Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ-Dê dîktatoriya faşîst hilweşe!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/02/2019 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ-Dê dîktatoriya faşîst hilweşe!
ParvekeTweet

Di sedsala 20’an de, mijara herî zêde dihat nîqaşkirin faşîzm bû. Ji ber vê ye ku li ser faşîzmê gelek pirtûk, gotar hatin nivîsandin û dahûrîn û nirxandin hatin kirin. Ev nîqaşên di asta navneteweyî de hatin kirin bandora xwe li ser Kurdistan û Tirkiyeyê jî nîşan da. Ev nîqaş bi piranî jî li ser çawaniya dewleta TC’ê bûn.  Niha ev nîqaş çiqasî tên kirin, encamên çawa jê tên derxistin, ev mijara nîqaşê ye. Her çiqas kêm bin jî divê mirov bêje ku ev nîqaş û encamên ji wan werin derxistin girîng in. Çimkî ev nîqaş ne tenê ji bo peyitandina diyardeyekê ne, di heman demê de ew ê rê li ber rê û rêbazên têkoşîna li hemberî wê jî vebike.

Ne tenê dijminê xwe, wexta tu xwe jî nas bikî, tu yê li hemberî dijmin bibî xwedî sekin û têkoşîneke qewîn. Tu ancax wê wextê dikarî bi ser bikevî. Qet nebe ji bo fêhmkirina tiştên îro li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin û li ser xeteke rast avakirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ev pêwîst e. Dikarin bêjin ku di mercên roja me de ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ev şerteke bivênevê ye.

Di mercên sedsala 20’emîn de, der barê faşîzmê de peyitandin û nirxandinên girîng hatibûn kirin. Ev zanîn û peyt ji kiryarên demê hatibûn parzûnkirin. Faşîzma li welatên wek Îtalya, Almanya, Portekîz, Spanya hwd. pêk hat, her çiqas bû sedema encamên bi êş jî, di vê mijarê de encamên girîng jî hatin bidestxistin.

Bêguman ji sedsala 20’emîn heta niha, di aliyê siyasî û konjonkturî de gelek guhertin çêbûn. Ji ber vê jî, mirov dikare behsa hebûna hin taybetmendiyên nû yên mohra xwe li sedsala 21’emîn xistin, an jî dê hîn lê bixin bike. Lê belê nayê wê wateyê ku nirxandinên felsefî, teorîk, bîrdozî û siyasî yên di sedsala 20’emîn de hatin kirin, li paş mane û êdî bê bandor bûne. Berevajiyê vê bi yên sedsala 21’emîn re bûne yek, bihêztir bûne û di mercên niha de xwe berdewam dikin. Pênaseya, dîrok rastiyeke zêdebûna tiştên nû li yên hatine jiyîn ku her tim dijîn, vê nêrînê piştrast dike.

Di sedsala 20’emîn de yek ji peytên der barê faşîzmê de hatin kirin jî; faşîzm pawandariya leşkerî, siyasî, aborî, çandî hwd bû. Ligel vê dewlet kiribûn bazirgan û gel jî mişteriyê wê bû. Bi vê yekê hebûna çînên navîn a di bazarê de ji holê dihat rakirin û nirxê zêde tev li ber destê klîka/komika desthiladar a serwer dihat komkirin.

Îro roj li Tirkiyeyê polîtîkayên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide bike meriyetê û ji bo ji vê pê ve tiştên dê pêk werin baş werin fêmkirin, divê teqez li ser ev nirxandinên der barê faşîzmê de tên kirin bê sekinandin û li gorî vê jî nêzîkatiyek derkeve holê. Klîka/komika desthilatdar a serwer hewl dide para nirxê zêde ku sedema hebûna çîn û tebeqeyên navîn e, têxe bin pawandariya xwe. Ev jî dê bibe sedema qutkrina têkiliyên wan ên ku heta niha xurt bûn. Bi vê yekê ev tê wateya ku bivir/dasê li çoka xwe dixe.

