Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD’ê têkçûna DAIŞ’ê bi merasîmekê ragihand

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/03/2019 - 17:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD’ê ala xwe li Baxozê hildan: ‘Em serkeftina xwe ragihînin’
ParvekeTweet

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk da zanîn ku wan li ser esasê rêgezên neteweya demokratîk û jiyana hevbeş çeteyên DAIŞ’ê têk birine. QSD’ê bang li hikumeta Şamê kir ku diyalogan bike û itîrafê bi taybetmendiyên QSD’ê bike.

DÊRAZOR – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî têkçûna DAIŞ’ê, îro li Heqil Umer ya herêma petrolê ku li bejahiya Dêrazorê dikeve, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê fermandar Mazlûm Ebdê ve hate xwendin. Fermandar û şervanên QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û hemû şervanên me û hevalbendên me ku bi me re di heman xendeqê de şer kir, îro em radigihînin ku Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hate rûxandin û serweriya wê li cihê wê yê herî dawîn li Baxozê hate bidawîkirin.

Piştî ku hêzên me terorîstên El-Qaîde û hevkarên wan ên ku destek ji hêzên herêmî werdigirt û bi derfetên me di berxwedana lehengiyê ya salên 2012 û 2013’an de hatin têkbirin, herêmên me di destpêka sala 2014’an de û bi sorkirina heman hêzan, rastî êrîşên DAIŞ’ê yên herî hovane û xwînxwar hatin. Lê şerê Kobanê bû sembola berxwedana cîhanê ya li dijî terorê û destpêkirina têkçûna DAIŞ’ê. Va ye îro piştî şerê 5 salan dirêj kir, em radigihînin ku DAIŞ di aliyê meydanî de û xetereya wê ya li dijî mirovahiyê têk çû.

‘5 milyon şênî ji teroroê hatin rizgarkirin’

Em bi destkeftiyên şerê xwe yê li dijî DAIŞ û El-Qaîde serbilind in ku di encama wê de me derdora 5 milyon ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ji terorê xelas kirin û 52 hezar km çargoşe ji axa Sûriyê rizgar kir û xetereya terorê ya li dijî mirovahiyê rakir.

Ev serkeftin bedela xwe giran bû; zêdetirî 11 hezar şehîd ji fermandar û şervanên hêzên me şehîd bûn. Her wiha sivîl jî bûn hedefa terora DAIŞ’ê. Di heman demê de, zêdetirî 21 hezar ji şervanên me birîndar bûn. Bi vê boneyê em van lehengan bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna şehîdan ditewînin û şîfayê ji birîndarên xwe re dixwazin. Ger wan ew fedakarî nekira, me hemûyan ev serkeftin bi dest nedixist. Di heman demê de em spasiya hemû aliyên ku beşdarî şerê li dijî terorê bûne û nexasim Kaolîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê dikin.

Bingeha sereke ya serkeftina QSD’ê di şerê li dijî terorê de, metoda demokratîk, rêgezên neteweya demokratîk, azadiya jinan, rêgezên jiyana hevbeş û biratiya gelan bû ku di encamê de hemû şervanên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Şîşan û Çerkez û şervanên enternasyonlîst di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk de kom kirin.

Çawa ku Hêzên Sûriya Demokratîk alîkarî da şêniyên herêmên rizgarkirî da ku saziyên xwe yên rêvebirinê û ewlehiyê ava bikin, wê îstiqrarê jî li van herêman pêk bîne da ku ji nû ve meclisên rêvebirinê û qanûnî bi rêya hilbijartinên demokratîk werin avakirin.

Pêvajoya nû ya şerê li dijî DAIŞ’ê

Di dawiyê de em tekez dikin ku şerê me Ii dijî terora DAIŞ’ê heta pêkanîna serkeftina giştî û tunekirina wê dê dewam bike. Di heman demê de em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin ku em dest bi pêvajoyeke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞ’ê dikin. Ev yek jî dê bi rêya hemleyên leşkerî û ewlehiyê yên bi koordîneya li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî be da ku hebûna leşkerî ya veşartî ya rêxistina DAIŞ’ê anku şaneyên veşartî ku heta niha metirsiyeke mezin li ser herêmên me û tevahiya cîhanê çêdikin, tune bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dayika Ayten Beçet: “Rabin ser piyan bêjin êdî bese”

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Li leşkerên derketibûn operasyonê hate xistin: 6 leşker mirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Gerîlayên YJA Star li Şemzînan 4 leşkerên Tirk kuştin

LEZGÎN - Li leşkerên derketibûn operasyonê hate xistin: 6 leşker mirin

Polîsên dagirker êrîşî girseaya ji bo Ayten Beçet li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn kir

Polîsên dagirker êrîşî girseaya ji bo Ayten Beçet li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn kir

Manşet

  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.