Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Besê Erzîncan; “Li ruhê dîroka xwe ya berxwedaniyê xwedî derkevin û zindî bikin’’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bû mevana bernameya Rojeva Jin ya Stêrk TV. Erzîncan got; “Pêwîst e 7 xalên Serokatî dabû diyarkirin ji hêla her kesî ve were nîqaşkirin. Bi taybetî jî jin baş bixwînin, baş şîrove bikin, ji bo ku rast pêk bînin û bibin hêza çareseriyê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/06/2019 - 8:40
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
Besê Erzîncan; “Li ruhê dîroka xwe ya berxwedaniyê xwedî derkevin û zindî bikin’’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bû mevana bernameya Rojeva Jin ya Stêrk TV.Erzîncan di destpêka axaftina xwe de bal kîşand  ser hevdîtina herî dawî ya ku Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelaê Kurd  Abdullah Ocalan re pêk anîbû. Erzîncan got; “40 sal di ser tekoşîn û berxwedaniya me re derbas dibe. Berxwedaniyek pir mezin derketiye holê. Di cîhanê de gelek şoreş derketin ji bo azadî û wekheviyê lê mixabin bi xwe jî bûn dewlet û desthilatdar. Lê heya niha tu şoreş weke ya ku PKK’ê avakiriye, nebûye.

Erzîncan di gotinên xwe de balê kişande ser nêrînên Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan. Bi taybetî jî li ser dewlemendiya rê û rêbazên tekoşînê rawestiya û wiha got; “Serokatî her tim ji bo şêwaz û dewlemendiya tekoşîn û berxwedaniya me perspektîfan jî dide û rexne jî dike. Bêguman tu tekoşîn bi yek lingê nameşe. Ji bo wê jî pêwîst e rê û rêbazên me de dewlemendî hebe. Serokatî di paradîgmayê de guhertin û veguhertinên gelek girîng û dîrokî çêkir. Bêguman serdema em tê de dijîn xwedî taybetmendiyên gelek cuda ne, pêwîst e em jî li gor wan guhertinên tê çêkirin tevbigerin. Heman demê de neyar jî bi xwe re guhertinên nû daye çêkirin, bi salan e li hember me şer dike, vê jî kir ku me nas bike û li gor wê li hemberî me şer bike. Guhertin û veguhertina herê bingehîn ew e ku mirov di hêla hişmendî de xwe ava bike. Ev guhertin wê li ser her tiştî bandoriya xwe bide çêkirin. Hişmendiyê dewleta Tirk ya li hemberî gelê Kurd tinekirin û îmhakirin e. Li hember vê polîtîkayê pêdiviya herî bingehîn ew e ku mirov li her deverê rêxistiniya xwe bike, tekoşîn û berxwedaniya xwe belav bike. Di her qadên jiyanê ev yek tê xwastin.  Li ser bingeha birdoziya Rêber Apo û xeta wê ya parastina rewa pêwîst e em xwe bi hêz bikin. Parastina herî bingehîn ew e ku tu xwedî hêzek yê berxwedanî û tekoşînê bî. Parastina cewherî mafê her kesî ye. Di vê serdemê de parastina rewa, parastina cewherî pêwîstiyê herê bingehîn e ji bo civakan, bi taybetî jî ji bo jinan.

AŞTIYEKE BIRÛMET YÊ JINAN BI SER BIXE

Erzîncan  heft xalên Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan dabû diyarkirin  destnîşan kir û got; “Pêwîst e 7 xalên Serokatî dabû diyarkirin ji hêla her kesî ve were nîqaşkirin. Bi taybetî jî jin baş bixwînin, baş şîrove bikin,  ji bo ku rast pêk bînin û bibin hêza çareseriyê. Ji ber şerê niha yê ku bi aqilê zilam tê kirin, bi xwe re gelek xeterî tîne û yê herê zerer dibîne jî dîsa jin e. Pêwîst e partî, sazî, desgehên jinan vê pêvajoyê baş bixwînin. Serokatî her tim rol û mîsyonên gelek girîng daye jinê. Jin pêşengê jiyanek azad û aştiyê ye. Ji ber ku di xweza, hişmendî, fikir û ramanên jinê de ev yek serwer e. Lê aşitiyek çawa, pêwîste çawa be.  Pêwîste aşitiyek nasnameya gelê Kurd nas bike, zimanê wê nas bike, jin bikaribin bibin yê xwe, her tiştê ji nû de ava bikin, xwe rêxistin bikin, bikin îrade û hêza çareseriyê.’’

XETA BERXWEDANA JINAN WÊ FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNE

Erzîncan di gotinên xwe de balê dikşîne ser xeta herî diyar ya li hemberî faşîzmê.  Erzîncan vê xetê wiha vedibêje: ‘’Di tevahî cîhanê de  xeta herê diyar, berxwedêr li hember faşîzmê ew xet e ku jinan daniye. Em dibînin ku di sedsala 21’an çi hovitî, wehşîtî li ser civak û jinê hatiye kirin. Êdî jin bi  hişmendiyê modernîteya kapîtalîzmê hisiyane, ji bo wê jî jin êdî koletiyê û bêheqiyê qebul nakin. Jin êdî naxwazin weke berê bijîn. Di hêla zanîna azadiyê de bîreweriyek çêbûye. Li hemberî hişmendiya pergala zilam û dewletê têdikoşin.”

