Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ciwanek bi işkenceyê kuştin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/01/2019 - 14:26
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ciwanek bi işkenceyê kuştin
ParvekeTweet

Şêniyên Efrînê cenazeyê ciwanekî ku beriya 3 rojan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a agirker ve hatiye qetilkirin, dît. Her wiha çarenûsa ciwanekî din ê ji gundê Hîkce ku ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hat revandin, ne diyar e.

 

EFRÎN-Rojane kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kuştin, talankirin û revandina li dijî şêniyên Efrînê, zêde dibe. Ev yek jî berovajî îdiayên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên avakirina “herêma ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Çavkaniyeke herêmî ji bajarê Efrînê diyar kir ku welatiyê bi navê Egîd Mihemd Şêx Hesen (24) ji gundê Efraz ê navçeya Mabata hat revandin. Piştî 3 rojan kuştî hat dîtin. Egîd zewicî ye û 2 zarokên wî hene.

Çavkanî destnîşan kir ku şêniyên gundê Afraz cenazeyê Egîd Hesen bi awayekî tazî di nava zeviyên zeytûnan de dît û li ser laşê wî şopên îşkenceyê hebûn.

Çavkanî diyar kir ku Egîd ji beriya 3 rojan ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatibû revandin. Şêniyên Efrînê cenazeyê Egîd bi awayek tazî di nava zeviyên zeytûnan de dît.

Her wiha çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku ciwanê bi navê Ehmed Şêx Xelîl ê ji gundê Hîkce yê navçeya Şiyê beriya çend rojan hatiye revandin û heta niha tu gahî li ser wî nehatine girtin.

Guhertina demografîk didome

Bicihkirina çeteyên dewleta Tirk û malbatên wan ên ji herêmên din ên Sûriyê li gundewarên kantona Efrînê didome. Çeteyan 50 malên sivîlên gundê Tilif ê navçeya Cindirêsê girtin û malbatên çeteyên El-Xûta û herêmên din, di wan malan de bi cih kirin.

Her wiha 174 malbatên ku ji herêmên Sûriyê hatine, li gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê hatin bicihkirin. Her wiha çeteyan zeviyên zeytûnan ên 11 malbatan talan kirin û hemû berhemên zeytûnên wan dizîn (nêzî 7 hezar darên zeytûnan).

Li gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê 150 malbat ji herêmên din ên Sûriyê li wî gundî hatin bicihkirin.

Dewleta Tirk a dagirker 40 malbatên koçber li gundê Demliya yê navçeya Mabata bi cih kirin. Her wiha piştî ku gund dagir kirin, malên Cemîl Bekir Mûsa, Şêxo Îbrahîm, Îsmaîl Îbrahîm Cemîl û Îsmaîl Şêxo şewitandin.

Çeteyên El-Zinkî piştî ku têk çûn, malên welatiyan talan dikin

Piştî ku çeteyên El-Zinkî di encama şerê bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) re li gundewarên rojavayê Helebê û Idlibê û herî dawî jî li Efrînê têk çûn, niha jî malên welatiyan talan dikin. Çeteyan bi ser gundê Kîla yê navçeya Racoyê de girt û malên welatiyên sivîl talan kirin. Çete gefên kuştinê li welatiyan dixwin, dibêjin “eger hûn ji malên xwe dernekevin, em ê we bikujin”. Ji bo ku çete xwe li malên gel veşêrin wan ji malên wan derdixin.

Sivîlên ku beriya 10 mehan hatin revandin, bê ser û şûn in

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, bi hezaran sivîl hatin revandin. Heta niha jî revandin û kuştin didome. Ji Adara 2018`an ve gelek welatiyên ku hatine revandin çarenûsa wan heta roja îro jî ne diyar e.

Li gorî çavkaniyan û malbatên kesên ku hatine revandin, kesên hatin revandin ev in: Ciwan Yûsif, Îbiş Hebeş Kele, Xelîl Hesen Hesen, Ewîl Abdullrehman Bebo, Welat Hesen Teşî û Mihemed Zekeriya Tatar ji gundê  Ereb yê navçeya Mabata ne, her wiha Mihemed Kalo û Derwîş Derwîş ji gundê Kefer Zêt yê girêdayî navenda bajarê Efrînê ne. Ev zêdetirî 3 mehan e hatine revandin û her çendî malbatên wan pirsa wan dikin jî heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çarenûsa herêmên din ên Sûriyê mîna Cerablus, Bab, Efrîn û Idlibê bike da ku hemû herêmên Sûriyê ji nasname û niştecihên resen bê par bimînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN- Dagirkeriya dewleta Tirk gundê Soxankê yê Efrînê topbaran dike

Nivîsa Pêş

LEZGÎN-Ji HRE çalakî: 7 çete bi giranî birîndarbûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN-Ji HRE çalakî: 7 çete bi giranî birîndarbûn

LEZGÎN-Ji HRE çalakî: 7 çete bi giranî birîndarbûn

Koordînasyona Ciwanên Kurd banga hemû ciwanan kir ku di 20’ê Çileyê de biherikin qadan

Koordînasyona Ciwanên Kurd banga hemû ciwanan kir ku di 20'ê Çileyê de biherikin qadan

Manşet

  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.