Ji bo faşîzmê her çiqas kapîtalîzma pawandar; pênaseya dîktatoriya yên herî pawandar, herî paşverû, herî faşîst, herî kumreş (hişkbawer), herî fişarker ku wek çareya dawiyê serî lê didin be jî, di rastiyê de xwe li ser bingeha çîn û tebeqeyên navîn ava dike. Lê belê piştî ev gelhe bûne desthilatdar û wek çîna serdest xwe bi rêxistin kirine, têkiliya xwe ji çîn û tebeqeyên ku jê hatine û xwe li serê ava kirine, birîne. Hêrsa kara zêde ya dewleta kapîtalîst a pawandar bûye sedem ku para gelheyên ji derveyî xwe jî têxe bin pawandariya xwe. Şerê ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî esnaf, çîn û tebeqeyên navîn bi awayekî aşkera daye destpêkirin, divê li gorî vê rastiyê bê dîtin.

Piştî ku dîktatoriya faşîst a AKP’ê cihê xwe yê li desthilatdariyê zexim kir, pêşî dest bi tesfiyekirina hêzên bi bandor ên di nav dewletê de kir.  Ji aliyekî ev kir û ji aliyê din ve jî bi derfetên dewletê û bi hêza xwe, ji bo di nav bazarê de bi bandor bibe çîna sermayeya xwe ava kiriye. Ev yek jî kiriye ku bandora komên ku berê li hemberî xwe wek rikber dîtiye bişikîne, çi di destê çîn û tebeqeyên navîn de hebe hemû têxe bin pawandariya xwe. Niha rastiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ev e. Di heman demê de ew ê ev dawiya wan bîne. Dîktatoriya faşît a APK-MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê hema bêje tu gelheyên civak, çîn û tebeqe nemaye ku êrîşî wan nekiribe. Tenê bi gelheyên keriyên ku mîlîtarîze kirine û bi fikrên nîjadperest-olperest-faşîst kirine êrîşkar, hewl dide li desthilatdariyê bimîne. Êdî ji vê pê ve tu çareya wê nemaye.

Gelo dê pêşî li têkçûna dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya teqez were girtin?

Bêguman bersiva vê pirsê dikare bê guftûgokirin. Lê rastiyek heye. Ew jî, ji bo ku têkçûna xwe ya teqez asteng bikin, ew ê serî li hemû cure rê û rêbazan bide. Dixwaze hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an, ji bo vê armanca xwe bi kar bîne. Ji bo vê pêk bîne jî bi aşkera-veşarî ew ê serî li hemû cure rêbazên hîle, fişar, gef, bikaranîna dengên sexte, guhertin-revandina sindoqan hwd. bide. Sedema zêdebûna êrîşên wan ên li hemberî hêzên azadî û demokrasî yên Kurdistanê jî ev rastî ye.

Li welatên cuda mînakên wiha derketine. Li van welatan dîktatorên faşîst ji bo desthilatdariya xwe biparêzin serî li her cure rê û rêbaz dane. Ji bo serwerî û berjewediyên xwe bûne sedema şerên cîhanê jî. Lê wan bi xwe, nikarîbûne xwe xelas bikin. Ji dîktatorên faşîst; Hîtler xwe kuştiye, Musolînî ji aliyê gel ve hatiye darizandin û îdamkirin.

Ew ê dawiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî, ji ya wan ne cudatir be. Bêguman ew ê ev ji xwe ber ve pêk neyê. Ev têkoşînê ferz dike. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an, ji bo paşxistina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, dê bibe pêngaveke girîng a destpêkê. Û dîsa serkeftina berxwedana greva birçîbûnê ya li hemberî ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo ya bi pêşengiya Leyla Guven dê heman badorê bike.

Ger li dahûrînên berê yên ku ji bo faşîzmê hatine kirin û têkoşîna ku li hemberî wê hatiye dayîn bê nihêrtin, dê ev rastî bi awayekî zelal bê dîtin.

Cumalî Dogan

Çavkanî: e-rojname

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: “Bîranîna Heqîqetê Çavrê Mêrdîn”

Nivîsa Pêş

TAYBET – “LÎGA FITBOLÊ YA CİWANA, BERDEWAME”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – “LÎGA FITBOLÊ YA CİWANA, BERDEWAME”

TAYBET - “LÎGA FITBOLÊ YA CİWANA, BERDEWAME”

Pirtûkxaneya Lîlavê bi pirtûkên xwe yên dewlemend li Amedê vebû!

Pirtûkxaneya Lîlavê bi pirtûkên xwe yên dewlemend li Amedê vebû!

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.