Gaziyên Şoreşa Rojava: ‘Bi berdêlên mezin Şoreş pêk hat, pêwîste ciwan van nirxan biparêzin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Gaziyên Şoreşa Rojava: ‘Bi berdêlên mezin Şoreş pêk hat, pêwîste ciwan van nirxan biparêzin’

TAYBET - Gaziyên Şoreşa Rojava: 'Bi berdêlên mezin Şoreş pêk hat, pêwîste ciwan van nirxan biparêzin'

Li Amedê serdegirtina malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Amedê serdegirtina malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Manşet

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.