Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karasu; “Heta ku li welatê xwe venegerin, nikarin Elewîtiyê biparêzin.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/12/2018 - 15:29
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Mustafa KARASU: ‘Tecrîdê bişikîne, Faşîzmê têk bibe û Kurdistanê Azad Bike’
ParvekeTweet

Karasu; ”Li Tirkiye ya xwedî hişmendiya tekparêz, ne Elewî dikarin hebûna xwe biparêzin, ne Kurd, ne jî nasnameyên cuda. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, ev hişmendiya tekparêz, hişmenidiya senteza Tirk-Îslamê wê bidome. Heta ku têkoşîna demokrasiyê neyê dayin, nepêkane Elewî bi nasname û çanda xwe bi rengekî azad bijîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, komkujiya Mereşê ya 19-26’ê Kanûna 1978’an ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand. Karasû qurbaniyên komkujiya Mereşê bi “minet û rêzdarî” bi bîr anî û qala şert û mercên wê wextê kir.

Karasû got, “Sala 1978’an krîzên siyasî, aborî, civakî û çandî li Tirkiyê hebûn. Demeke welê bû ku têkoşîna gelan, kedkar, jin û ciwanan a li dijî desthilatdariya faşîst geş bibû. Komkujiya Mereşê di nava rewşeke wiha de pêk hat. Piştre, bi qasî ku em hîn bûn, komkujiya Mereşê provaya faşîzma 12’ê Îlonê bû. Ji bo bingeh ji 12’ê Îlonê re bê amadekirin, komkujiya Mereşê hate kirin.”

Plana ji bo tinekirina rojavayê Firatê

Karasû ragihand, desthilatdariyên faşîst timî şer, alozî tev dane û xwestine darbe û desthilatdariyên faşîst rewa bikin. Karasû got, komkujiya Mereşê jî bi vê armancê bi zanebûn û plankirî hate kirin.

Karasû diyar kir, ji avabûna Tirkiyê û pê ve, ji bo asîmîlekirina Kurdên li rojavayê Firatê û Tirkkirina vê herêmê planeke gelekî berfireh hate amadekirin û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser komkujiya Mereşê, tê dîtin ku gavên ji bo plana Şark Islahatê hatine avêtin.”

Li rojavayê Firatê senteza Tirk- Îslamê hate ferzkirin

Karasû bi bîr xist, piştî komkujiyê di serî de li Mereşê li bajarên Kurdên Elewî; li Meletî, Semsûr, Sêwas, Erzîngan û Dersimê nifûsa Kurdan hatiye kêmkirin û got, “Elewî ber bi metropolên Tirkiyê ya jî Ewropayê hatin koçberkirin û rojavayê Firatê ji Kurdan û Elewiyan hate xalîkirin.”

Komkujî demeke kin piştî damezrandina PKK’ê pêk hat

Karasû got, “Rojavayê Firatê kirin erdnîgariyeke ku senteza Tirk-Îslamê lê hatiye ferzkirin” işaret bi avabûna PKK’ê ya wê wextê kir:

“Komkujiya Mereşê demeke kin piştî damezrandina PKK’ê pêk hat. Sala 1978’an tevgera Apoyî li Dîlok, Riha, Mereşê gelekî zû bi pêş ket. Li gel vê yekê, li Dersim, Amed, Êlih, Mêrdîn, Serhed û her deverên din ên Kurdistanê tevgera Apoyî bi pêş ket. Komkujiya Mereşê hem bersivek li dijî hemû tevgerên demokratîk şoreşger ên li Tirkiyê bû, hem jî bersivek li dijî pêşketina tevgera Apoyî ya li tevahiya Kurdistanê bû.”

Divê Elewî li cih û warê xwe vegerin

Karasû anî ziman, erk û berpirsyariya Elewiyan, hêzên demokratîk û tevgera Kurd ew e ku encamên vê komkujiyê berevajî bikin û got, “Armanca wan ji vê komkujiyê çi be, divê em jî bi rêya têkoşîna xwe encamê biguherînin. Ji bo vê jî, divê Kurdên Elewî û Tirkên Elewî yên ji cih û warên xwe hatin kirin vegerin xaka xwe û çanda xwe ji nû ve zindî bikin.”

Karasû diyar kir, ti komeke etnîkî ya jî çandî ji bilî cih û warê xwe nikare li devereke din bijî û got, “Heta ku li welatê xwe venegerin, nikarin Elewîtiyê biparêzin.”

Bêyî tekoşîna demokrasiye, hişmendiya tekparêz naguhere

Karasû diyar kir, ji bo vegerê jî divê Tirkiye demokratîk bibe û got, “Li Tirkiye ya xwedî hişmendiya tekparêz, ne Elewî dikarin hebûna xwe biparêzin, ne Kurd, ne jî nasnameyên cuda. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, ev hişmendiya tekparêz, hişmenidiya senteza Tirk-Îslamê wê bidome. Heta ku têkoşîna demokrasiyê neyê dayin, nepêkane Elewî bi nasname û çanda xwe bi rengekî azad bijîn.”

Karasû bang li Elewiyan kir ku hîn bêhtir cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigirin û got, dema ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê geş bû, wê çaxê ev desthilatdariya faşîst wê teqez têk biçe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên bibandor; 4 dagirker hate kuştin

Nivîsa Pêş

Doza 2 zarokên hate qetilkirin 2 deqqe ajot

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Doza 2 zarokên hate qetilkirin 2 deqqe ajot

Doza 2 zarokên hate qetilkirin 2 deqqe ajot

AKP hîleyên xwe yên hilbijartinê vê carê dixwaze bi cerdevanan re berdewam bike

AKP hîleyên xwe yên hilbijartinê vê carê dixwaze bi cerdevanan re berdewam bike

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.