Heman demê Erzîncan li ser ji nû ve avabûyînê jî rawestiya. Erzîncan go, “Tekoşîna jinên Kurd di cîhanê de cihekê xwe yê gelek girîng û mezin girtiye. Cihêtiya tevgera me ya azadiyê ji tevahî tevger, sazî û şoreşan ew e ku em bi hişmendiya netewa demokratîk, wekhevî û azadiyê ji bo tevahî netew, ol, bawerî û pêkhatayan ji nû de ava dikin. Bi taybetî jî ji bo jinan ev yek gelekî girîng e. Ger ku em dixwazin jiyanek alternatîf ava bikin pêwîste beriya her tiştî jin û zilam xwe li ser bingeha hişmendiya modernîteya demokratîk ava bikin. Li ser vê bingehê em têdikoşin û guhertina hişmendî jî girîng dibînin. Lê em dikarin bibêjin ku li gor nirxandinên Serokatî û paraznameyan em gelek kêm dimînin. Pêwîst dike ku li ser vê esasê malbat jî werin avakirin.’’

HIKÛMETA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI SER KEDA JINÊ HATE AVAKIRIN

Erzîncan di dirêjahiya axaftinên xwe de li ser rol û misyonê jinên Başûrê Kurdistanê jî wiha got; “Di Başûrê Kurdistanê de jin gelekî têkoşiyan. Di parastina ax û welatê xwe de jin xwedî rolek gelek girîng in. Jinên Başûrê Kurdistanê ji çandekê berxwedêr û tekoşînê tên. Jinên Başûrê Kurdistanê di dema xwe de rolên stratejîk leystine. Hikûmeta herêma Başûr bi keda jinan li ser linga maye. Lê îro keda jinan nayê dîtin. Ji ber ku partiyên Başûr jî bi hişmendiya dewletparêzî û birdoziyek li ser esasê kapîtalîzmê rêxistiniya xwe dikin. Wekheviya nava zilam û jinê tûneye. Niha tenê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jin xwedî rolên diyarker in. Di Başûr de jin tekoşîna xwe bi astekê dide lê lawaz e, naguherîne, ji ber rêxistinek hevbeş nîne. Ji bo vê yekê jî em rexnedayîna xwe didin, em jî kêm mane, lê em ji bo her tiştî amade ne bi he re têbikoşin. Jixwe armanc û hedefa modernîteya kapîtalîzm ew e ku jinan ji hev perçe bike û qut bike.

Dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê ji bo jinan xeteriyên gelek mezin bi xwe re tîne. Em Efrîn, Şengalê meyze bikin çete yekser êrişê kî dikin û çawa êriş dikin. Dewleta Tirk, hikûmeta Erdogan van çeteyan ava dike, jixwe xwedî heman hişmendiyê ye. Em baş dizanin ku AKP neyarê jinan yê herî sereke ye. AKP pêşketina xwe di ğaşketin û koletiya jinan de dibîne. Pêwîste jinên Başûrê Kurdistanê bi taybet lê tevahî jinên Kurd li hember vê dagirkeriyê bêdeng neminin, xwedî li axa xwe û welatê xwe derbikevin. Her roj nava çalakiyan de bin, bi xwe re civakê jî rakin û xwedî li dîroka xwe ya berxwedêr derbikevin û dem dema wê ye ku li ruhê dîroka xwe ya berxwedaniyê xwedî derkevin û zindî bikin.’’

YPJ RUHÊ BERXWEDANIYA JINAN E

Erzîncan di dawiya axiftinên xwe de Konferansa YPJ ya duyemîn pîroz kir û bi vê awayî dawî li gotinên xwe tîne; “Em konferansa YPJ’ê ya duyemîn pîroz dikin. Ji bo dîroka jinan û ya mirovahiyê YPJ rolek gelek girîng û dîrokî leystiye. Di nava YPJ’ê de mirov dikare bibêje neteweya jinê hatiye avakirin. Ji ber ji tevahî pêkhatayan jin di nava YPJ’ê de cihê xwe digrin. Bi asteke bilind rêxistiniya xwe kirin û li hember çeteyên DAÎŞ’ê tekoşîn cihê rûmet û şanaziyê ye. Ew çeteyên ku her kes jê ditirsiya hêzên YPJ’ê jî bi ser wan de diçû. Ji bo tekoşîna jinan xizmetek gelek mezin kirin. Em bi wê bawerî û hêviyêne ku ji nû di  avakirina civakê de weke hêzekê parastina jinan û civakê rolên xwe yên dîrokî û binirx bileyzin. Di vê mijarê de xwe kûrtir bikin û bi erkên xwe yên demê re mezin û bihêz bikin.”

 

Parve Bikin55TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET- Diyalokên Avakirina Jiyana Azad – 1

Nivîsa Pêş

TAYBET- Rizgarkirina Girê Spî pişta DAÎŞ şikand û derbê li Tirkiye xist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET- Rizgarkirina Girê Spî pişta DAÎŞ şikand û derbê li Tirkiye xist

TAYBET- Rizgarkirina Girê Spî pişta DAÎŞ şikand û derbê li Tirkiye xist

LEZGÎN- Gerillayan li Colemêrg û Barzan’ê li artêşa Tirk a dagirker xist

LEZGÎN- Gerillayan li Colemêrg û Barzan'ê li artêşa Tirk a dagirker xist

Manşet

  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.