Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

AKP li Kurdistanê hilbijêr îthal dike

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/01/2019 - 0:08
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
AKP li Kurdistanê hilbijêr îthal dike
ParvekeTweet

Li gorî agahiyan, qeydên hemû polîs û karmendên dewletê yên ku qeyda wan li Sîlopiya, Cizîr û navçeyên derdorê wê, anîn Şirnexê. Disa Li Wan û Sêrt’ê jî dek û dolabên AKP berdewam dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN- Di 31’ê adara sala 2019’an de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan hilbijêr dê ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî biçin ser sindoqan. Di vê çarçoveyê de partiyan lez da xebatên xwe û namzetên xwe diyar dikin. Bi nêzbûna hilbijartinê re, fen û fûtên ku hikûmet hewl dide di hilbijartinê de bike jî hêdî hêdî aşkera dibin. Hikûmeta AKP’ê ku her ku diçe li Bakur dengê xwe winda dike, hewl dide bi hîleyên weke ‘hilbijêrên xeyalî’ , ‘dengê polîs û leşkeran’ û ‘bi jêbirina navên hilbijêran’ li Bakur dengê xwe zêde nîşan bide.

Yek ji van bajaran ên ku AKP dixwaze bi hîleyan şaredariya wê bidest bixe jî, Şirnex e. Li gorî agahiyan, qeydên hemû polîs û karmendên dewletê yên ku qeyda wan li Sîlopiya, Cizîr û navçeyên derdorê wê, anîn Şirnexê. Disa Li Wan û Sêrt’ê jî dek û dolabên AKP berdewam dike.

Li taxên qereqol lê ne hilbijêr zêde dibin

Li gorî agahiyan, ji van 5 hezar û 616 hilbijêran 3 hezar û 500 kes ji Şirnexê nînin û ji bajarên Tirkiyeyê ne. Balkêş e ku bi taybet jî li taxên ku qereqol lê hene, hejmara hilbijêrên biyanî zêde bûye. Di vê çarçoveyê de li taxa Yeşîlyurt ku Fermandariya Tumenê ya Sînorê 23’yemîn ku heta niha hejmara hilbijêran 2 hezar û 589 bû, niha gihîştiye 4 hezar û 611 hilbijêran. Hat zanîn ku li Qilebanê jî nêzî 2 hezar hilbijêrên nû hatine zêdekirin.

.Li Wan’ê 17 hezar Dengdêrên Xeyalî

AKP ku du sal in bi rêveberên xwe yên ji Xarpêrt, Kayserî, Erzîrom û Trabzonê li Wanê karê xwe dike, niha jî ji derve ve dengan tîne Wanê. Li gorî agahiyan, qeyûmên AKP’ê di nava 2 salan de 17 hezar dengdêr ji derve anîn Wanê û ew kirin hilbijêr. Ango dengdêrên xeyalî ava kirin.

AKP’ê dengdêrên xwe yên xeyalî yên ji Erzîrom û Xarpêtê anî, li navçeyên Rêya Armûşê, Artemêtan û Tûşbayê belav kir û bi bidestxistina her sê navçeyên navendî re dixwaze şaredariya bajarê mezin bi dest bixe. Tê gotin, 7 hezar dengdêr li navçeya Rêya Armûşê, 5 hezar dengdêr li Tûşbayê û 5 hezar dengdêr jî li navçeya Artemêtanê hatine bicihkirin. Ev kesên ku wê roja hilbijartinê bên Wanê, piştî ku dengê xwe dan AKP’ê wê vegerin Erzîrom û Xarpêtê.

Li Sêrtê qeydên hilbijêran hatiye jêbirîn

Her wiha AKP li Sêrtê jî di nav hewldanên hîleyên hilbijartinê de ye. Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê ji ber ku Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê di 31’ê kanûnê de qeydên hilbijartinê nedan, dest bi lêkolînê kir. Encama lêkolînê jî bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û endam û rêveberên HDP’ê yê bajêr, duh bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Qeydên hilbijêran jê birine

Di daxuyaniyê de Beştaş got ku mîna he carê AKP bi dizî û hîleyan dixwaze hilbijatinê qezenc bike û ev agahî dan: “Dê di hilbijartina 31’ê adarê de qeyûm pel û potên xwe kom bike û ji Sêrtê derkeve. Lê hewldanên wan ên cuda hene. Em gav bi gav van nelirêtiyan dişopînin. Li Sêrtê di 24’ê hezîranê de 91 hezar û 20 hilbijêr hebûn. Lê niha 90 hezar û 938 hilbijêr xuya dikin. Ev yek weke tiştekî ji rêzê xuya dike lê ne wisa ye. Di lêkolîna me de derket holê ku qeydên 6 hezar û 488 hilbijêrên bi sala ne li bajêr in, hatine jêbirin. Em yek bi yek hemû dengan kontrol dikin. Li malekê bêyî agahiya xwediyê malê, 28 hilbijêr hatine qeydkirin. Her çiqas agahiyên zelal nebin jî, qeydên leşkerên li Kampa Başîkayê li Sêrtê hatine çêkirin. Bi vê sextekariyê dixwazin bi ser kevin. Lê em ê rê nadin vê.”

 

Parve Bikin1TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di 20 Çileyê de Ciwan li Kurdistan, Ewropa, Mexmûr û Şengal’ê li dijî tecrîdê dimeşin

Nivîsa Pêş

Ji Meclîsên Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Meclîsên Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî

Ji Meclîsên Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî

”Şewata febriqeyek din bi sedema nehat diyarkirin”

''Şewata febriqeyek din bi sedema nehat diyarkirin''

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.